|
|
|
|
 |
Kovara Peyv Jimare 45
derket |
|
|
|
|
 |
-
Lêsteya weşanên Yeketiya NivîskarênKurd - Duhok, ji
hejmara 01 heta 146

|
|
|
|
|
|
|
|
|
Felsefeyek
ji xaleyê: Bêkes Reşîd. |
|
|
|
 |
Ziwa
… Hişk
Bêjeyek mişt hemû mijar
Hemû Bîyografiyên
… Di bîskekê de dişewitin
Hemû kirinên Metamatîkiyî
… Li ser şopa xewna sava dibin
Hemû Piyaseyên li hemû hêlan
… Ji bo kesayetiyeke bê sîk û rûniştok
Wilo yan ne wilo… ne xeme...
Bixwîne |
|
|
|
|
Li bendî
dilovaniya te me: Demhat Dêrikî |
|
|
|
 |
çend salin,çend
salin
di wê dîtinê de
her xwe dişom,nimêj dikim
tizbiyê not û neh lib bi navê te dihejmêrim?
Çend salin
Li benda tiliyên te me
Ku li ser canê min geriyana dilê te bikin?..Bixwîne
|
|
|
|
|
çariya
mirinê : Bêkes Têlo |
|
|
|
 |
Ez helbestim….
Gava pêl min kirin
Şevên reş ,
Dengvedana te
Ji tîrejên rê
Ramûsana rokê bi gavên
Hedî…hedî lotikên jînê
Di singa min de dipejiqand.Bixwîne |
|
|
|
|
Zimanû Girêdayî : Seyid Feysel Muctevî |
|
|
|
 |
Çi bela mi ser te
dîtin
Ez û tu bi hevre girtin
Birin em kirin bi hebsê
Ji me rojekî nexvş bû
Sitema şeva sitembar
Neveye zimanê kurdî?
Ezm,ez Ėrb Şemo me
Ji mi sirgonî nivîsîn
Bixwîne |
|
|
|
|
|
|
GUNDÊ ME :
Seîdê Sîsî |
|
|
|
 |
Gundê me
Gula nav gundan
Serkeniya rindan
Bi ava sar
Bi çiyayên bilind
Û şehfir,
Şarge...
Koka me Bixwîne |
|
|
|
|
Behişt:
Dîlan Zêbo |
|
|
|

|
Dûû …….r,
Bi qasî mêlûdiyeka xemgîn
Di bin Kuntara Çiyakî
Bejna xwe bi êşan dagirtî
Behişteka veşartî heye!
* * *
Biharekê,
Jê pirs kir:
Navê te Evîne?
Payîzek bi ser de hilweşiya
Darekê,
Jê pirsî:Bixwîne |
|
|
|
|
Dilê bê
welat: Dilbirîn Halo |
|
|
|

|
Bila xemên min li
te nebarin.
Min bihêle
Ewî dilê te bi jiyanê avdayî
Di payîza jîyê min de neke birîn.
Min bihêle
Bila çavê te bi hêsirên
Eşqeke bênav şil nebin
Bila hêviyên te
Di welatê min yê parçekirî de tihên nebin.Bixwîne |
|
|
|
|
Programa
”Konferansa Zimanê Kurdî” |
|
|
|
 |
Komisyona Ziman û
Perwerdeyê ya KNKyê
&
Înstîtuta Kurdî li Elmanya
Di roja ”Cejna Zimanê Kurdî” da
Konferansa Zimanê Kurdî
14 – 15 Gulan 2008, Berlin – Elmanya
|
|
|
|
|
|
|
|
EZBENÎ ! – 7 – EZ Û
BERIYA MÊRDÎNÊ Û PENABERÎ
Konê Reş |
|
|
 |
Ezbenî !
Ez û Beriya Mêrdînê dostbûn û dostin. Di buharan de, min bi
têr û tesel çîrok û çîvanok jêre digotin. Di sibehên nîsan û
gulanê de, di nav şebnem û aviya gul û kulîlkên wê de
şildibûm.. Di beyarên wê de min, stran, lavij û lawik
digotin û ji xwe re dinihirandin…
Bejna min bi şînahiya zeviyên wê kesik dibû û pêlava min bi
xunav xaka wê sor dibû..Bixwîne |
|
|
|
|
|
|
|
|
PERSONA:
Kovan Sindî |
|
|
|
 |
Xwendevanên hêja,
ji berî her tiştî dixwazim gotinekê bêjim ew jî ewe;Ku ne çi
aferînişê bi du lingan meşiya mirove û ne çi lastîkên ji hev
çûn şekerlêvên di girnijin.
Bi Kurmancî ji takemirovekê ra dibêjin,”KES”. Bi zimanê
Latîn anku zimanê berê yê Imperatoriya Roman digotin
PERSONA. Niha jî ev peyv ji bilî zimanên Latîn di piraniya
zimanên Ewropî yên din de jî yên Germanî û Silavî de dihête
bikar anîn.Koka vê peyvê elbet vedigere serdemê Romanan û
zimanê Latîn yê kevnar.
Bixwîne |
|
|
|
|
Nameyek ji
Kurdistanê Bo Ewropa |
|
 |
Birêz Jan Figel
Berpirsê Yeketiya Ewropayî bo karûbarên çandê
(European Commissioner responsible for culture)
Birêzê hêja Figel,
Ma gelo ne trajêdiyeke mezin be dema zarokek nikaribe ji
daya xwe re binivîsîne, “Dayê ez ji te hej dikim”? Gelo ne
trajêdî be dema li zarokekî bihêt qedexekirin ku li
xwendegehê bi zimanê xwe bipeyive? Di demekê de ku em bi
serbilindî mafên hûtan diparêzin; di demekê de ku wêneyên
merîxê di dest me de ne û di wê dema ku em tê de pesna sûda
pirrzimaniyê didine de Bixwîne |
|
|
|
|
Xelatê Mista Gel: Seyid
Feysel Moctevî |
|
|
 |
Irada gel cihan
ji xeva giran hişarkir,hirehira lêmişta meşên insanîye kurd
li newroza 2008 an bîr û baverên xirabe cihanê li derbara
kurdan de ji holê rakirin,kombûn û beşdariya gelê kurd di
ceşna newrozê de bû sedema texyîr û tehevilkî esasî di
sersala nû de ji ber vê di nêzîktirîn vext de ku cejna
nevrozê tê pîroz kirin dadigeha Evrûpî partiya PKK ya
milletê kurd ku ji ser zexta kompiloya navnetevî bi
terorîsmê tavanbar bû ji nav saziyên terorîstî tîneder û çi
delîl ji bo terorîst bûna vê nabîne û ji vê sûçê hat
tebriekirin.Bixwîne |
|
|
|
|
Ezmûngerî destê xwe nade herkesekê: Yasirê Hesenî |
|
|
 |
Li van dumahiyan
di nav rûpelên govar û rojnameyên kurdî de, car car çavê me
yê bi zaravekê rexneyî yê kevin û di heman dem de nû,
dikevît, dibêjnê (Ezmûngerî). Mirov hest diket renge zulmek
li vî zaravî dihête kirin û weku pêdvî di cih û demê xwe de
nahête bikarhînan, belkî gelek bi sanahî ev zarave bo hindek
berhemên ne hejî wî dihête gotin û ev nave dikevîte ser, yan
dirusttir bêjîn dêxine ser! Evca çi eve di biyavê çîrokê de
bît, yan şanoyê yan.. td. Çi ew bi xwe vî navî bidanine ser
berhemê xwe, yan (hindek) bo bidanine ser! Eve bi zanîn
bihête kirin yan bi nezanîn, encam, kiryareka wesa ya dihête
kirin!Bixwîne |
|
|
|
|
Ronahî li ser çarçove û dij çarçove: Hesen
Silêvanî |
|
|
 |
Çarçove u dij
çarçove, girîngitrîn kurte çîroka Dr.Fadil Omerî ye. Bi
rengekekî"tecrîbî" ji aliyê form û tekinîkê ve. Zû bi zû xwe
bi dest xwendevanî ve bernade û pêdivî hêvkirin û
hizirkirineka gelek kûre.
Şêwazê ev çîroke pê hatiye nîsîn ne sanahiye, bi mij û
morane, aloze, jêkvekiriye, hevdije, têkhelkêşaye… ji komeka
parçeyên jêkvekirî lêkdaye.
Roman nivîsê navdar Standal dibêje: "nabe ûsilob gelek ruhin
û aşkera û sanahî be".
Ev kurteçîroke bi bijaleyia xwe ve nêzîkî jiyaneka(cîhaneka)
jêkvekirî ye û mokim pêkive ne girêdaye. Bihtir nêzîkî
parçekirina me ya îro ye ji aliyê siyasî, aborî û rewşenbîrî
ve....Bixwîne |
|
|
|
|
Kovan Sindî
: Tu bi Xwedê kî xanim tore nebe |
|
|
 |
Tû bi Xwedê kî
xanim tore nebe ger li jivanê buye dereng
Hema min siza bide bi engostan da jê çêje bikim biheştê
Bi xwe wê bûme kole di perestgehê de rojê te di perêsim
Hebûn ew gave ya te dibînim hîngê jî bê hoşim di geştê
Dizanê ji canî pêvetir min çi nîne hema wî jî ji xwer
bistîne
Cesteyî bi destên naz bişewitîne ku bi xwe ji xweliya reş tê...
Bixwîne |
|
|
|
|
Gulnar Eli : Bendewar û kovîbûna şeveke |
|
|
 |
ji êşên xwe veristî
Li benda kî dimînî?
Kî li benda te ye?
Kelduman,
qehwe,
xilmaşiya sîtafkan..?
Birînên kelhê
pencer vekirin.
Helma şevê...Bixwîne |
|
|
|
Pirsiyar, çîrok: Hind Abo Alşe'ir
Wergêran: Hesen Silêvanî |
|
|
 |
Ji nişkekê ve min axivtina wî birî, min diviya bê dengî zal
bibe, min hêcet peydakirin da axivtina wî bibirim, li min
nêrî û mendehoşî ji çavan difirî, bêdeng bû, awriyên xwe yên
har bi nav çavên min ve helawistin. Min ne zanî çi pêdivî ye
ez bikim, hemiya ez dizanim, divê nehêlim pirsiyara xwe
temam bike... Yan ser ji nû vê şevê pirsiyarê ji min bike.
Hêdî hêdî hestekî aloz da ser rûyê wî, cigareyeka xelas
nebûy vemirand, min hay jê bû, daxwaza qehwekê dike, bi
dengekî min neşiya hestên wî vavêrim, min hêla ça bû sar
bibe. Ji pencera vekirî li ser cîhana tişt têde û livîn bi
rengekî nexweş, min berê xwe dahêla.Bixwîne |
|
|
|
|
Seyid Feysel Mojtevî: Kurdistan |
|
|
 |
Işqa te ciyê xistim,işqa mine Kurdistan
Vê işqê bi kes nadim,mala mine Kurdistan
Nalîn û girînên te xevka mi kirin şûşê
Roja mi bi fem derket,roja mine Kurdistan
Ger bibme rejû ez jî vek dar û berên qendîl
Jehrê bimijim her ro,qenda mine Kurdistan
Bixwîne |
|
|
|
|
Arjen
Arî : Hevpeyvîn bo Keyo re |
|
|
 |
Berî ku wî nas bikim di şi’îra ku bavê wî diyarî wî
kiriye li navê wî rast hatim:Keyo! Keyo, ji pên keç û du
kuran kurê biçûk yê Seydayê Cegerxwîn e.Di diwana xwe ya
yekem ya bi navê ‘Agir û Pirûsk’ de Seyda weha xîtabî Keyo
dike:
Bixwîne |
|
|
|
|
Rezoyê Osê: Palo rabe |
|
|
 |
Palo,ez
gorî,rabe...
Xewa şêrîn ji hozanên weke te re nabe. Govend gera ye, dîlan
mezin e, qet ranabe . Bi wî rengê te nivîsî, "Civîna Nemiran
" timam nabe. De rabe qurban, serî ji gorê rake û li
firokxaneya Hewlêrê , li Kurdistana azad , li pêşwaziya
Cengawerên "anfalan", li lehengên govenda jiyanê, li
Barzaniyên nemir temaşa ke...Bixwîne |
|
|
|
|
26-02-2008: Beyanname
dijî hêrişa leşkerê Turikiya bo Kurdistanê |
|
|
 |
Em bi navê tevaya
endamên yeketiya nivîskarên kurd - Duhok, evê hêrişa dijwar
û hovane ya leşkerê turkî ya berfireh dijî herêma Kurdistanê
bi behaneya jinavbirina çekdarên Pkk ê ku kêşeyek e navxweyî
ya Turkiya ye û pêdivî ye bi rêkên diyalog û aştiyane di nav
welatê xwe de çareser bikin. Em vê hêrişê riswa û şermizar
dikin.
Ev bezandina sînorên herêma Kurdistanê û têkdana jêderên
abor û jiyara xelkê hejarên gund û deverên ser sînorî mîna
şikandin û jinavbirina çendîn pirên xizmetgozarî ku hijmarek
e zor a gundên Kurdistanê û li gel bajêrên pêkve girêdidan,
Bixwîne |
|
|
|
|
Bêje wan bila min nekujin" Çîroka: Xwan
Rolifo" Wergêrana: Hesen Silêvanî |
|
|
 |
* Bêje wan bila
min nekujin, dê Xusitîno here bêje wan da min nekujin, bêje
wan bila qenciyekê di gel min bikin û min bihêlin.
- Ez neşêm, şawîşekê li wêderê naxwaze çi tiştî ji te
bibihîze.
- wê bike ewa ez dibêjime te, tirsê yê kiriye xweş mirov,
bêje wan bila wesan nekin bo xatira xwedê,
-Kar bi tirsê ve ne girêdaye, bawere tenê divên te bikujin û
min nevêt careka dî bizivirme ve nik wan.
Bixwîne |
|
|
|
|
Festîvala
helbestvanê mezin yê kurd Cigerxwîn |
|
|
 |
Di rojên
10,11,12/02/2008 vestîvala helbestvan Cigerxwîn li Hewlêrê,
hola Pêşewa hate li darxistin, ev festîval bi çavdêriya
serokê hikumeta herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de bû û
ji aliyê wezareta rewşenbîrî ve ku komîteyek ji bû festîvalê
hatbû hilbijartin bi rêve cû, di nava festîvalê de gelek
nivîskar, rojinamevan, wêjevan û rewşenbîr ji herêmê û her
sê parçeyên kurdistanê û derveyî welat amedebûn, lewma ev jî
sedemek bû ku bihtir festîvala rengekî netewyî bigire û
bihtir nivişkarên amede li hev nas bikin, dîsan ji malbata
helbestvanê mezin jî neviya wî û kurê wê Keyo û gelekên dî
ji amede bûbûn.
Bixwîne |
|
|
|
|
Bo cara 1 ê şanoya ( Waiting
for godot - li benda Godot î) li hola yeketiya nivîseran
hate pêşkêşkirin: |
|
 |
Li roja pêncşembê
rêketî 07-02-2008 û li jêr çavdêriya yeketiya nivîskarên
kurd tayê Duhokê, şanogeriya " waiting for Gogot" a
nivîskarê navdar Samoêl Bêkit, ji aliyê xwandkarên kolîja
adabê, zankoya Duhokê hate pêşkêşkirin. Ew şano ji
amadekirin û deranîna mamosta Huda M. Salih bû, mamostaya
beşê ingilîzî li kolîja adabê. |
|
|
|
|
Ebdulrehman Mizûrî û
semînarek bi navê" Kawe ê asinger, efsana nû hatiye
çêkirin": |
|
 |
Li roja çarşembê
rêketî 06-02-2008 nivîskarê dûrî welat Ebdulrehman Mizûrî
semînarek dîrokî bi navê: Kawê ê asinger, efsana nû hatiye
çêkirin, li hola yeketiya nivîskarên kurd tayê Duhokê pêşkêş
kir. Hêjayî gotinê ye ku danûsitandin derbarê hindek xalên
giring ên semînarê ji aliyê amadeyan ve bi nivîskarî re hate
kirin... semînar ji aliyêî nivîskar Enwer M. Tahir ve hate
birêvebirin. |
|
|
|
|
Dr. Bêwar Xinisî û semînarek
derbarê petrolê li Kurdistan û Irqaê |
|
 |
Wek berdewamîdan
bi werzê xwe ê rewşenbîrî, yeketiya nivîskaran li roja
pêncşembê rêketî 31-01-2008 nivîskarê Dr. Bêwar Xinisî
daxwaz kir ji bo semînarek taybet derbarê petrolê wek rol,
giringî û bilindbûna buhayê wê li deverê. Li dawiya semînarê
hindek pirsyar ji aliyê amadeyan ve hatine kirin û semînar
pê dewlemend bibû. Hêjayî gotinê ye ku semînar ji aliyê
birêz Hesen Silêvanî ve hate birêvebirin. |
|