Malper

   Nûkirin :29/01/2008

Bike di favorîtê de‌ 

info@duhokwriters.net

 Website statistieken Amar  


Malperê fermî ê yeketiya nivîskarên kurd-Duhok
Sernivîskar:
Sebrî Silêvanî
Email: sebrisilevani@yahoo.com
Tel: 00964-750 - 4177409
 
Desteya Nivîskaran:
Mesûd Xelef
Şemal Akreyî
Kemal Silêvanî
Salih Xazî

 

 

 

 

 

 

 

 

Beyanname:


Em weku êketiya nivîserên kurd tayê Duhokê, helstê xwe beranber zêdegaviyên leşkerê tirkyayê bo deverên ser sînorên Kurdistanê diyar dikin:

Heyamek e û dewleta tirk dixwazit bi her mehaneyeka hebe û her car bi mehaneyekê, zêdegaviyan li ser serweriya Kurdistanê bike bi hêceta dorpêçkirina hêzên partiya kirêkarên Kurdistanê. Belê mixabin ku leşkerê tirkyayê ziyanek mezin gehande hevwelatiyên sivîl li wan deverên dûr û tirsek e mezin xiste dilê xelkekê jar û belengaz. Ev ne yekemîn car e, ku em banga aştî û dositîniyê bilind dikin û ji tevaya nivîser û rewşenbîr û saziyên tirkî dixwazin ku bersiva aştiyê bidin û li buha û prensîpên pêkvejiyanê xwedan derkevin. Dem demê diyalok û danûstandinê ye, ne demê dagêrkirin û zêdegaviyan û stemkariyê ye. Me weku saziyeke taybet, ku pûteyê bi cand û edebiyata kurdî didin ,herwesa bi binemayên jiyanek asûde û aştiyane bo tevaya mirovayetiyê, bawerî bi alavên serdem hene bo çareserkrina pirsgirêkan bi û êkcarî awayê teror û tirsandinê ret dikin.

Mafê her kesekê di jiyan û aştiyê de heye bi taybet li ser xaka xwe û mafê neteweya kurd jî heye ku li benamyên hebûna xwe xwedan derkeve û nasnameya xwe biparêze. Em bawer dikin ku baştirîn alav bo çareserkrina pirsgirêkan alavên aştiyê ne, da ku pirsgirêka kurdî li Bakûrê Kurdistanê careser bibe û tevaya miletên dewleta tirkiya pêkve bijîn dûrî teror û tund û tûjiyê.

Em dengê xwe digehînin tevaya saziyên sivîl li Tirkiya, êketiya nivîserên tirk, sendîka rojnamegerên tirk, sendîka mafperwerên tirk, nivîser û edîbên tirk, komel û rêkxirawên tirk, ku xwedan helwîsteke birûmet bin li beranber pirs û doza gelên Tirkya û tev jî bo xatira berqerarkrina aştiyê û pêkvejiyanê û mafê mirovan.

Herwesa, em dengê xwe digehînin tevaya sazî û layenên berpirsyar ku bêdeng nemînin û her êk ji alê xwe ve û li gor berpirsiyariya xwe ya dîrokî û exlaqî ku xwedan helwîst derkeve li beranber zêdegaviyên leşkerê Tirkya li ser deverên sivîl li Kurdistanê.

Li gor yasayên navneteweyî, diyar e ku Emerîka jî berpirsyar e ji paraztina xaka îraqê û hevwelatiyên îraqî û Kurdistan jî hêj beşek e hevtevav e ji dewleta îraqa heyî, ku bergêriyê jê bike û erkê xwe yê dîrokî bi cih bihîne.

Yeketiya Nivîskarên kurd–Dhok

18 -12 -2007 Duhok - Kurdistan
 

Naverok