Nivîskar Amîna Zikrî Arif Hîto Tirîfe Doskî Enwer M. Tahir Beşîr Mizûrî Bedel Revo Beyar Bavî Dayka Dalyayê Evdal Nûrî Fazil Omer Fehmî Balayî Hesen Silêvanî Reşîd Findî Hecî Cefer Hêvî Berwarî Hizirvan Ismayîl Hacanî Ismayîl Mistefa Hîşam Akreyî Kamîran Reşîd Kemal Silêvanî Kirmanc Hekarî Mehemed Ebdulla Mesûd Xelef Mistefa N. Hesen Mueyed Teyîb Nacî T. Berwarî Tehsîn Navişkî Ebdilrehman Bamernî Mihsin Qoçan Remezan Îsa Salih Xazî Selam Balayî Selwa Gulî Şemal Akreyî Sitar Elî Tengezar Marînî Yasirê Hesenî Ziyad Abid Hoşeng Mehemed Ehmed Y. Bendî Mesûd Gulî Behcet Hirorî Xalid Salih Têlî S. Mûsa Ismet Xabûr Sedîq Şero Jaro Duhokî Luqman Asîhî Celal Mistefa Selîm Biçûk Ehmedê Huseynî Mihsin Osman Dilyar Dêrikî Bilind Mehemed Seyid Mujtevî Necîb Balayî Nizar M. Seîd Seîd Osman Sîpan Ebdella Gulnar Elî Serdar Şerîf Ismet M. Bedel Nefîsa Ismayil Hacî Cola Hacî Salih Kevrbirî Mahir Berwarî Ezîz Xemcivîn Ehmed Balayî Kovan Sindî Îsa Tahir Omer Dilsoz Salih Sofî Xelîl Duhokî Ehmed Zero Edîb Ebdella Qedrî Şêro Layiq Cemal Sebrî Nihêlî Sedîq H. berwarî Emîn Ebdilqadir Adil Hesen Huda E. Sebrî Şukrî Şehbaz Sebîh M. Hesen Hekîm Ebdella Cankurd Xalib Cemîl Aştî Germavî Ibrahîm E.Simo Qadir Bamernî Mihsin Ebdilrehman Şêxmûs Dêwalî Xêrî Bozanî Bişar Kîkî Erşed Hîto Nizar Oremarî Şîlan Hemo Vedan Adem Bavê Nazê Yûnis Ehmed Musedeq Tovî Enwer Mayî Mesûd Kitanî Emînê Osman Sadiq Behaedîn Hafiz Qazî Mela Xelîl Mişextî Kîvî Arif Ehmedê Nalbend Qadir Qeçax Bedirxan Sindî Ismayil T. Cangîr Eyad Berwarî Taban Sikaya Heval Findî Elind Akreyî Newzet Cemîl Xalid Ehmed Elî Sîhad M. Selîm Nazdar Arif Mistefa H. Mistefa Ferhad Hacî Xalid Hisên Sebrî Silêvanî
Malper
Nûkirin :26/02/2008
Bike di favorîtê de
info@duhokwriters.net
Amar
Beyanname dijî hêrişa leşkerê Turikiya bo Kurdistanê Em bi navê tevaya endamên yeketiya nivîskarên kurd - Duhok, evê hêrişa dijwar û hovane ya leşkerê turkî ya berfireh dijî herêma Kurdistanê bi behaneya jinavbirina çekdarên Pkk ê ku kêşeyek e navxweyî ya Turkiya ye û pêdivî ye bi rêkên diyalog û aştiyane di nav welatê xwe de çareser bikin. Em vê hêrişê riswa û şermizar dikin. Ev bezandina sînorên herêma Kurdistanê û têkdana jêderên abor û jiyara xelkê hejarên gund û deverên ser sînorî mîna şikandin û jinavbirina çendîn pirên xizmetgozarî ku hijmarek e zor a gundên Kurdistanê û li gel bajêrên pêkve girêdidan, herwesa tirsandin û têkdana aramî û êmnahiya xelkê sivîl û hejar, corek e ji corên tîrorê. Zêdebarî hindê ku li dûf yasayên nêv dewletî têkdana serweriya welatekî ye û divê civakê nîvdewletî bi dijî wê raweste u bi zûtirîn dem vê herişê rawesitîne. Diyar e ku armanca serekî a dewleta Turikiya jinavbirin û têkdana serbora azadî û demokrasiya herêma Kurdistanê ye. Ev hêriş e dijî têgeh û pirensîpên demokrasî û mafê mirov û civakê sivîl e. Lewra jî, em daxwazê ji gelên Turkiya û hemî saziyên mirovayetî û demokrasî û aştîxwaz li Turkiya û tevaya cîhanê dikin, ku bêdeng û bê helwîst nemînin. Herwesa, em daxwazê ji welatên yekgirtî ên Emirîkî û hevpeymanên wê dikîn ku bi aweyekê fermî û li pey yasa û biryarên nÎvdewletî dagêrkerên Iraqê ne û li pey wan yasayan, parastina êmnahiya sînorên vî welatî ji her herişe û metirsî û dagêrkirineke din, berpisiyariya wê ya yasayî ye. Em nivîskarên Duhokê daxwazê ji tev nivîskarên kurd û cîhanê dikin ku bi verêja hizr û bîrên xwe yên mirovayinî û demokrasî û aştîxwaz, bi xameyên xwe, bi rolê xwe yê dîrokî dijî van hêrişan rabin. Li dawiyê em dibêjin ku dem demê aştî û pêkvejiyanê û qebolkirina yê din e û çi kêşe jî bi hêzê nahêne çareserkirin lê belê mezintir û aloztir dibin, lewra jî pêdivî ye Turkiya jî kêşeya kurdan li Turikiya, bi rêkên serdemî çareser bike. Yeketiya Nivîskarên Kurd - Duhok 25/02/2008
Naverok