Nivîskar Amîna Zikrî Arif Hîto Tirîfe Doskî Enwer M. Tahir Beşîr Mizûrî Bedel Revo Beyar Bavî Dayka Dalyayê Evdal Nûrî Fazil Omer Fehmî Balayî Hesen Silêvanî Reşîd Findî Hecî Cefer Hêvî Berwarî Hizirvan Ismayîl Hacanî Ismayîl Mistefa Hîşam Akreyî Kamîran Reşîd Kemal Silêvanî Kirmanc Hekarî Mehemed Ebdulla Mesûd Xelef Mistefa N. Hesen Mueyed Teyîb Nacî T. Berwarî Tehsîn Navişkî Ebdilrehman Bamernî Mihsin Qoçan Remezan Îsa Salih Xazî Selam Balayî Selwa Gulî Şemal Akreyî Sitar Elî Tengezar Marînî Yasirê Hesenî Ziyad Abid Hoşeng Mehemed Ehmed Y. Bendî Mesûd Gulî Behcet Hirorî Xalid Salih Têlî S. Mûsa Ismet Xabûr Sedîq Şero Jaro Duhokî Luqman Asîhî Celal Mistefa Selîm Biçûk Ehmedê Huseynî Mihsin Osman Dilyar Dêrikî Bilind Mehemed Seyid Mujtevî Necîb Balayî Nizar M. Seîd Seîd Osman Sîpan Ebdella Gulnar Elî Serdar Şerîf Ismet M. Bedel Nefîsa Ismayil Hacî Cola Hacî Salih Kevrbirî Mahir Berwarî Ezîz Xemcivîn Ehmed Balayî Kovan Sindî Îsa Tahir Omer Dilsoz Salih Sofî Xelîl Duhokî Ehmed Zero Edîb Ebdella Qedrî Şêro Layiq Cemal Sebrî Nihêlî Sedîq H. berwarî Emîn Ebdilqadir Adil Hesen Huda E. Sebrî Şukrî Şehbaz Sebîh M. Hesen Hekîm Ebdella Cankurd Xalib Cemîl Aştî Germavî Ibrahîm E.Simo Qadir Bamernî Mihsin Ebdilrehman Şêxmûs Dêwalî Xêrî Bozanî Bişar Kîkî Erşed Hîto Nizar Oremarî Şîlan Hemo Vedan Adem Bavê Nazê Yûnis Ehmed Musedeq Tovî Enwer Mayî Mesûd Kitanî Emînê Osman Sadiq Behaedîn Hafiz Qazî Mela Xelîl Mişextî Kîvî Arif Ehmedê Nalbend Qadir Qeçax Bedirxan Sindî Ismayil T. Cangîr Eyad Berwarî Taban Sikaya Heval Findî Elind Akreyî Newzet Cemîl Xalid Ehmed Elî Sîhad M. Selîm Nazdar Arif Mistefa H. Mistefa Ferhad Hacî Xalid Hisên Sebrî Silêvanî
Malper
Nûkirin :02/05/2008
Bike di favorîtê de
info@duhokwriters.net
Amar
PERSONA.
Kovan Sindî. Xwendevanên hêja, ji berî her tiştî dixwazim gotinekê bêjim ew jî ewe;Ku ne çi aferînişê bi du lingan meşiya mirove û ne çi lastîkên ji hev çûn şekerlêvên di girnijin. Bi Kurmancî ji takemirovekê ra dibêjin,”KES”. Bi zimanê Latîn anku zimanê berê yê Imperatoriya Roman digotin PERSONA. Niha jî ev peyv ji bilî zimanên Latîn di piraniya zimanên Ewropî yên din de jî yên Germanî û Silavî de dihête bikar anîn.Koka vê peyvê elbet vedigere serdemê Romanan û zimanê Latîn yê kevnar. Di wê demê de şano”Theater” hebûn, demê lîstikvan diçûn ser darê şanoyê sûmayek yan rûxsarekî destsaz ji kevilên postanan(heywan), yan ji pateyan, qumaşan, yan ji depên daran mîna sûmayê mirovan saz dikirin ku jêra digotin PERSONA, û demê diçûn ser darê şanoyê ew mask anku Persona didan ber rûyên xwe û weha lîstikên xwe ji bîneran ra pêşkêş dikirin. Bi wî awayî ew kesê li ser şanoyê di leyîzî di bin wê PERSONAYê de ne dihat naskirin. Herdemê xwastibaye ku kesayetiya xwe biguhere jî diçû jorê û Personayeke din dida ber rûyê xwe û weha rûxsarê xwe diguhart. Di warê Rewanşinasî de jî ev peyv ji bû mirovan yan kesan dihête bikarbirin ku weke kesek yan aferînişeke hoşdar tê navdan. Elbet ev insane afarînişeke bi hoşe û bi saya hoşê xwe ji postanên din dihête cêwazkirin û ji xwe ra dibe;Mirov yan jî Insan. Heta niha jî di hemî biwarên zanistî û fîlosofî de ev afarînişê hoşdar ne hatiye naskirin û ne hatiye zanîn ku ji kû hatiye û wê bi kû de biçe. Weke ku fîlosfê Iranî yê mezin Omer Xeyyam dibêje; Es kuca amedem, bi kuca mîrevem?. Wergera wê; Ez ji kû hatime, ezê bi kûde biçim?. Me nevêt em gelek biçin di pêrspêktîvên fîlosofî û bi wî çehvî li insên temaşe bikin, welê tenha emê hewl bidin ku mûyekê xwe bi wî alî de berdin û hinek li Persona mêze bikin ku çiqas durû û pirrûye. Ev pirrûya tê gotin ne tenha ji bû kesekê ye, yan grupekêye, bila kes şaş fêhm neke, ev pirrûya han bi ruwangeyek humanîzm û bi şêweyeke berfireh ji hemî mirovan û însanan digire. Mirov di bingeha xwe de afarînişeke bedbexte, hove, neheze, hesûde, bedxwaze, bedçehreye, welê di heman dem de bexşendeye, mêhrebane, mirove, dilnerme û çakxwaze. Ev gotinên han paradoksin, li hember hevin û li dij hevin, welê ev rastiya insêne. Ev herdu layenên ku hatîn gotin weke şevê û rojê yan weke germê û sarmayê dijî hevin û elbet ji rewişt û sexletên mirovanin. Hêjaye ku bêjim ev layen di naxê mirovan de cih digirin, anku şer û xêr, bi dîtineke fîlosofî. Danerê zanist û teoriyên derûnşinasî yê nemir S.Freud di vê derbareyê de dibêje; Rational and Irrational behaviour. Li vir S.Freud layenê Rational weke siwarekê dide nasandin û yê Irrationel weke hespekê dide nasandin. Bi dîtina wî eger siwar xurt be, hoşdar û hêja be nahêle ku hesp wî li gor merez, viyan û hezên xwe bibe û herdemekê li peyte ku hevsarê hespî bigire ku ew jî HEZIN,”Instincts”. Welê eger siwar bê hoş be anku ne hoşdar be û ne hêja be wê hesp siwarî li gor xwe bibe û her dera viya wê biçe wêderê yan her karê bixwaze wê bike, lewra weha mirov toşî bedkariyan û şermezariyan dibe. Vêca babet gelek aloze û gengeşeyek pir mezin li ser heye û cihê pitir niqaşên drêje ku bi salan xilas nabin, lewma gelek gengeşe û teorî li ser vî babetî hatine kirin û nivîsîn. Bêguman dîroka vî babetî vedigere ser demên, fîlosofiya hz. Sokratês, Platon û Arîstotalês yên Grîkî, herçende di wê çaxê de Rewanşinasî û Fîlosofî ji hev ne hatibûn pervekirin. Vêca emê vegerin ser babetê Persona. Gelek caran mirov di civakekê de, di komelgehekê de, di welatekê de yan di hozekê de navekê payebilind dibihîse û ew nav bi buhurîna demê ra gav bi gav bernastir dibe û heta dawiyê dibe navekî lêgendêr yan jîr û zana. Li van rojan weke rojên berê dîsan me babetek gelek hestiyar û gengêşbar bihîst ku ew jî serdestkirina Soraniyê bû li deverên başurê welêt ku bibe zimaneke standard li hemî herêmê. Ew pêşniyaz ji aliyê komeke helbestavan, nivîser û rewşenbîrên devera Suleymaniyê ya berteng hatibû kirin. Jimara wan kêm be yan zêde be ew ne giringe, welê ya giring ewe ku navek gelek berniyas di nava rêza wan navên ku ew daxwazname imzakiribûn hebû û ew jî namê berêz Şêrko Bêkes bû. Ev kesayetiya ku hatî vegotin miroveke rewşenbîre, û bi şêwezarê Soranî de hozanvaneke naskiriye. Bêguman mirovê hozanvan naskiriye bi hestê xwe yê nazik yê neteweyî, ku hemî caran bi wijdan û dîtineke Rationel li pirsgrêkên civaka xwe temaşe dike, herweha bi çehveke wekhev li hemî çînên gelê xwe mêze dike. Welê mixabin ev sexletên ku me niha baskirîn bi awayeke din ji bin nax û Persona berêz Şêrko Bêkes derketin. Bi vê daxwaznamê layenê naxê xwe anku derûnê xwe yê bi salane veşartî ji bin PERSONA xwe aşkira kir, ku ew jî li dijî yan li hemberî Zarava Kurmancî ya resen rawesta, û di demekê de ku hêşta bêhna gazên kujek yên mîna Sayanaid û Xerdel ji xaka welêt ya sohtî dihêtin. Xuyaye û her kes vê baş dizane wî başurê welêt çiqas qurbanî, kuştin,talankirin, mişextbûn, derbederî, malwêrankirin bi çehvên xwe dîtiye, û bi saya serê van qurbaniyên mezin gelê Kurd û parçeyek ji welatê wan gehişte vê qunaxê, bêguman ev berhemê ked û berxwedana vî milletî ye û herweha heta ji parçeyên din jî di vê bizavê de cihên xwe girtibûn, bi merdane xwe gorî vê xakê dikirin. Evca mafê kesê nîne xwe li serê kesê feriz bike û xwe ji kesê payebilindtir, hêjatir û danayoxtir bizane. Ev daxwaznameya ku hatî berhevkirin bi dîtina min kareke gelek lawaz û laxer bû û diviya ev ne hatiba kirin. Eger hinekan ev pêşniyaza han kiriba jî diviya berêz Şêrko Bêkes helwêsteke cuda û rewatir nîşan daba û xwe ne xistiba payê yan rêza wan kesan yên ku rêzê li kesên din na girin û rûmetê nadine nirx û destkeftiyên neteweyî. Vajîgon, anku berûvajî diviya berêz Şêrko Bêkes kareke weha kiriba ku tevnek û pireke mukum di navbera devera Soranan û Kurmancan de avakiriba. Ji ber ku bi dîtina min divê mirov rêzê li zaravên zimanê xwe yên din jî bigire û hurmetê bideyê heta mirov serferaz û serbilind bibe di civaka xwe de û di heman dem de rêkê nede dijminan ku destê xwe yê çepel bigehînin nava civaka me ya rewşenbîr, welê mixabin berêz Şêrko Bêkes weke kesekî nîştîmanperwer û hestnazik û cihê berpirisiyariyê rê li vê çendê negirt û rêz li pareke giring û resen ji civaka xwe negirt. Gelo ma çi cêwazî di navbera deverên Kurdistanê yên başur de heye er tenha devok nebin?. Ev divê nebe asteng û rêgirtin li pêş nirx û pêşdeçûnên neteweyî yên mezin. Diviya berêz Şêrkoyî zanîbaye ku Kurdistana mezin ne tenha Suleymaniye û diviya wî bi şexsê xwe barê netewî yê Kurdewarî û parastina mafên neteweyî daba ser milên xwe ji bû pêşvebirin, avakirin û avedankirina Kurdistana mezin. Em pêwîstî kesên rewşenbîrin, û mirovên dana û rewşenhizir civakan diguherînin û şoreşên ferhengî berpa dikin. Mirovên dana û rewşenbîr wekheviyê û yeksaniyê di nevbera çînên civakê de di aferîne û wekheviyê di nêvbera herdu regezan de peyda dike. Em hemî baş dizanin ku çiqas bêdadî û stemkarî ya li ser Kurdên bakur ku piraniya mezin Kurmancin. Bi salane zimanê wan û heta peyva KURD jî li bakur qedexe bû û di bin fişar û xetera asîmlebûnê de bûn. Diviya berêz Şêrko Bêkes bi hemî şiyanên xwe ve li gel doz û mafên gelê xwe yê Kurmanc ba li bakur, başur, xorhelat û xorava. Bila qet ne li gel hindê ba ku Kurd bi xwe Pareke mezin ji zimanê xwe Kurmancî biçewisînin. Bi rastî ev cihê daxêye û pir mixabin ku Kurmancî bi destên Kurdan bihê çewisandin û qedexekirin. Ew bi xwe jî baş dizane ku zimanê Kurdî li bakur çiqas tê çewisandin û diviya hemî caran bi çehveke Humanîtêr û berpirsiyarane li zimanê xwe û dialektên din mêze kiriba û dîsan weke min got hewl daba ku pireke mukum di navbera zaravê Kurmancî û Soranî de aferandiba û ne biba asteng û dijminê Kurmancan. Bi vê û nevê ji aliyê ramiyarî ve eger em bas bikin bê Kurmanc Kurdistanê hîç bihayeke xwe nabe û eger xaka Kurdan tenha başur û Suleymanî be bi dîtina min em çi caran nikanin xwe di wê deverê de bi parêzin, welê berûvajî eger em li hemî gel û zimanê xwe xudan derkevin emê pitir bikanin xwe ji devên dijminan bi parêzin. Kovan Sindî Aarhus Danmark 26.04/2008.
Naverok