Malper

   Nûkirin :29/01/2008

Bike di favorîtê de‌ 

info@duhokwriters.net

 Website statistieken Amar  


Malperê fermî ê yeketiya nivîskarên kurd-Duhok
Sernivîskar:
Sebrî Silêvanî
Email: sebrisilevani@yahoo.com
Tel: 00964-750 - 4177409
 
Desteya Nivîskaran:
Mesûd Xelef
Şemal Akreyî
Kemal Silêvanî
Salih Xazî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

... û giriya : Omer Dewran


 
Ev çiya dergevanê welatê çilpîne ye.
Ev çiya bi tena serê xwe ye, hindek çiya hene, çiyayên din di binçengên xwe de vedişêrin û wan hembêz dikin û di bin sîbera xwe de wenda dikin. Ji ewran re cîran, bi stêrkan re heval in. Serên wan her tim, bi mij û dûman, berf û baran in.

Lê ev çiya bê heval û hogir e. Tenê, li nava du deştan tik û tenê ye

Di nava deşta Bazîdê û Îgdirê de serê xwe bilind û bilind radike. Bi tena serê xwe li wê derê bêxem radiweste. Carna dîn dibe, hêrs dibe. Di himbêza xwe de, kendal û zinarên asê û berz xwedî dike. Hênasa wî tofan û bobelateke tirsnak bû.

Ev çiya ji bo niştevanên hawîrdorê hêvîdariyeke pîroz e. Bendewariya roja teng e. Ev çiya, di hinava xwe de, qasî kendal û zinaran, hêviyê dihewîne.

Ev çiyayê agirbêj, tirsnak û mezin, hemû agirê xwe pijiqandiye deşta xwe. Mirovên vê xaka bi xêr û ber, xezeba wî bi çavên serê xwe dîtine. Ev çiya çend dîn û har e, hinde jî dost û yar e.

Ev çiya, çiyayê Agirî ye.

Dibêjin; gotegot û galegale.

Du xûşk hebûn. Ji hev re nifirên bêderman dikirin. Xûşka mezin dibêje: “Tu bibî çiya, çiyayekî hişk û ziwa. Tenê mar, mişk û dupişk li ser serê te bigerin.”

Ya biçûk jî, xwe negirt û bersiv da:

“Tu jî bibî çiya. Çiyayekî ku, mij û moran, berf û baran çi carî li ser serê te kêm nebin.”

Evcar Yezdan her du nifiran jî pêk dihîne û her du xûşkan dike çiya. Êdî ya mezin dibe Agiriyê mezin û ya biçûk jî dibe Agiriyê biçûk

Ji ber vê yekê, akinciyên dewrûberê ji wan ditirsiyan. Lê, di heman demê de, evîndarê wan bûn û mirovên vê deverê nav li wan her du çiyan kiribûn, navê wan Girîdax bû. Cote Girîdax. Van her du giran, her der dax kiribû û li ser her derê dirûva xwe çêkiribûn û şopa xwe vekiribûn.

Ev her du çiyayên bedew bibûn sonda baweriya herêmê. Gava bi cote Girîdaxan sond bixweribana, eve dibû peyveka baweriyê û rastbêjiyê.

“Tirs maka baweriyê ye, her bawerî emrazê tirsekê ye. Tirs destebirakê derewaye. Derew çêlika tirsê ye. Agirî tirsnak, Agirî bawerpêkir, Agiriyê şêt, Agiriyê warê bêwaran”

Bedewiyeke pak li ser bejna wî bû. Berfa li ser eniya wî bi ewran ve dihate pêçan, wekî laçika jinebiyekê. Lutkeya wî sivdera Xweda û Xwedavendan bû.

Ev çiya dibû mêvanê xewna mirovan. Rojek dê bêt, mirovên vê xaka sar, dê vê mirazê xwe bigehînin nava wan ewrên ku berfa Agirî pêçaye. Gelek ji wan negehîştin vê miraza xwe. Miraza xwe avêtin terka hespên zarokên xwe, neviyên xwe û çirçirkên xwe. Rojek wê bêt û ev çiya dê bibe meydana govenda xirpanî.

Rêwîtiya vî çiyayî, ji her kesekî re derd û kulek bû... hindek çûn û di nîvê rê de, vegeriyan, şikestin, têkçûn û mirazê wan di çavên wan de ma.

Çiya û mirov, di nava berîkana hêzmendî, dilsozî û palpiştiyê de bûn.

Agirî perda keçaniya asîman diçirand û zarokên agirî bûn şilî, berf, zîpik, ba û bahoz. Her baraneke ku dibare ji bo Agirî dibe mizginiya nifşeka nû.

Ew û birûsk di pêşbirka agirpekandinê de bûn. Rengê çiya weke keskesoran bû. Keskesorê xwe li vî çiyayî nîşan dida.

Çivîkên vî çiyayî baskên xwe yên belek belekî bi bayê wî ve dadigirtin, sîbera xwe didane ser deşta Bazîd û Igdir ê. Mako, Êrîvan û Nexçivanê ji dûr ve dêna xwe didane wan.

Rûyê wî di bin taraya sîberê de ye, quntarên wê bi tîrêjên rojê ve dihate xemilandin. Mij weke pêlên deryayekê geh bilind dibû û geh jî nizim. Carna sayî carna jî mij û moranek li dor serê wî digere.

Agirî, dilê zoman.

Yê zoman, yê gulan, yê sarincan, yê giyayên biyanî.

Av ji sertarê dihêt, lîlav dihêt.

Ar dihêt, giyan dihêt, jiyan dihêt.

Lîlav sar, sar hênik, hênkayî daxwaziya giyanewarê havîna har e.

Jiyana berxikan bi zertavê ve dest pê dike.

Çavên yaran, dibe awêneya asîman.

Agirî bêziman û pirzana ye. Rindiya wî zimanan lal dike.

Li ser sînga Agirî evîndarek digere.

Çi evîndar û yê kê?

Çi, Çima?

Nahête zanîn, nahête pirsîn.

Wargehê mirîşka melisî û gula çilmisî li jiyanê digerin.

Evîndarê dawiya xwe, ka dê li ku asê bibe, em lê binêrin.

-Min bihîst tu dixwazî ji vê derê biçî !?

Hemberî vê pirsê, piçekî bêdeng ma. Ew qirşa ku hûrik hûrik pê ser erdê xîz dikir, ji destê xwe avêt, serê xwe rakir, awirên xwe ber çavên wê da û got:

-Erê.

Bi dengekî qurifî, bêyî hizir li pey pirsa xwe çû:

-Te ji vê derê hez nekir, ma tu yê biçî ku?

Carekê destê xwe li nav porê xwe gerand, keserek veda û got:

-Ez jî nizanim, lê divê, ez ji vê derê biçim.

Piştî vê bersivê, her du jî qederekê bêdeng man. Li hev nihêrîn. Çavan pir tişt ji hev re digotin. Deng nîne. Çav diaxivin.

-Ma egerek wesa nîne ku te li vê derê bihêle, tu ji bo çi diçî?

Serê xwe bilind kir, hindekî qalpaxa çavên xwe daxist, tûj û dirêj li dûr nihêrî, bi dengekî tijî keser û axîn got:

-Ji avê pirsîn, çima tu deng didî?

Avê got: “Hevalên min kevir in, lewma.”

Tu dizanî gava av dikeve cihê teng, deng dide!?...

Her pirseke nû barê bersivan giran dikir, her peyv weke tîreke tûj ji kevana xwe difilitî û li ser sîngê diçikiya.

-Ma tu neçî, nabe?

Biryara ku dihate danan, ne hêsan bû.

-Ez li vê derê bimînim, dê çi bihête guhertin. Divê, ez ji vê bîra kur derkevim.

Êdî peyv, ji parzûna hizir nediket. Ji dev difilitî, dipekiya û li cihên nepenî asê dibûn.

-Tu tenê ji bo xwe hizir dikî û ji bo canê xwe dixwazî.

Ev gotin dihête çi wateyê. Gelo rexneye, yan tewanbariye, yan ...!?

-Xwezî min bikaribûya bi tenê ji bo xwe biryar bidaba û hizir bikiriba. Lê ...

Ew werza ku sar bibû careke din nerm bû, gotin ji dil derdiketin û pirekê digeriya ku di ser re derbaz bibe.

-Ma tu bimînî dê ne baştir be? Te li vê derê wenda kir, tu dikarî dîsa li vê derê peyda bikî û bibînî. Ji ber ku te li vê derê wenda kiriye divê tu li vê derê jî lê bigerî.

Rojhat, her du destên xwe ji pişt ve dane ser hev, serê wî di ber wî de, çend gavan çû û hat.

-Ma tu dixwazî, ez li vê derê bimînim?

Weke zarokekê ku bavê wê daxwaziya wê pêk bîne şabû. Wek hêviya vê axavtinê bû, lê bi dengekî lerzok û şermok û bi hejandina serê xwe ve got:

-Belê, lê divê tu di biryara xwe de, azad bî.

Rojhat, mirovekî têgihîştiye, xortekî bejinzirav, çavbelek, simbêlekî reş li ser lêvane û rûyê wî dixemilîne. Dilkêş û dilsoziya wî bala mirovan dikêşîne.

Bilive lêve, ew dizane çi li ser deve.

Bi xendeyeke zirav û bi dengekî nîv henekî got :

-Ez bimînim, dê ji bo te ne baştir be ha!

Rengê wê hate guhertin, dêmên wê ji yê berê sortir bû, bîbîka çavên wê şil bû, lêvên gezok lerizîn, êdî veger nîne û got:

-Erê...ma çi...?

Got û dawiya axavtina xwe ya ji dev derdiket, bi girtina her du lêvên lerzok ve bi şidyayî girêda. Piştî peyva “çi” dumahîka wê neanî. Rojhat ev tişte girt û got:

-Belê te çima devê xwe girêda, tu dikarî bi aşkira biaxivî. Pir rehet û bê fedî, çi dixwazî bibêje, guhê min li te ye.

Delalê hember vê axavtina rasterast ne amedebû, weke ketiye goşeyeke teng ku çi rêk nîne bifilite, dewrûbera wê hatiye girtin, xwe mit kir û bêdengî helbijart. Lêvên wê bi hev ve çesp bûn.

Lêv, hosteyê peyv û deng e, tenê ew dikare per û baskan bi gotinan ve bike û bifirîne.

-Ma tu hêj nikarî daxwaziya dilê xwe jî bibêjî. Tu çi pepûkî!

Vê gotinê ew êşand, anora wê da ber qamçiyan, hem jî tûjand û pîj kir, xwe ranegirt û got:

-Peyv zindana hest û ramanê ye. Hindek caran axavtina bêpeyv û bêdeng bêtir watedar e.

Rojhat bi dev li ken û çavên birqokî, li wê dinihêrî. Delalê piştî ku axivî serê xwe daxist. Rojhat got:

-Bihêle bila peyvên te mîna lehiyekê biherike. Bila deng ji hinava te bihêt, guhên rex cênika min mist bide, bişo.

Delalê dixwest naveroka mijarê dîsan vegerîne destpêkê.

-Tu ji ber binketina xwe direvî. Kes nikare te ji ber binkeftinê tewanbar bike. Heger wesa bibe divê ez di guhertina şev û rojê de jî hindekan gunehbar bibînim, ji bo çi xwe diguhure? Eve jiyane, yasayên wê hene û bi rê ve diçe, em jî beşekî vê jiyanê ne.

Rojhat li hember vê bersîvê bê çare bû, bersivên ku bide dizanîbû dê sivik bimînin û got:

-Hindek caran baştirîn çare rev e.

Delalê bi serê lêvan got:

-Dest ji gotinên bav û kalên xwe berde.

Rojhat bi şermeke nediyar serê xwe tewand hindekî rawestiya û axivî.

-Tu dizanî ez bimînim dê axiriya vî tiştî bibe gijika ereban. Ez dê bibim egera dahatûya te. Ez mirovekî netebitîme. Tu vê yekê jî dizanî?

Rojhat piştî vê axavtinê hindekî rawestiya, qederekê deng nekir, pişt re axavtina xwe berdewam kir.

-Divê, êdî tu bi xwe bikaribî rewşa xwe dabîn bikî. Weke berê em nikarin her tim bi hev re bin, em ji bo karê şoreşê hatine, wekî din karê me nîne. Tiştê ku tu ji min dixwazî dûrî pîvan û jiyana me ye.

Delalê bêhedar guh dida van gotinan. Tengijî û got:

-Ez, ji te tiştekî naxwazim, tenê vê yekê dibêjim; “tu biryarên xwe pir zû û erzan didî.” Dê dawiya vê biçe li kû asê bibe tu jî nizanî. Ev rêveçûna te metirsiye, hem ji bo te, hem jî ji bo kesên di bin serweriya te de kar dikin. Her wekî din ew tiştê ku tu di derbarê jiyana vê derê de dibêjî, ez jî dizanim û agehdar im. Lê rêbazên vê derê rabûrduya mirovan, dîroka jiyana wan binax nake, zêdebarî baweriya wan xurt û zexim dike, dixemilîne.

Delalê piştî axavtina xwe li rûçikê Rojhat nihêrî, dixwest helwesta wî li ser rûçikê wî bixwîne. Wê dît ku Rojhat naxive, careke din gotin ajot:

-Te ez fêrî vî karî kirim. Min çi dizanîbû ku şoreş çiye? Serdestî û bindestî çiye. Te ev têkoşana ha bi min da nasîn. Min ji te bawer kir û rêka te şopand. Tu mirovekî hêzdar û zîrekî.

Rojhat bi xemgînî serê xwe rakir

-Delal, sipas hevalê. Te ez dilşa kirim. Bawer bike ev xelateke mezin bû ku te da min. Rast e, min hingê digote te, lê niha tu bûyî pêşenga min.

Delal, ketibû nav keftûlefteka giran. Hênaseka kur kêşand û dûmahîka axavtina xwe anî:

-Berî çend rojan min di radyo de çîrokek guhdar kir, pir xweş bû.

-Li ser çi bû? Ka bibêje!...

-Çîroka hevaltiya du kesan bû. Du hevalên canecan, gelekî rastgo û dilsozê hevûdu bûne. Ji zaroktiyê heta mezinbûnê hîç ji hev veneqetiyane. Di demê xortaniya xwe de jî pêk ve diçine leşkiriyê. Di leşkiriyê de jî her du heval di heman tîma leşkirî de kar dikin. Rojekê tîma wan dikeve şerekî giran. Di vî şerî dijwar de, yek ji wan giran birîndar dibe. Cihê birîna wî jî gelek dijware. Çi kes nikare xwe bighîne wî da ku birîna wî bipêçe. Ji her derê ve gule dibarin û rewşa timê gelekî xerabe. Hevalê din xwe ranagre û dixwaze biçe hevalê xwe ji wê cihê mirinê rizgar bike. Lê fermandarê grubê nahêle. Fermandar bi zimanekî eqilane dibêje; “nexêr, gava tu biçî tu jî sax venagerî, ez nahêlim tu biçî, ji xwe ew hevalê me şehîd bûye, hewce nake tu biçî, bila şer hindekî raweste emê termê wî bînin.” Piştî axavtina fermandar, ew heval xwe ranagire û diçe. Diçe termê hevalê xwe pişt dike û ji nav wan gulebaranê derdixe û dihîne pêş fermandarê xwe.
Fermandar dibêje wî; “ma te anî vê derê, eve hêjayî anînê bû?” Got; “belê hêja bû”. Fermandar got; “ka bibêje hêjayî çi bû?” Got; “hêja bû ji ber ku min peyvên wî yên dawiyê bihîst”. Fermandar got; “peyvên wî çibûn?” Hevalê wî bi dengekî sist got; “got, min dizanibû tuyî werî min bibî”.

Delalê, piştî vê axavtinê xwe ranegirt, çavên wê tijî bûn, kelûgirî bû. Rojhat destmala xwe derxist û dirêjî wê kir.

-Haa çavên xwe ziwa bike, dê bibînin ne baş e.

Delalê çavên xwe paqij kir û destmala Rojhat lê vegerand.

Destmala min bi hêsrên şor ve şil bû

Dilê min bi hebûna te ve kor û kul bû

Rojhat, ji mebesta vê çîrokê têgehiştibû, serê xwe hurik hurik xurand, heta ber dergeh çû, pişta xwe da sitûna nava jûr û got:

-Tu heta beyanî rê bide min, hindekî hizir bikim. Baş e?

Dê beyanî bersîveke çawa bihêt ne diyare. Wê rojê jiyan qerisîbû, li pêş çavên Delalê, hemû tişt hişk û ziwa bibûn. Roj derbaz nedibû tarî bibû serdestê demjimêrê û hetav ji xewa tiral şiyar nedibû. Lêvên xwe gez dikir. Peroşeke sorereng li ser canê wê digeriya .

Bersîv hat:

Tu ava bîrekiyî li ser rêka min, hindek kes lingên xwe pê dişon, lê ez rûyê xwe.

Ezê bimînim li ba te

Ezê bimirim ji bo te .

Delal ji nû ve hatibû jiyanê. Baskên wê nebûn, lê ser ewran difiriya. Her der, her tişt, li ber çavan bibû jêdera evînê. Wê gavê ji her kesî hez kir, bi rêz bû, hêzdarbû.

Çavên dil kor e....

Pirsên sêwî konê xwe li ser hizra wî vegirtibûn. Pirs bibûn girikeka kor û lid or sere wî girêdabû. Rojhat di nav pirs û bersivên nakok de bû û goştê cane xwe qetqetî dikir.

Heger mirov dikare bibe sedema kenê dor lêvan û dibe egera şahiyeke dilekî tenik jî, divê mirov bijî. Heger hebûna te, dê bibe hêza ciwanî û bedewiyê, ma tirs çiye? Ji çi û çima bitirsî. Ma her tişt ne ji bo vê dîmenê ye?

Piraniya biryarên xwe em bi xwe wernagirin. Ew, ji cihekî ji derve dihên. Gelo em bi zor û zebirê ve xwe didine bawerkirin ku van biryaran em bi xwe werdigrin?

Serkeftin; xwe xapandine. ji ber tirsa tinebûn yan jî tenhayî û azadiyê, em hêza xwe li ser derewan dirust dikin, li dûv tiştê ku ji me dihête xwestin em di nav eyarê xwe de dilebitin. Ma ev e rewişta jiyanê? Mirov hizrên xwe li dûv helwest û boçûnên hindekan nerm dike..

Rêka hezkirinê asê û dijwar e, lê gava agirê wê helbû û kete nava leş, divê ji wê rêka mendehoş venegere. Di nav dema me de, hindek roj hene weke jehir û ziqûmêne. Dubendî, dudilî, duzimanî mirovan di nava tariyê de dihêle, lê ew mirov bê zar û ziman e

Em hemû ji ber biryarên xwe, ji xwe dûr dikevin. Gelo em neçarin ku di nava hezkirin û tirsê de biçin û bihên û di dumahîkê de yekî bineqînin!?... Niha jiyana me li ser kîjanê pêş dikeve? Tirs, yan hezkirin! Kîjan xurt e? Kîjan dikare rêkê bide pêş me. Em dê li ser rêka kîjanê biçin nav dahatûya bêgane û nepenî. Binçîneya hebûna me çiye? Emê di cihaneke çawa de bijîn? Cihaneke veqetandinê, yan ya yekgirtin û hezkirinê.

Bi rastî, wesa hêsane ku mirov çi bixwaze, bikaribe wê daxwaziya xwe pêk bihîne. Ango niha ez bi tena serê xwe çiqas xwedî biryar û şiyan im. Kî dikare bersîva van pirsên min bide? Heger jiyan ne hêsane, ji bo çi ez xwe diêşînim, diwestînim? Ma ez dijminê canê xwe me!?...

Agirî serê xwe, bi destmala ewran ve pêçabû. Lîlava ku ji lûtkeyên wê diherikî ber bi zevî û mêrgên deşta Igdir û Bazîdê ve diçû. Gundiyên ku li bintara Agirî dijîn ji bo ku bi xêr û bera ji berfê dihele, bax û baxçeyên xwe av bidin cokên avê dikêşandin.

Agirî agir e. Agirî dîşewitîne, diqelîne. Gava Agirî diteqe, volqanên xwe belavî çar bajêrên hawîrdor dike. Hemû ax dikeve bin agirê çiyê. Agirî agir digrî. Agirî şewatê dibarîne, axê dişewitîne, avê dişewitîne, seqayê dişewitîne, jiyanê dişewitîne. Niştevanên vê xakê ji xezeba Agirî tirsiyane. Ev çiya çiyayekî hêrs û berze....

Gayê di bin nîr de, ji bo kejala ku di nav daristan û zinaran de digere gotiye; “beredayî.”

Du kes li goşeyekî rûniştibûn. Ji devê wan tariyê xwe avêtibû ser siruştê. Devê wan tevir û bêr gora du kesan dikolandin.

Bi gotegot mirov naçe cot.

-Tu dizanî fermandarê me erka şoreşê ji bo hestên xwe bi kar tîne.

-Pêwendiyên wî ne rast in. Dibêjin; bi Delalê re dide û distîne. Divê mirovên şoreşger li dijî vê yekê raweste. Ma ev der bûye xana Mamo?

Zivistana çîl sipî, şervanên axa rijî di nav şikeftekî de kom kiribû. Perwerdeke giring û tund dihate dayîn, ji bo bi Newrozê re bi xurtî pêşewaziya biharê bikin. Bi giyaneke nû, bi ramaneka têr û tesel ve gav bavêjin nava jiyanê û siruştê silav bikin. Her kesî xwe li dûv çalakiyên leşkirî amade dikir û ji bo qerekola Şotê her kes sondxwerîbû, her çi dibe divê ev qerekol ji navê rabe. Ev der navenda rêveberiya şerê dijmine, baregeheke mezin e. Heger vê yekê bi rûyekî sipî pêk bînin, dê di karê şoreşê de gaveke mezin biavêjin.

Zivistanekê, çar mehan, sed û bîst rojan, her kesî li ser vê çalakiya leşkirî ve mêjiyê xwe teqand. Bi vê çalakiyê ve, dikarin xwe bigehînin gelê xwe. Ew di wê bîr û baweriyê de bûn ku heger vê qereqolê ji pêş xwe rakin, dê xwe li şoreşê bidin bexişandin. Hemû fermanber û berpirsiyar plan û şêwazên vê çalakiyê dirust dikirin. Bi rojan li ser vê bûyerê hizir kirin, di nav gotûbêj û gengeşeyan de bûn ta ku gehiştin akameke hevbeş.

Dîsa du kesên dîtir li goşeka tarî xwe xistibûn nav ewleyekê. Sîbera wan li pêş wan bû, dengê wan newêrek, lêvên wan gotinên sersormayî diweşandin.

-Ma qey em nizanin Rojhat kêf dike. Ma dikare peywendiya xwe ya li gel Delalê veşêre?...

-Ka bila ew roj bêt, ez dizanim çi tînim serê wî!..

Diran qirçandin, çavên xwe jê re dirandin.

Ji bo çalakiya salê her tişt amade bû. Dem amadeye, cîh amadeye, şer amadeye. Ew roj dê dayîka hindekan bigrî, dê evîndarê wan reş girê bidin, dê jiyanê ji xwe re heram bikin. Hindek kesên bi zimanên curewcur dê bigrîn. Kurdî, tirkî, ecemî, filekî .... dê bigrî bi roj û şevan. Dê bi ayînên ji layê Xwedê ve hatiye dan, goran bikolin û ji pertûkên pîroz tişt miştan bixwînin. Dê her yek nifiran bike ji bo neyar û dilxiraban. Dê bi zimanê zikmakî hawar û gazinên xwe ji Xwedayê gewre re bişînin. Ma tawan û gunehên wan çiye?

Yek dibêje; “Ez te nas nakim,” yek dibêje; “Ez nadim.” Di vê hola garanê de yên di nav lingan de diçe kî ye?

Her tişt amadeye. Hemû şervan çek û rextên xwe girêdane, kereste û amûrên xwe paqij kirine. Peroşeka bêşerm xwe berdaye nav dilê her şervanekî.

-Gelo heval ji min bawer bikin, min jî bigrin nav çalakiya leşgerî?

-Welleh navê min nexin nav koma êrişê, ezê bavê wan bişewitînim.

Şervanên gernas di nav galegalan de bi gotinên nepixandî ve xweşmêriya xwe û wêrekiya xwe nîşanî hev û du didan û carna jî gotin digehandin hev.

-Bi rastî jî gelek mirov hene, di giştî jiyana xwe de bêkêfin, bi bobeletan re rû bi rû dimînin, di nav teşqeleyê de ne.

-Ji ber ku dixwaze xwe bi awayekî cewaztir derbixe.

Gava mirîşk hêkê qazê bike, divê qaz çi bike?

Fermandarê koma jinan, kaxezê ku navên şervanan tê de hatibû nivisandin anî da destê fermandarê giştî Rojhat. Ewî kaxez girt yek bi yek nav xwend. Di koma berevaniyê de çend nav xwend bi hejandina serê xwe ve ew nav guncand û erê kir. Dest bi xwendina navên koma êrişê kir. Dixwend, lê di nava xwe de, dengê wî ji qirikê derbaz nedibû. Ji nişkêve lerzek bêhemdê wî ket canê wî û laşê wî sar bû, rengê rûyê wî firiya. Lê neda der, zû bi zû xwe da ser hev. Ji bo ku ewle bibe dîsa çav li navan gerand. Dema hat ser navê Delalê awirên wî li wê derê asê man. Hindekî li ser hênijî, qasekî rawestiya paşê serê xwe bi hêdika li ser kaxez rakir û awirê çavên xwe bi awayekî melûl û têr wate vegerande ser fermandara keçikan û kuxiya, hênaseka sist kişand û got;

-Heval....

Dema got heval, dengê wî pir bi nexweş û tevlihev derket. Careke din qirika xwe paqij kir û xwîzka xwe daqurtand û axivî.

-Heval, hevala Delal heta niha beşdarî çalakiyan bûye, yan jî çalakiyên wesa mezin dîtiye?

Fermandara jin ya ku keziyên xwe bi parçeyekî lastîkê piştê ve girêdabû, bi dengekî ji xwe bawer axivî:

-Na, nexêr, nedîtye. Lê divê ew jî, êdî di nav van karên mezin de xwe nîşan bide, dema wê jî hatiye, evro roj roja wê ye. Ew bi xwe jî, pir dixwaze.

Got û dora axavtinê ji bo fermandarê xwe hêla.

Rojhat hate girêdan, kîlîl bû. Nikaribû bibêje nabe, nikaribû bibêje biguherînin. Rojhat di navbera du çeman de tîh mabû. Dilê wî razî nedibû Delalê bişîne. Ne bi destê wî, ne jî bi dilê wî bû.

Delal nikare, ev kar ne karê wê ye. Ji wî bihata dê ji dewsa Delalê ve biçûya. Lê paşê.!? Dê çi bibêjin çi nebêjin. Îca niha rinda wî, kara wî, delala wî diçe serdana mirinê. Kaxez qermiçand û kire nav girfanê xwe, bi neçarî gote fermandara jin;

-Başe heval, bila hemû heval bicivin, em di derbarê nexşa çalakiyê de biaxivin û karê her şervanekî jê re şîrove bikin.

Delal, rûyê wê awêneya heyvê, çavên wê rengê xwe ji asîmanan diziye, keziyên kej û dirêj lihifa yarane. Dê biçe û diçe.

Welatek, bi kuştiyên xwe ve dibe qunzêrîn. Ew zindiyên ku nizanin çawa gora xwe dikolin, ji bo karê mirinê amadene.

Mirin, çi bi rûmet e. Mirin, rêzdaran, nirxan, şanaziyan peyda dike.

Mirin, tirsnake, lê ew çend jî pîroze û serberziya bermayane.

Bi mirinê ve her dayik zarokên xwe mezin dike. Di vê xakê de pitika derguşê ya ber pêsîra dayikan, dibine pariyê mirina bêbezeyî.

Lorî lorî ez bi gorî.

Mezin bibe, bibe mirî.

Bavê xwe dikujin, ji bo bi serê wî sond bixwin.

Rojhat li ser zinarekî bilind rûniştibû. Ji dûr ve bi dûrbînê li hevalên xwe dinêrî. Dûrbîna wî her tim li ser bejn û bala Delalê bû, ta ku ji dîtina çavan wendabû. Tirseka bêhedar mîna ewreka reş û tarî, têr baran dagirtî xwe berdabû ser dilê wî. Karxezalan xwe berda çolê, çivîkan xwe ji hêlînê firandin.

Sirûşt û şer destebirakê hev in. Hev diafrînin û hev dikujin.

Nenasî koraniye.

Ev tirsa mêrkuj dergehê ronahiyê daxistibû. Rojhat ditirsiya, digote xwe “xwezî min rê nedaba çûna wê” Ditirsiya, tirsa xwe vedişart. Ma tirs ne dayika derewane? Ma qey nikaribû derewek peyda bikira? Ma qey nikaribû bigota “ew ji bo vî karî ne guncaw e” Ma qey şoreşvanî, bi tenê çek û çekdariyê ve dibe? Ew fermandarê seriye, kî dikare mala xwe xera bike tiştekî bibêje wî.

Lêv, ji diranan pêştir e.

Şervan çûn, li hêviya tariya şevê man. Şev lal e. Jiyan, di nav hembêza şevê de xew dike. Çirayên ku tariyê diçirîne têk diçin. Li wê şeva tenayî, tavahîv bilind dibe hawirdor di bin seyvana hîvê de dikeve xewa giran. Ew destgirtiyê kenê lêvane.

Bihara rengîn, hêviyeke zengîn anîbû. Her der bi bêhin û renga gihayên curewcur ve kirasê biharê li xwe kiribû. Çivîkên awazxweş mîna hesta rewşê bikin xwe bê deng kirin. Lê her tişt li ber dilê Rojhat sar bibû. Cigare li pey cigarê dikişand û di hêviya encama çalakiyê de bû.

Ey cote Girîdax! hun bi serê xwe yê ezîz, wê ji bo min biparêzin…!

Dengê siruşta lal gurmijî. Tariyê xwe da alîkî. Gulguvînan gul dan der.

Çalakvan vegeryan, serkeftin ya wan bû.

Şehîd na(di)mirin!

Li ser wê tehta bilind rûniştibû. Serê wî, di nav her du destên wî de bû. Çavên wî li pey Delalê asê mabûn.

Li ser wî zinarî hemû siruşt, di bin lingên wî de bû, nêzikî asîmanê şîn bibû. Çavên wî bi rondikên nîvşil ve êşeke zirav dişande hinava wî, naxê derûna wî dişewitî.

Hîskehîska wî dihat û dixwast bigrî. Ew zilame, şoreşgere, lê çênabe şoreşger bigrî? Di wê gavê de dil kesirî û tengijî, her tişt li ber çavên wî bêwatebû.

Ev çi tişte dibe sedema rewşa wî. Serê wî mîna bi beroşeke mişt tirşik, giran bû. Geh, ji xwe re dida nifiran, geh dijunan dibarîne, ji hatina xwe poşîman dibe. Geh jî, wateyên pîrozmend li hebûn û kiryarê xwe dike û navên pîroz li karê xwe dike. Ev çi nakokiye. Kê ew anî wê derê, çima bû sedema canê wê jî?!...

Çawa ketim du vê xewna ku ji parzûna rastiyê hatiye daweribandin.

Çi ferq û cewazî di navbera vê derê û wê derê de heye?

Heman tişt, heman rêk û rêbaz, hemû fêl û tolaz.

Tenê nav, dem û der ji hev cihêne.

Dîsa wekxwe, heman mirov, ev car kurtanzêr.

Tiştek heye şuna wî dihizire û ser navê wî biryarê werdigre. Ew tenê vê biryarê pêk tîne. Ew nikare hez bike, navê wî dibe sûzanî (qehpik), xerab, gunehbar.

Ew nikare derkeve dervayî vê jiyana bi naylonan ve hatiye dorpêçkirin. Xwezî wê ew çîroka ku ji radyoyê guhdar kiribû negotiba wî, di mayina wî de rola wê çîrokê hebû.

Her derê wî dilerizî, ne dikaribû rûnê, ne jî dikarîbû ji wî zinarê bilind dakeve xwerê. Yek hogirê wî jî tunebû ku xwe bavêje hembêzê, dilê xwe ji bo wî veke. Dixwest xwe ji wan hest û ramanan dûr bixîne. Lê ne hêsan bû, çok danî erdê, lê hişê wî yarmetiya wî nedikir. Hişê wî tevizîbû, hebûna wî di bin lerzeka bêpenase de bû. Di bêdengiyeka bêzar de difetisî, nediwêriya biaxive, xwe li pişt dukela cigarê vedişart bi wan baskên şikestî, êdî bawer nedikir ku careke din bijî.

Di nav cihê xwe de, diçû û dihat, ji kesî re tiştek nedigot, dixeniqî. Lê dîsa jî nedida der. Destê xwe li ser serê xwe gihande hev. Carna li rexê çepê, carna jî, li rexê rastê dinêrî. Her der vala, dûr û kur xuya dikir. Li ser wê betaniya ku erdê raxistibû, xwe dirêj kir. Dilê wî lê dida, tenê dengê dilê wî dihate guhê wî. Gava ji bo civînê gazî wî kirin, di rewşeka têkçûyî de bû, bêhêvî rabû ser xwe û ket ser wê rêka ku dê wî bibe nav lepê kuştiyên wî. Dimeşiya lê qet nedixwest ew rêk xelas bibe, hingî kesirî û hizirî bû ku westiyabû. Êdî ji vê rewşa xwe bêzar bibû, lê nikaribû xwe jê bifilitîne. Hest û ramana wî hinav dikojand. Wek destgîrê ku lingê wî bi qeydan ve hatiye girêdan, giran û giran lingên xwe bi erdê ve dikişand û bi rê ve diçû. Hemû hêz û wêrekiya jiyana wî firiyabûn. Tirsê ew di nava hembêza xwe de dihejand, weke bi nexweşiya zirav ketibe. Carna bi kortik û kevirên ser rêkê asê dibû û bi xwe dihesiya. Ew di nava çermê xwe de digijgijî.

Gelo yê ku ewqas bêçare û melul bi tenê ew e. Ka kêngê dê ew rojê bêt, heta ku derê dê hindek bimirin ji bo wê rojê. Ji bo çi, ew ji ber vê bêdadweriya jiyanê har û dîn nabe, çima ew roj nayê? Heta kêngê qurban bihêne dan? Îbrahîm Îsmaîl da, Rojhat jî Delal. Ewê qet nedaye, her distîne, dê kêngê ji xwe bide? Nehengê zikbirçî, çavbirçî tuyê kêngê têr bibî?

Hêvî çiye?
Paşxistin û mijulî ye, di nav qirş û qalan de.

Ev hestên ku bûye celadê şahiyê, dê rojek bêt, rihê wî jî, ji wî bistîne

Rojhat hat pêşiya hevalên xwe, bi çavên ku mîna xatirê xwe ji wan bixwaze, li dewrûbera xwe nihêrî. Bi dengekî sist, dest bi axavtinê kir. Beriya her tiştî serkeftina çalakiyê ji bo hevalên xwe pîroz kir. Lê di nav vê serkeftinê de, rola xwe nedidît.

Her kes ji cihê xwe rabû ser piyan, çepik lêdan û careke din rûniştin. Rojhat piştî çepik û dîrûşmeyan ji bo şehadeta Delalê hemû hevalên xwe vexwande rêzgirtinê. Her kes ser piyan bû. Rojhat dil qurifandibû, serê wî diêşiya, lê neçar bû, dab û nêrîtên şoreşê pêk bîne. Piştî rêzgirtinê, Rojhat bi awirên gunehbar û lom li şervanan nihêrî, dû re, bi dengekî lerzokî ev kurteaxavtine kir:

-Ez pê dizanim, di nav hevalan de di derbarê min û Delalê de çi gotegot û galegal digeriyan. Lê bizanibin ku ez û wê ji dê û bavekê bûn.

Paşan pişta xwe da her kesî û bê şerm giriya.
 

Naverok