Malper

   Nûkirin :15/04/2008

Bike di favorîtê de‌ 

info@duhokwriters.net

 Website statistieken Amar  


Malperê fermî ê yeketiya nivîskarên kurd-Duhok
Sernivîskar:
Sebrî Silêvanî
Email: sebrisilevani@yahoo.com
Tel: 00964-750 - 4177409
 
Desteya Nivîskaran:
Mesûd Xelef
Şemal Akreyî
Kemal Silêvanî
Salih Xazî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ezmûngerî Destê Xwe Nadet Hemû Kesan!
Yasirê Hesenî


Li van dumahiyan di nav rûpelên govar û rojnameyên kurdî de, car car çavê me yê bi zaravekê rexneyî yê kevin û di heman dem de nû, dikevît, dibêjnê (Ezmûngerî). Mirov hest diket renge zulmek li vî zaravî dihête kirin û weku pêdvî di cih û demê xwe de nahête bikarhînan, belkî gelek bi sanahî ev zarave bo hindek berhemên ne hejî wî dihête gotin û ev nave dikevîte ser, yan dirusttir bêjîn dêxine ser! Evca çi eve di biyavê çîrokê de bît, yan şanoyê yan.. td. Çi ew bi xwe vî navî bidanine ser berhemê xwe, yan (hindek) bo bidanine ser! Eve bi zanîn bihête kirin yan bi nezanîn, encam, kiryareka wesa ya dihête kirin!
Nivîserên me bi dengekê bilind yê bangewaziyan ji bo hindê radihêlin ku em xwe bihavêjîne meydana ezmûngeriyê û vê rêkê bişeqînîn, yan li dûv derbirîna yek ji wan nivîseran bi xwe: (wer in da destê ezmûngeriyê bigirîn), lê ev gotine yan bangewazî ye bi rastî cihê rawistiyanê ne û komeka pirsyaran hildêxît, weku: Erê kî dê destê ezmûngeriyê girît, nexasime di biyavê edebî de ku cihê gengeşa me ye? Û berî wê, em çawa dezmûngeriyê digehîn? Kengî û il kîrê dê ya rewabît? Erê gelo me armancek pê heye?
Li destpêkê pêdiviye bizanîn, eger têgeha ezmûngeriyê li dev me ya ron nebît û baş wernegirîn, di warê piraktîkî de nexasime demê bo mewdayeka dûr dihête bikarhînan, edebiyata me dê berev şepilandinekê bet û êxte destudarekê berteng. Lê têgehiştina wê jî raman ew nîne pêşwext hindek yasa û rênimayên destnîşankirî hebin û xwe pabendî wan bikeyin. Nexêr, eger wesa bît, eve nabîte ezmûngerî û hîngê divêt navekê dî bihêteser. Weku dî jî, ezmûngerî bi xwe hindek dîtinên take kesî ne û nahêne giştgîkirin, renge di nav edebiyatan da bibîte diyarde, lê her ew bizav dê mînin weku hewlên take kesî. Dibît ji ber vê yekê çi pênaseyên destnîşankirî bo nehatbine danan û ya vekirî bît, herweku hindek nivîser amajeyê didenê.
Belê, eve wê retnaket ku hindek hêlên giştî hebin bi rêka wan bizanîn çawa serederiyê digel vî zaravî bikeyin. Weku bo nimûne bizanîn (û eve bi dîtina min gelek ya giringe) ezmûngerî kiryareka hoşmende, merema wê ya ruhine, li ser dîtineka hizirî - êstatîkî avakirî ye. Anku berê hizireka gehiştî ye, ne ya kerike ku ezmûnger lawazî û neşiyanên xwe di bin perde ya wê ve veşêrît! Yan hêj asantirîn rênimayên yariya edebî nezanît û xwe bihijmêrît yan hindek wî bihijmêrên şasiwar di vî biyavî de! Ta hindek caran wesa çêbûye nivîser danê diket tiştek nivîsî ye û nizanît çî ye? Lê nivîserekê dî yê di dilê xwe de ava nakete nemerdî û dê bêjîtê: (pêkoleka ciwane, eva te kirî ezmûngerî ye)!!
Ji ber van tehisînan û da kes şaş nebît, hindek rexnegir şarazayî û paşxaneya epistimî ya hemer dikene merc bo yê bi vî karî rabibît, li gel hindê ku pêdivî ye agedarî karên berî xwe jî bît, çunkî dibît ewa ew diket, berî wî hatbîte kirin jî, yan ewa gehiştyê xelkî berî wî hêlabît jî. Lewa fere tiştê berî xwe biceribînît yan wergirît û têbigehît, paş dest bi şoreşa xwe biket û kudetayekê li ser biket. Eve hemû jî li jêr sîbera armancekê bihête kirin, çunkî bi kêmî divêt ezmûnger lêzêdekirinekê li paş xwe bihêlît, xanîkekî avaket hindek li dûv wî ra têve bihêne hewandin, ne xaniyê heyî jî biherfînît û ew bi xwe neşêt du bilukan bidanîte serêk! Lew eger karê wî vedîtineka nû nebît yan filiyek nebît nehêjayî vî navî ye.
Her husa, ji bîrinekeyin armanca hera giring ya viyaba ezmûnger li pêş çav danît ew e, ku renge nêzîkbûnekê dinavbera wergirî û têkistê edebî de peydaket, wî berubiyavê dinavbera herduyan de hey kurt ket, ne beruvajî, çunkî ezmûngerî bo hindê dihêt xwastên wergirî bi cih bînît. Qalib û çarçûveyên edebiyên wergir jê bêzarbûy bi tiştekê nûtir biguhurît, ku serinca wergirî rakêşît û têhina wî pê bişkênît, ne verevînît! Ev kare jî –weku diyar- yê bi sanahî nîne û bi gelek kesan ve nahêt!!
Ji ber vê yekê ye ez dibêjim, kêm kes hene bişên li dûv gaziya ezmûngeriyê bihên, ezmûngerî jî weku we dîtî ya kepî bilinde û destê xwe na detev hemû kesan!!
 


Naverok