Malper

   Nûkirin :29/01/2008

Bike di favorîtê de‌ 

info@duhokwriters.net

 Website statistieken Amar  


Malperê fermî ê yeketiya nivîskarên kurd-Duhok
Sernivîskar:
Sebrî Silêvanî
Email: sebrisilevani@yahoo.com
Tel: 00964-750 - 4177409
 
Desteya Nivîskaran:
Mesûd Xelef
Şemal Akreyî
Kemal Silêvanî
Salih Xazî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ji weşanên Êkîtiya Nivîserên Kurd-Duhok
 
Amedekirin: Yasir Dildar
 
Di berdewamiya pirojeya weşana pirtûkan de, Êkîtiya nivîserên kurd – Duhok û berî sala 2007 bi dawî bihê 10 pirtûkên nû çapkirin û xisitine di ber destên xwendevanan de û di axaftinekî xwe de serokê Êkîtiya nivîserên kurd-Duhok Hesen Silêvanî tekezkir ku ew ê berdewambin ji bo piroja weşana pirtûkan ku ji sala 2004-2007 wan 121 pirtûk çapkirine.
Pirtûkên ku berî sala 2007 bi domahî bihê û hatine çapkirin ev bûn:
 
1-
Navê pirtûkê: Çend hizrên rewşenbîrî.
Mijar: Gotar.
Nivîskar: Nacî Taha Berwarî.
Derhênan: Mihemed Elî.
Jimara sipardinê: 1250.
Çapxane: çapxana Hawar-Duhok.
  Ev pirtûka ji 114 rûpelên navîn pêk hatiye û di nav xwe de çend gotarên rewşenbîri hemêzkirine ku her yek ji wan mijarekî diazirîne û hizirekî nû ji bo wê mijara hatî hilbijartin pêşkêş dike.
 
2-
Navê pirtûkê: Geryaneka bê hode.
Mijar:Çîrok.
Nivîskar: Nefîsa Îsmaîl.
Derhênan: Mesûd Xalid Gulî.
Jimara sipardinê: 1240.
Çapxane: çapxana Hawar-Duhok.
   Ev pirtûka ku ji 21 çîrokên chemereng pêkhatiye û di nava 70 rûpelên navîn de cih girtine nivîskarê di diyariya vê pirtûka xwe de weha gotiye:" van peyvên xwe dikim qorbanî bo wan kesên herdem û li her warekî li peyva azadiyê digerin".
 
 
3-
Navê pirtûkê: Ger tu mabayî.
Mijar:Helbest.
Nivîskar: Selman Şêx memî.
Derhênan: Mihemed Mela Hemdî.
Jimara sipardinê: 1256.
Çapxane: çapxana Hawar-Duhok.
   Pirtûka Ger tu mabayî ji 165 rûpelên qabara navîn pêkhatiye û di nava pirtûkê de helbestên nivîskar her ji sala 2000 ta ku sala 2007 têde cih girtine û di helbestekî de ku nivîskar peyvên wê li bergê domahiyê yê pirtûkê bicih kirine weha dibêje:
" ger ez mirim,
Tu maye sax,
Bizane,
Viyana caniya te bû,
Di dilê min de…. Gul û dax"
 
4-
Navê pirtûkê: Aryana sînorên dûr.
Mijar:Helbest.
Nivîskar: Mesûd Xelef.
Derhênan: Rênas Hesen.
Jimara sipardinê: 1247.
Çapxane: çapxana Hawar-Duhok.
     Ev pirtûk ji komeka helbestên cuda cuda pêk hatiye ku nivîskar têde xwestiye wan sînoran derbas bike û Aryana sînoran kêm bike û ev pirtûk ji 68 rûpelan pêk hatiye.
 
5-
Navê pirtûkê: Leşê şevê.
Mijar:Helbest.
Nivîskar: Selam Balayî.
Derhênan: Mesûd Xalid Gulî.
Jimara sipardinê: 1251.
Çapxane: çapxana Hawar-Duhok.
 
   Leşê şevê pirtûka ku ji 91 rûpelan pêkhatiye û di nava xwe de 25 helbestên nivîskarî hemêz kirine. Di helbestekî de bi navê Enfal nivîskar weha dibêje:
" Enfal…!
Ey peyva kirêt
Ey peyva di çi ferhengan de nehête hewandin
Kê tu navkirî..!
Kê tu firşik kirî?!!"
 
6-
Navê pirtûkê: Şeva domahiyê.
Mijar:Çîrok.
Nivîskar: Celal Mistefa.
Derhênan: Mihemed Elî.
Jimara sipardinê: 1247.
Çapxane: çapxana Hawar-Duhok.
 
   Ev pirtûk ji 104 rûpelan pêk hatiye û di nava xwe de 11 çîrok hemêzkirine ku her yek ji wan mijarekî di azrîne ji bo xwendevan û nivîskar ev pirtûka xwe kiriye diyarî ji bo her du nivîskarên wexrekirî, (Selman Kovilî û Yûnis Ehmed).
 
7-
Navê pirtûkê: Awazên Xameyî.
Mijar:Lêkolîn û rexne.
Nivîskar: Nî'emetullah Nihêlî.
Derhênan: Mihemed Mela Hemdî.
Jimara sipardinê: 1246.
Çapxane: çapxana Hawar-Duhok.
 
   Ev pirtûka ji 160 rûpelên qabara navîn pêk hatiye ku di nava xwe de komek ji vekolîn û deqên rexneyî yên nivîskarî digire û her yek ji wan mijarekî di azrîne ku nivîskar xwestiye bi çavê rexnê wan deqan pêşkêşî xwendevan bike.
 
8-
Navê pirtûkê: Kolana zimanî.
Nivîskar: Dr. Fazil Omer.
Derhênan: Îsam Hecî Tahir.
Çapxane: çapxana Hawar-Duhok.
 
9-
Navê pirtûkê: Sîseban.
Nivîskar: Hizrvan.
Derhênan: Şivan.
Çapxane: çapxana Hawar-Duhok.
 
10-
Navê pirtûkê: Dalehiyên kesekê bi tinê.
Nivîskar: Dr. Arif Hîto.
Çapxane: çapxana Hawar-Duhok.

 



Naverok