Malper

   Nûkirin :03/03/2008

Bike di favorîtê de‌ 

info@duhokwriters.net

 Website statistieken Amar  


Malperê fermî ê yeketiya nivîskarên kurd-Duhok
Sernivîskar:
Sebrî Silêvanî
Email: sebrisilevani@yahoo.com
Tel: 00964-750 - 4177409
 
Desteya Nivîskaran:
Mesûd Xelef
Şemal Akreyî
Kemal Silêvanî
Salih Xazî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 



Dîwanek veşartî

Mehemed Hemo

 

Bê jimar destnivîsên edebî,wêjeyî û ramyarî yên nivîskarên kurd winda bûne ji ber gelê kurd bi sed salan li bin destê koledaran de jiyayî û roj bi sere wan neketî .
Lwera jî gelek nivîskarên kurd jî nikarîn sere xwe hildana û destnivîsên xwe nîşandana ,ta wan jîyana xwe ji dest daye ,ta roja îrojî gelek destnivîs di destê nivîskarên kurd de hene nikarin belavkin yan ji ber rewşa ewelkarî yan jî ji ber rewşa aborî bi taybet nivîskarên perçeyên kurdistanê bindest û kurdên Ewropa.
Lê tiştê matmayî ku dîwanekî eşker û windayî heye di nav rûpelên kovara Hawar a Mîr Celadet de,ya ku di sala 1932 ê de ta sala 1943 ê li bajarê Şamê belav kirî.
Helbestvanekî bi navê Mistefa Ehmed Botî 15 helbest û du çîrok û hin nivîsîn di jimarê kovara hawar de belavkirine, ji wir û pêva kes nav û dengê wê helbestvanî nabîse û nanase. Di vir de ez dixwazim ew helbestên, wê helbestvanê hêja belavkim.

Helbesta wê helbestvanê hêja ya yekê di jimara kovara hawar ya 9 ê de belavbûye binavê marşa kurdî
Marşa kurdî

Gelî bira werin cengê
Bişoiyin dil ji vê jengê
Bibêjin ez heta kengê
Nehên yek ji me bivê rengê

Hawar heye em çi bikin?
Werin da em xwe kar bikin
Karê li çiyan kar bikin
Da hûn ji xwe re kêf bikin

Gelî bira bigrin govend
Bigerin cîkî delal û rind
Binpenç bikin wek esed
Dê ji we bixwezi her mided

Kef û xweş her pê we ye
Hûn vê bizanin her we ye
Ev welat u çikê we ye
Ji biyaniyan re bê fêdeye

Hûn çi bikin bê lomeye
Çav nêrin em li destê we ye
Bizanin ev şanê we ye
Weleh û billeh ev we ye
Ez ko kurdim ez kurdî me
Ji cikê xwe re ez gorîme
Ne bê dost ûbê xudîme
Gel ala be li serê rê me

Ez ko kurdim divê bikim
Evan biran ji xwe re bikin
Ez bidim şîr wan girbikim
Bav û kalan pê sax bikin

Bav ukalên me pir başin
Lê em di gel hev dil reşin
Îro qewmî em nexwaşin
Maçidikin çavên reşin

Ez kurdiyê Şernaxî me
Xulamê mîre Botîme
Herwext ji wan re gorîme
Celadet Elî begî me

Ey beg û ey mîr ,ser û şah
Wek xurşîd ,ewr û ba mah
Her ji me re pişt û penah
Daîm ji we reher Ellah

Ev helbest jî di jimara hawarê 11 ê de belav bûye , li ser şîna nemir Şêx Ebdrihmanê Garisiye :
Şehîdê gewre

Şêx Ebdrihmanê Garisî çû rihmetê

Rohilat hate roava
Mala Xudê hezar car ava
Xelik pîrbûn îro bûn zava
Ku bikin ji şîrê girtîye dava
Şêxê min tuye şehîdê milet
Şêxê min tuye ,tu şûrê himet
Şêxê min tuye ,xuyê sihadet
Şêxê min tuye,tu çoye rihmet
Bo jîyana miletê Kurda
Te himet kir hemi erda
Te tof kir paş xofa derda
Heye carek li li me pêda
Şêxê min sibê sefeq da
Şêxê min çiye li peyda
Şêxê min ezim pepûk li derda
Şêxê min ji te re reş girêda
Em nave te dikin Ala
Li çiyan û nîv nala
Tu bê cejna di her sala
Şêxê min sibe xuya bû
Şêxê min girî li me rabû
Şêxê min jîn namabû
Şêxê min pirsa temabû.

Du helbestên helbestvan Mistefa Ehmed Botî ;di jimara Hawarê 14 ê di sala 1932 ê meha çileyê pêşin de, belavbûne ,yek bi navê: Ma em tenê,ya din jî bi nave:Belê em man.ev e deqa helbesta Ma em tenê:
Ma em tenê
Çevên belek dîmên bi reng
Ma em tenê bê nav û deng
Roj û hêyv wek zêr û zîv
Ma em tenê dimrin gelek
Aven zelal xortên delal
Ma em tenê bê şox û şeng
Her gav û wext her kes bi rext
Ma em tenê bê teyz tiving
Her kes bi xwe rabû ser xwe
Ma em tenê bê kiç gidig
Her kes bi şîr tîne bi qîr
Ma em tenê bûn ax û jeng
Dujmin siwar lê em byar
Ma em tenê bê dest û ceng
Baxçe çinînher kes duxun
Ma em tenê dir kinca teng
Roj çûava xelk bû zava
Ma em tenê wext dereng
Mêrg û zevî emgiş revîn
Ma em tenê jorî quling
Sitêr li hêzî erd lerizî
Ma em tenê pirê kiring
Hêyv derket kes ne raket
Ma em tenê we kava ping
Bilbil û gul dil kirin kil
Ma em tenê şer û ceng
Deşt û çiya berf bariya
Ma em tenê wek tayê ping
Her ker şemal em bûne kal
Ma em tenê bê rewş û reng
Her kes bi kêyf em man bi heyf
Ma em tenê sotîn piring

Ev jî helbestek din di hijmar 14 ê de ye ,tê de gilî li gele xwe dike ev jî deqa wê ye:
Sibe zûye bav li der ma ez nesaxim çav li rê ma
Bihar hat nema serma em be mal û perîsan ma
Biharên têrgîya ter man ji nav dostan em bê yar man
Buhar hat û giya zirman ji nav xelkê em bê ser man
Keç û xort giş bi ser reşman ji nav xelkê em bê bext man
Birînên me bê derman man ji ber şînê em bê xew man
Pîyayê me li çolê man jin û dujmin bi leşker man
Pihîz hat û gurê har man ji nav xelkê em bê ref man
Zivistan hat çiya berf man ji nav xelkê em bê rewş man
Hawar helket bira paş man ji nav xelkê embê navman

Ev helbesta botî jî di jimara kovara Hawar 15 ê de belav bûye wek di nave wî de dîyare ku xelkê Cezîra Botane div ê helbeste de jî tekîddik ku xelkê Cezîrêye:
Bîriya welat
Ax Cezira Botan Sêyre ji bû me xortan
Şernex u Şax Hevlêr Ji jîne xort û esmer
Hemî tev de bilorvan Rewşen jib o me Kurdan
Hemi ehlê civatin Welakên bê ribatin
Hemi merdin dilovan Hemî şehbaz û sekvan
Hemî mêrin wek şêr Jin kofine bi serzêr
Tev ehlê govend û xeyl Jin bi kofîne bisk bitêl
Tev çav reşin tev xezl Tev rêşîne pir şemal
Tev garden bi morî Ez ji wan re bi gorî
Tev garden wek mar Ma hin hene nînin yar
Tev roniya wek hêv Hemî sipîne wek zîv
Xabor û hêzil û şet Tev de dibin bi yek xet
Xweşe bistan jê tê Rabin da em biçinê
Hemî garden ne tenê xwe navêjin sotinê
Mistefa Botî ev Helbesta bi navê Kurdistana bê dibistan di jimara kovar Hawara 17ê de belavkirî di 6.03.1933 ê de.Bi hestekî bilin û dilêş ku welatê wî bê dibistane(qutabxane)miletê dibistan be, cahile, bê hêze.bi wê hasten nazik ev helbesta xwe nîvisiye;
Kurdistan bê dibistan
Çibkin ji te Kurdistan te pir heneşehristan
Welakên bê dibistan
Çi bikin ji tee y welat dereng roj lit e hilat
Îro dive pir xebat
Xebat xebata mêran hûn wek piling û şêran
Hûn tev çûyin bi kêran
Xebat xebata zêrîn hûn tev bi hiş û bi bîrin
Hûn baş eger bigirin
Dinya roje yan şeve Kurdistan biaxive
Ez westiyam bi rêve
Rê dûre an dirêje Kurdistan tiştekî bibêje
Dilê min verêje
Kurdistan tu hêj saxî xelk kokin tu şaxî
Kurdistan tu tev daxî
Dinalim ez her wext ez im zilamê rextê
Pê saxkim al û textê
Ma al û text çine heçî hebêt bik jine
Al bilinde diher wext dixweze zanîn û rext
Dibê ezim bext û text.

Botî ev helbesta dildariyê jî bi nave Dîlber di jimara Hawarê 20 ê de belavkirî bi baweriya min div ê helbesta xwe de serkeftiye
Dîlber
Ji du çaven min dibarin tîr
Di dinyayê kirim hêsîr
Muslimanim belê bê pîr
Ji bo jînê divête şîr
Ji bo çavên te ez perwan
Ji bo xizmet diçimkerwan
Di heyalan detu yî rehwan
Bi dest û pê ketim dawan

Tu bes biskan bike çîn çîn
Ji nav alem tu yî zêrîn
Ji xet û qewseyên burihîn
Dibînim herkes e ew dîn
Ji her mûkên te tê yek deng
Dibejin dîlbera serheng
Şefeq daye heta xerçeng
Ji vî konî hilanîreng

Te awir da birîndarim
Ji bêçarî krêdarim
Şev ûrojan bi hawarim
Ez bê nîsan û adarim

Bixweze dîlbera min tu
Di cîhan seranser de tu
Hemi şêrîn havî tu
Ji rojê pir xuyatir tu

Were zulfan bide bayê
Ji nav alem hilîn tayê
Dinêrim bejin û balayê
Bese qurban were rayê

Bibe sîwan li ber tavê
Ta rojê neqşekê bavê
Trengînke bi zêravê
Bikoj botî di wê gavê

Ev helbesta Ax û kesr jî di jimar hawarê 22 ê de belavbûye dî sîsa bi hestekî welatparezî nivisîye:
Ax û kesr
Ezman hişin em nexwaşin
Ezman bi stêr em man bê kêr
Ezman girgir em mane bê xêr
Ezman bi den gem man bê reng
Ezman zelal em mane lal
Mêrg û kanî ma bav kanî
Lat û zinar ka dost û yar
Welat sepal em kirin kal
Bêriya welêt agir û pêt
Sîpan Xelat ma ka welat
Kerkuk Hevlêr lê bê ser bêr
Şernax Cezîr em kirin pîr
Xox û mişmiş em man bê hiş
Şêr û piling bê dest û ling
Neyar dostî em êxstî
Neyar bi bîr bi dest şîr(şûr)
Bê tîr xençer em kirin der
Dost û biran kuştin beran
Dost û biran cîh kirin xan
Şêxê Botî mêlak sotî
Şêx bû armanc xelk bûn sertac
Şêx bû birîn xelik pê kenîn
Dost têperî serî firî
Find û şemalrêket ji mal
Çû gora kwîr em hiştin dwîr

Ev helbesta bi nave Xeyamwarî di jimara 24 ê de belavbûye ev hijmar
Di 1 ê nîsana 1934ê de derçûye ev deqê wê ye:
Xeyamwarî
Şev e,tarî ye ,li meava hîv
Ka ew zend û destên wek zêr û zîv
Ger perde rabe û derkeve roj
Dê jê re xwe vekin kaş û beroj
Trij dibin tir her bi simat xwe
Roj kurt dibin em bi qedera xwe
Me ji biskên yarê ne girt davek
Me ber meqsedê ve navêt gavek
Barana hûr bêtirs e xunav e
Bê pakî em dicin nave
Hîng ewir bibore pey re têt tav
Li ser me hene lerzîn û pertav
Leylan ji dûr ve xuya ye av e
Wek me nezan her bê deng û nav e
Ji pêlên avê hiltên biqbiqok
Em nezan dibên ev in birqok
Hoste bêbingeh danî ev dîwar
Tama mirinê kirm birîndar
Govenda bûkan û stêrkan e
Hevîna wan jana tilîyan e
Tiştê li şûn wara man e hîçin
Hevalê keyfê bê şop û hîçin

Helbestek din ya Botî di jimara Hawara 34 ê de ye bi navê Cenga canî
Ev hijmar jî di 15 ê çiriya pêşin de sala 1941 ê de derçûye ev e deqa wê
Cenga canî
Hîro rabe birayê minta kanî
Ji hewş carekê derkev banî
Ji xewê rabin hemi tev debi carek
Binêrin qenc ji halê vî zemanî
Bihar e dê bibarît ewr û ezman
Hişîn kir dexil û danek bo me anî
Xebat e her xebat e her xebat e
Bi cengbin mal û mendal û bi canî
Rojên serma bizanin îro çûne
Ji îro paş xweşî kefte zozanî
Li dotmama xwe be aşiq eya kurd
Me xemilandî jib o te bûkek taze
Ji destê xwar û bedxwaran deranî
Ji navbûkan ewe pêşkêşa hemiyan
Şeveq roj e bilind e asiyan î
Hemi dinya dixwazît wê bibînît
Tinê em xef dikin li jorê xanî
Ji bo te yek nivîştî Botî çêkir
Divêtin ka çi gotî tu bizanî
Bi sahî be bişahî be birayo
Tu her bijî bi dinya şadîmaî.

Di jimara Hawara 45 ê de ku di 20 hezêranê 1942 ê de derçûye çrokek û helbestek Botî belavbûne çêrok bi nave Bîr û Bêrî helbest jî bi nave
çiyayê Cûdî
Sere çiyayê Cûdî tu raweste û binêr
Axa walatê kurdan hemî zîve û tev zêr
Ji wê dê tu dibînî Şernex Zaxo û Cezîr
Sed heyf used mixabin hemi bê hakim û mîr
Gulî,Sindî,Silopî weko eynê diyar e
Bêspin bêşêr û hevlêr hatin bi yadgar e
Berde Dêrgul ,Herekol,het biçêt piştkevir
Tor û Şingar û bêxêr kêla meme li beranber
Hemi qesta te dikin ey Cûdiyê miradan
Tu qublegeh î îro ji bo vî qewmê kurdî
Çendî xweşe î bilindî tu ey çiyayê Cûdî
Te çend nav û nîşan hişt ji bo vê qewmê Kurdî
Bejna te bejna Zîne ,mêranî wek Meme al
Dinalim ser te îro ji qehran bûme evdal
Taca sere te zêrîn,tu serbilindê Eyran
Wextek hebî te zû dahemi jib o te heyran
Heke nêzîk heke dûr,weko Meke û Medînê
Ev ji cihek miqedes werin da em herinê
Ko roj hate rasta te heval hêv û stêrin
Li vê rewş û xemla te,hemi pêkve dinêrin
Silav u erzî hirmet jib o Cûdî Nûh- nehî
Tu misteheqî fexir î bibêjî ma kî hebî
Botî bo te dibêjêt hero sed car ezbenî
Taqê eywana kesera li pêş te her dikenî

Ev helbest jî binavê Ava Diclê ye di jimara Hawara 47 ê de belav bû ye ew jimar di 25 ê tîrmea 1942 ê de derçûye ev e deqa wê:
Ava Diclê
Ava Diclê em dizanin tu ji Kurdistan tê
Ka silavên wî welatî bê diyarî hole tê
Tu çira hindê melûlî hedû hêdû ber me tê
Rengê te şeylo û tarî we bê mişmîş teyî tê
Bihin dikim te ava Diclê wek kirasê Ûsif tê
Her bixwîna genc û lawan lewma hindî jarî tê
Ava diclê tev de xwîni ,her ji xwîna kurdî tê
Bin te de hestî kilox in sed hezar ser ser de tê
Nexmeya şîna şehîdan pêl bi pêl tê û tê
Ber bi van xortên welatî her bi av û nale tê
Tu li nav asteng û nalan we ji nav palên çiyan tê
Serbejêr î kerbelayê we bo behrê diçî û tê
Ka cezîra Mîrê Bedir- xan tu ji nav Birca-belek tê
Ew cihe ew çend bi deng bû îro bê jîn û mirî tê
Tu ji nav şê û pilingan û ji nav axa bi bihin tê
Her bijî tu ava-Dicilê her bi nav û degî tê

Ev helbesta Botî dawiyê ye ku ketiye berdetê xwendevanan di riya vê kovara hêja re ,kovara Hawar e .
Di jimara hawarê dawîyê de ev helbest belav bû ye jimara 57 ê kidi 15.tebax a 1943 ê derçûye û di dûv re ti jimar ji wê kovarê nehatin der.
Di vê ji mare de jî Botî helbesta bi nave Feryad belavkirî ev e deqê wê:
Feryad
Kanî Cefer ,kanî Ewnî ,kaReûfê pir hiner
Dûr ketin axa welatî gorî we ev leş û ser
Ey Hesen pê re Birahîm hûn bi xemxwarên welêt
Bîn dikim axa riya we dil de her ev êş û pêt.

Her ji qehran ez dinalim min niye sebir û tebat
Çendî rabîm,çendî rûnim her dilbêjim axa welat
Em dizanîn feyde nadêt bo me gotin bê kirin
Me hene hindek welat ew ne mêr û çavşêrin.

Min nivîsî bo we dîrok her ji sala çil û sê
Rêz bi rêz şagirt bixwînin kengê bêne medresê
Nave we hildinbibêjin serwere bêraq û al
De bila gorî welat bît herçî can û herçî mal

Bes dixwazîn serfirazî bît ev welat her gav û çax
Bigerin em tola welatî ger li deşt û ger li şax
Dujminên vê qewmê kurdî ev nezanî her sebeb.
Tev perîşan û belengaz çûne Bexda û Heleb

Lawê kurdan her ji bakur bê guneh ew diçine Few
Bûye pegeh bo me kurdan ax ji derdê qewê Faw
Em dizanin hale Eyran ,anadol û Faw ev e
Her li ser vî qewmî kurdî lewre em her diçine Faw e
Derbê paşî ê me ye wek Ristemê kurd pehlewan
Sed sipas bo lawê kurdan paş rastî dicing Faw
Botiyê bê kes tenê her digerêt çol û beyar
Da bibînit rojekê lawên delal bûn dost û yar.
Bi rastî wek diyare, helbestê vê helbestvanî ne li gor helbestvanên kovara Hawar in mînak :Cegerxwîn ,Ebdilxalq Esîrî,Osman sebrî,Goran,Qedrî Can û yên din, lê her hastên xwe welatparêz nivisîne, belavkirin bi baweriya min , di wê demê de her merov tenê bi zimanê xwe binivsand kar û xizmetekî mezin bû ji bo doza gelê kurd


 


Naverok