Malper

   Nûkirin :24/05/2008

Bike di favorîtê de‌ 

info@duhokwriters.net

 Website statistieken Amar  


Malperê fermî ê yeketiya nivîskarên kurd-Duhok
Sernivîskar:
Sebrî Silêvanî
Email: sebrisilevani@yahoo.com
Tel: 00964-750 - 4177409
 
Desteya Nivîskaran:
Mesûd Xelef
Şemal Akreyî
Kemal Silêvanî
Salih Xazî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

GUNDÊ ME
Seîdê Sîsî


Gundê me
Gula nav gundan
Serkeniya rindan
Bi ava sar
Bi çiyayên bilind
Û şehfir,
Şarge...
Koka me
Koka Kurdan
Wek koka dareka çinarê
Di nav gund de reh û rîtal daye
Tenûreke germ
Jinên nanpêj û bi şerm
Nan dipatin...
Derdor tijî mirîşk
Li dora tenûrê çirtik didan
Jinan, jinên merd
Rûnê berkê û nanê germ
Dixistin nav hev
Dikirin hevrîşk...
Darê sewlan, bihan, hewran
Sêv û xoxan
Û bi dehan tewirên dî...
Baxê mêwan
Baxçeyê gulan
Zeviya bostanan, zerzewatan,fêkîyan...
Zarûk û zilam
Ji xwe re karker ji xwe re xulam
Bi tore û reng
Bi evîn û beng
Gundê şên û şa
Mirovên rûken
Jinên çak û dilşa
Nimûneyek ji gundan bûûû.....
Gundê min, Sîsê
Ne tenûr ma
Ne bax
Ne baxçe
Ne rez
Li me reş kirin cerg û bez
Tenûra me sar ma
Kuçikê me xar ma
Ne mehîr pijîya
Ne jî nanê germ
Rûxandin banan
Di yek rojek de
Xwîna bîst û heft însanan rijîya
Însanên êrî, bêrî, bê guneh...
Gund hatin şewitandin
Diwar hatin rûxandin
Yuzbaşiyek kinik
Bû qatûlê bîst û heft kesan
Yek ji wan Wisivê dînik
Term li ber term
Mewicîn bi xwîna germ
Serê wan li nik hev
Li ser axa nerm
Rojek Gulanê
Gundîyan
Şehîdên xwe temirandin
Bi rewş û toreya dîlanê
Bi tilîlî qîrîyan
Bi hilîlî giriyan
Gudê Sîsê sê sed mal
Li erdê rûxiya
Bê mal û bê hal
Duh Saddambû
Îro Roma reş
Farisên bextereş...
Koma milletan?
Komeke sosret
Em di rêya maf de
Ew di rêyek dî de
Em dê heqê xwe bigrin
Di kesayetiya
Bîst û heft şehîdên gundî de...


 


Naverok