Destpêk       Derbarê Me      Birêveberî     Pirtûkxane    Geleri     Endam        Zimanên Din                                    Erşîv
 

Nûkirina Dawiyê:11/01/2008

E-Mail: info@duhokwriters.net

 
 
 
 
Destpêk       Derbarê Me      Birêveberî       Nivîskar      PirtûkxMalperê Yeketiya Nivîskarên Kurd - Duhok, bixêrhatina tevaya nivîskarên kurd dike... ane      Yên Din             KKKKkkk                               Zimanên Din
Sêkuçkiya tiliyên min

Silêman Azer
   
   

Gava ez ji xwe winda dibim,
û li noqa rûsariyan tême pêçan.
û hemî derdor li kelevajiya,
laşê min mukur tên.
ez li sêkuçkiya tiliyên xwe vedigerim
û di wan de,
li belabûnên xwe digerim.
çi gava ez lêvên xwe ji bêdengiyê
ji şîrvedikim,
û ez dest bi xwe dikim..
bi tiliya xwe yî mezin,
gazî wî dikim
ya yê bi tenê...??
û dema ez,
tola xwe ji xemgîniya xwe,
dihilînim,
û ez wê di pêşbaziyê de,
dibezînim.
ez herdû tiliyên xwe ber bi jor de,
hildidim,
nîşana bi serketinê..
û bi wan ez çixarekê dipêçim,
û peyala wan deman bilind dikim,
serxweş dikim,
van cihan,
di wê şikestinê..
an gava ez ji tenêtiya xwe,
di enirim,
ez di wê ketinê,
wan dirêjî çavên wê dikim,
wan dirijînim.
dîsan,di dilê koçkekî de
ez xwe vedişêrim
li bîra xwe tînim nimêja xwe
û şehdebûna xwe bi wê tînim.
û serê poşmaniya xwe
bi wan dixwerînim..
car caran..,
ez pênûsa xwe
li wan dikim bela,
bi nermî ew bêriyên min,
ser vê qadê re dibin û tînin..
li tenişt çeniya min radikevin,
şervanin,
westiyayî,
ji cengên xwe.
rûpelên jiyana xwe,
diguherin bîranînan,
xwe paldidin ser milê,
wê xwestinê...
dema ez xwe li dengbêjiyê,
dikim bar,
ez wan derbasî,
guhê şewatên xwe dikim,
û li ser kopê dînbûnê,
ez xwe davêjim gerînokên,
vemirtinê..
di westin ji vê tevdanê,
li pûçbûna xwe şiyar dibin,
dîsan,
min vedgerîne,
ewê windabûnê,
û careke din,
di sêkuçkiya tiliyên min de,
li min û cendekê minî,
talankirî bi wê xweziyê,
min vedigerînin..

   

2007duhokwriters.net. All right reserved