Malper

   Nûkirin :03/03/2008

Bike di favorîtê de‌ 

info@duhokwriters.net

 Website statistieken Amar  


Malperê fermî ê yeketiya nivîskarên kurd-Duhok
Sernivîskar:
Sebrî Silêvanî
Email: sebrisilevani@yahoo.com
Tel: 00964-750 - 4177409
 
Desteya Nivîskaran:
Mesûd Xelef
Şemal Akreyî
Kemal Silêvanî
Salih Xazî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 



Palo Rabe

Rezoyê Osê

 
 
Diyarî :
- Bo giyanê nemirên anfalan.
- Bo giyanê wan 512 nemirên ku hestûkên
wan li beyabanên Semawe hatin dîtin.
- Bo giyanê xwedanê wan tabûtên ku lek
bi lek li firokxaneya Hewlêrê bûne mêvan.
- Bo wan giyanên bêguneh ku li ser milan
gihane çiyayên Barzan û li wir hatin bicihkirin.




Palo,ez gorî,rabe...

Xewa şêrîn ji hozanên weke te re nabe. Govend gera ye, dîlan mezin e, qet ranabe . Bi wî rengê te nivîsî, "Civîna Nemiran " timam nabe. De rabe qurban, serî ji gorê rake û li firokxaneya Hewlêrê , li Kurdistana azad , li pêşwaziya Cengawerên "anfalan", li lehengên govenda jiyanê, li Barzaniyên nemir temaşa ke. Rake, serî rake û ristên berdewamiya " Civîna Nemiran " li ba ke. Ristik dirêj e , pel têrê nake... Çarakê ji xwe re peyda ke. Aso bê kenar e, lê têra derd, kul , jan û azariyên gelê me nake.


- 1 -


Palo,ez gorî,rabe...


Çiyayên me bi fermîsk in, Zozanên me îske îsk in, deştên me, li ser gorbuhuştan, bi talîşk in.
De rabe qurban, serî ji gorê rake û li xaka xemgîn temaşa ke.
Serî nextekî li ber xwîna gorbuhuştan daxe, şaşika xwe, ji serî veke, li ber wan raxe, lê li min jî habe.
Erê, gewdê min jî,
pêşî bişo,
tahir bike, di bin linga ke, da 512 carî gewdê min û şaşika te bi ala rengîn şa bin... De rabe, da govenda nemiran ji nû ve rabe.

Palo,ez gorî,rabe...

Çem û cobarên me mişemiş in, dar û deviyên me xuşexuş in, kewên zozanên me , li hêlînên xwe digerin, na melisin. Belê, hedana Pezkoviyan nayê , li zinaran bi karîn in, bi marîn in , hespên mafparêzan bi hîrîn in ... De rabe , berê te fereh e , xew ji hozanên weke te re nabe. Rabe, bake : "va penaberên me hatin,
karexezalên me bi xelat in ...".


- 2 -

Rabe , bikeve pêşiya cemawerê pêşewaz de û sirûda " kes nelê Kurd mirdiwe ..." bibilîne.
Rabe , bila zinar û çiyayên Barzan sirûda " Ey reqîb...." li hev vegerînin,
da xumîn û gumînê bi felekê bixin, wê bihejînin.

Palo,ez gorî,rabe...

Kurihên çavên me ji girî
kul in,
perdên guhên me ji gumînan ker in , hestên me ji perçiqandinê mas in, dêmên me û welatê me ji êş, kul û derdan bewî ne , zimanên me di gewriyên me de lal in, hêriz di cergên me de pûç in, xelat û mizgînî li ba me bê wate ne, demên salê li ba me weke hev in... De rabe , rabe dengekî bi ser Leyla Qasim de bijenîne,

- 3 -

bila desmala destê xwe sivik bihejîne , da govenda Nemiran , li pêşiya "Civîna Nemiran" bigerîne ...
Bila bi madgeşî û xwînşêrînî ,
dengekî , bi pêşewazî , ji mêvanên Çiyayê Barzan re, bilîlîne ... Erê , dengê lîlandinê, ji me re, hem hêriz e , hem mizgîn e, hem jî xwîna nû, di rehan de , digerîne , dikelîne. Bila bake :
" va anfalkirên me hatin ,
va firêliyên karexezalên Çiyayê Barzan hatin ... Ez di qurbaniya xwe de bi qurban bim , di nemiriya xwe de bi heyran bim ... Werin , mal mala we ye , çiya çiyayên we ne , azman azmanê we ye , xak xaka we ye... Bi xêr hatin , li ser çavan hatin... Xaka azad we hembêz dike , hatina we pîroz dike.


- 4 -

Belê, serê şehîdan natewe , lê ez serê xwe li ber we ditewînim, ez ji we re
hem xelat im, hem mizgîn im,
hem jî xwîşka bi birîn im.. De werin, bi delalî, li civîna me, bihêwirin û li asoyê welatê xwe bibin ronî, bibin keskesora hêviyên çilmisî, da hûn welatê xwe geş bikin, biçîsînin...".


Palo,ez gorî,rabe...

Gêra "Civîa Nemiran" teng e, bi sînor e,
şahsiwarê vê civînê, Barzaniyê nemir, bi nehtor e , textê mîrnişîna Kurdezadan dor bi dor e,... De rabe, sînorên bedbextiyê bişikîne, nehtorên sexteşiyanê, ji meydanê, rahilîne, mîrnişîna padîşahan bi zêravê bikeşxîne... Rabe, rabe mizgîniya vê hatinê bigihîne,


- 5 -

bila xaka azad xwe, vê payîzê , hilweşîne û gurzek gulên rengîn pêşkêşî mêvanên çiyayê Barzan bike û wan,
li xwe, vehewîne... Reng e, dilê wan bi kul be , kula wan ji dil be û ji beyabanên biyaniyê ferehtir be , ji libên sîlaka wê ziwatir û gelektir be.... kula lênepirsîn û dûrketina penaberiyê be, kula bêrîkirina xaka şil be ... Bi wan bide zanîn, ko xaka welatê wan rêzgir û dilnermîn e,
di payîzê de
gulan ji wan re difûrîne, ava şêrîn ji tehtê diderîne û bayê jiyanê , li her derê, dilivîne.....


- 6 -

Palo,ez gorî,rabe...

Va payîz e , payizok e ... dewkeyênan meşk çirandin , bêrîvanan şîr rijandin,
bilûrvanan va bilûrên xwe hilandin, zirnevanan va ne zirne li kirasan vegerandin,
rojîgiran bang û bendên xwe dirandin... De rabe, darê şivantiyê bihejîne, kehnîkên çiyayê xemgîn bilivîne, biteqîne, perdê ji ser dar û deviyan, deşt û zeviyan bide alî û roja asîmanê bilind dagerîne.. bila serê xwe, li ber Cengawerên me, bitewîne, bila bêje : "Ev mêrxasên rojhilat in, ev gernasên bêtebat in... berz û bal in,
mam
û xal in, ev rastiya vê şûnê ne, ev xwedanê cih û war in...".


- 7 -

Palo,ez gorî,rabe...

Ji xwe ha be, rewşa berçav bi coşe û hêriz nabe , li ser pêkan biqelize ,
xwe hêdîka bilivîne , bayê " Civîna Nemiran " ne şikîne , li civînê melikê Kurdistanê Şêx Mehmûd û qehremanê çiyê Barzanî ne, wa bi hev re, rûniştî ne, Qadî Mihemed , li Mehabad, wa bo wilo, Çwarçira vêdixîne , Şêx Saîd jî va sûriha kevnedêrîn, li Amedê, dixumîne, Nûreddîn jî , bi goyînî, zîz dixwîne. Civîn giran e, bi dawî nayê, tu çarakê , ji vê rewşê re, xweş bibîne , bi dizîka , bi hêdîka vê bûyerê bigihîne , bibilîne.... qet nebêje min nizanî,
Cengawer û serkanên me ji hev ha ne, ev giyanên bêguneh in, bi rewanî li dera ne ... ji hev ha ne, ji hev ha ne...

- 8 -

Palo,ez gorî,rabe...

Bila îro ev pêşwazî li bîra be , li bala be... va him him e,
Va
gurrîn e,
va serkanên vê civînê , li herderî , rûniştî ne, bendewarê cengawerên nemirî ne.. Belê Palo, ew bi xwe jî timî sax in, bi jiyî ne , bendewar in, bi hêvî ne... Va dibînin, alên rengîn rêz bi rêz in, li hêlînê vehewî ne , xaka azad kurdezadan dicivî ne, gul û reyhan bo mêvanan difûrîne... Va serkanên mîrnişînê, ji civînê, derketî ne, ew dizanin, ne li benda tukesî ne, ew dizanin ev çi rewş e, çi birîn e , giyanên wan,
berî niha, hevdû dîne , bi şêranî lev civîne, ji hev ha ne, xwexwedî ne,


- 9 -
hemî sax in,
ne mirî ne, soza wan jî ev civîn e.

Palo,ez gorî,rabe....

Va te dît
û tu dibînî, ev çend sal in dilbirîn î , lê birînên me axivîn, gul û beybûn, li welatê me , pişkivîn ... Va Nemirên vê civînê , mil li mil in, bi şîranî, pêşewaz in , ne bi kul in... Ew dendika heskirinê , ko çandibûn, va teqiya , bû bi şax û her weha jî ber girtiye. Rabe Palo, dilê min jî dilodîn e , ew bi xwe jî wek Nemiran , rikgîriyê nahebîne ... Va serkanên vê civînê, ji civînê, derketî ne , ew dibînin Kurdewarên çarkenaran lev civî ne... rabe Palo , mizgîniyê bigihîne :
" Miletê me,
bi sayiya we navdaran, wê hevgirtî tim bimîne ".


- 10 -

Tu jî Palo, çavnegirtî, pênûsa xwe verişîne û, ji nû ve, vê civînê bidomîne....


Qamişlo
17-20.10.2005
Palo: - Mele Ehmedê Palo ( 1920 - 09.05.1991 )helbestvanekî Kurd e.Li bajarê Qamişlo,herêma Cirnikê bi cî dibû.Poyêmek,ji deh hezar / 10 000 / malik, bi navê "Civîna Nemiran" hûnabû.Zîlana poyêmê wisa bû : Palo dimire û,li wê dunyayê, M.E.Xanî dibîne.Palo dixwaze,di riya M.E.Xanî re , navdarên Kurd û goriyên kurdewariyê binase.Wilo , M. E. Xanî ji Palo re dibe rêber û navdaran bi wî dide nasîn .Wilo , wî dibe civîna navdaran,ko navê "Civîna Nemiran " lê dike.Palo , ji dûr ve , govendeke mezin dibîne.Sergovend jî keçeke spehî,ciwan,naz , cansivik û çeleng e.Ew keç,di sergovendê de,desmalekê bi destan dihejîne û govendê, bi xwe re , dilivîne.Palo, ji M.E.Xanî dinase , ko ev keç Leyla Qasim e. Bi vî awayî , her navdarekî Kurd ji Palo re dibe sernavek û poyêma xwe dihûne.


 


Naverok