Malper

   Nûkirin :17/02/2008

Bike di favorîtê de‌ 

info@duhokwriters.net

 Website statistieken Amar  


Malperê fermî ê yeketiya nivîskarên kurd-Duhok
Sernivîskar:
Sebrî Silêvanî
Email: sebrisilevani@yahoo.com
Tel: 00964-750 - 4177409
 
Desteya Nivîskaran:
Mesûd Xelef
Şemal Akreyî
Kemal Silêvanî
Salih Xazî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

RONAKBÛN AZADBÛN E

Zagros Rihayi

Mirovê hînî hizirandinê dibe, dikeve nava rê û şopên lêgerînên bêsînor. Lewra hînbûn dibe karê wî yê sereke. Her hînbûn di mejî, giyan û dilê wî de dibe çilkek ronî, wexta çilkên roniyê bi ser hev de weke deryayekê dicivin, wê wextê tevî mejî, giyan û dilê mirov, bergeha mirov a jiyanê jî tarîtiyên nezaniyê rizgar dibe.
Gava mirov vê derya zanînê, li gor şênberiya şert, derfet û rastiya jiyanê bi kar bîne, dikare riyên serkeftinê vebike. Mirovê serkeftî, dikare di kesayeta xwe de xwebûneke resen ava bike, lewra mirovê bigihê asta xwebûnê zana ye, ronak e. mirovê zana û ronak dikare azad be, ji ber ku di asta xwenasînê de ye û xwedî biryarên xwe ye.
Li gor nêrîna min, bidestxistina azadiyeke mezin, bi qetandina sînorên tarî yên nezaniyê ve pêkan e. Di nava civaka Kurd a heyî de, mirov dikare vê yekê çawa rave bike, yan jî binirxîne? Bêguman rasteqîna asîmîlekar û înkarî ya ji aliyê serdestan ve li ser gelê me hatiye û tê sepandin li ber çavên her kesî eşkere ye. wexta ku ji aliyekî ve nirxên me yên çandî vedidizin û bi qedexeyan ve nirxên me yên bingehîn weke ziman, perwerde ûwd. tune dihesibînin, ji aliyê din ve jî bi riya oldarî yan jî tarîqetan ve zanîn û hesta mirovên me yên netewî pûç dikin. Her wiha di vê mijarê de gelek xalên ku divê mirov li ser hûrbibe û bi şêweyeke dorfireh dahûrîne hene. Li hember van rasteqînên ku ji aliyên serdestan ve tên sepandin, weke netewa Kurd pirseke wiha derdikeve pêşberî me, “riha azadiyê di ku re derbas dibe?” ku divê bi leztirîn were bersivandin.
Eşkere ye ku di hemû civakan de rênîşanêr û rêber mirovên xwedî hizir in, yanî mirovên ronakbîr in. Gelo ev rastî di şênberiya Kurdistanê de çawa pêk tê? Bêguman netewa me jî xwedî gelek rewşenbîran e, lê gelo ma di nava rewşebîrên me de hizreke yekgirtinê ya li ser esasê armanca ronîkirina gel peyda ye? li gor min ev yek mijareke girîng a li ser lêhûrbûnê ye, lewra her çi rewşenbîrek çiqas jîr û zana dibe bila bibe, bi tena serê xwe nikare hêza ronîkirina gelekî weke kurdan raber bike. Lewma hewceyî di asta netewî de bi yekgirtina hizreke hevpar a rewşengeriya Kurd heye.
Weke rewşenbîrên neteweke bindest, gelek kompleksên cihê yên rewşênbîrên me hene. Di gelek kesan de jî li şûna berjewendiya netewî, berjewendiya kesî li pêş e. Her çiqas bi me zehmet were jî ev rastiyên me yên eşkere ne.
Weke her kes dizane ji bo gihandina asta ronîbûna rast bi qandî hewl, ked û westanê, feraseta rast jî xwedî bandoreke diyarker e. Lewra rewşenbîrekî bi feraseteke rast nêzî ronîbûnê nebe, nikare ronakbûneke rast bi dest bixe û bibe xwedî vîneke azad.
Hevalên hêja em dibin rejneya gule û bombeyên serdestan de hînî hizirînê bûn ku bi vê sedemê niha gelek mirovên me yên hizrînêr li mişextiyan in, durî welat in. Lewra di erdnîgariyeke weke Kurdistanê de –ku bi rastî jî bedewiya wê bûyê bela serê wê- bedêla hizirandinê gelekî giran e. ji ber ku hizirîn bi xwe re lêgerînê tîne, lêgerîn ronakbûnê û ronakbûn jî azadiyê. Lewra ji ber giraniya vê bedelê gelek mezinên me, canê xwe dan, hîna îşkenceyan dixwin, lêdanan dixwin û bi salên dirêj in ku di tarîtiya zindanan de li ber rizîbûnê ne.
Ji ber van xalên eşkere daxwaz û hêviya min ew e ku hemû rewşenbîrên kedkarên zanînê yên vî gelî ku hînî hizirandinê bûne û di riya ronakbûnê de ber bi azadiyê dimeşin, li ser esasê feraseteke rast a rewşenbîriyê milên xwe bidin hev û di oxira ronîkirina gelê xwe de xebatê bimeşînin.
Her dilopa nû ya roniyê, dê behra zanîna hizir mezintir bike û gaveke din ber bi azadiyeke giranbiha bibe. Ji lewra afirandina civakeke zana û ronak afirandina azadiyê ye. berovajiyê vê xeniqîna di tarîtiya nezanînê de ye û jêçûna ji rûpelên xubarî yên dîrokê ye.
 

 


Naverok