Malper

   Nûkirin :28/05/2008

Bike di favorîtê de‌ 

info@duhokwriters.net

 Website statistieken Amar  


Malperê fermî ê yeketiya nivîskarên kurd-Duhok
Sernivîskar:
Sebrî Silêvanî
Email: sebrisilevani@yahoo.com
Tel: 00964-750 - 4177409
 
Desteya Nivîskaran:
Mesûd Xelef
Şemal Akreyî
Kemal Silêvanî
Salih Xazî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Zimanû Girêdayî : Seyid Feysel Muctevî

 

 


Çi bela mi ser te dîtin
Ez û tu bi hevre girtin
Birin em kirin bi hebsê
Ji me rojekî nexvş bû
Sitema şeva sitembar
Neveye zimanê kurdî?

Ezm,ez Ėrb Şemo me
Ji mi sirgonî nivîsîn
Mi ji te uomir fidakir
Tu ji lêvê min coda kir
Mi tu pê qelem nivîsî
Neveye zimanê kurdî?

Ezm,ev Havara kurdî
Nivîsa Emîr Celadet
Ku bi tîpê nû nivîsîn
Qiseyên zimanê dayê
Bi tenê bi dike xûnîn
Neveye zimanê kurdî?

Te ji bîre Apo Sebrî
Tu Qenati qet dinsaî
Tu ji Qedrcan dipisî
Û ji nûridîn ji zaza
Se te dil dibin cigerxûn
Neveye zimanê kurdî?

Serkê şehîdê kudan
Ji Riza û Şêx û Qazî
Serê darê hilbijartin
Ku tu mandigar bimînî
Bikevî serê zimanan
Neveye zimanê kurdî?

Hemî şêr û qehermanan
Tu bi can û dil bijartin
Ku nebî tu asimîle
Ketin hindirê çiya da
Û şehîdketin kirîne
Neveye zimanê kurdî?

Çi bi qîmetek giranî
Mi guher bi dest anî
Dibe muft û merhaba ez
Te bidim bi kerke nanî?
Ne,tu heybeta xudayî
Neveye zimanê kurdî?

Bavirim nîne tu kurdek
Ku ziman bêxe mezatê
Û zimanên di xeberdet
Eve fêlek dine nûye
Disepînit bi gelê me
Neveye zimanê kurdî?

Ezê tev bav diyan bim
Ku bibit cejn mubarek
Hemî dê kurdî bixvînin
Heya cûckên serê daran
Eve dê cejna ziman bit
Neveye zimanê kurdî?




Seyid Feysel Moctevî
Sine 2008-05-14




 


Naverok