Nivîskar Amîna Zikrî Arif Hîto Tirîfe Doskî Enwer M. Tahir Beşîr Mizûrî Bedel Revo Beyar Bavî Dayka Dalyayê Evdal Nûrî Fazil Omer Fehmî Balayî Hesen Silêvanî Reşîd Findî Hecî Cefer Hêvî Berwarî Hizirvan Ismayîl Hacanî Ismayîl Mistefa Hîşam Akreyî Kamîran Reşîd Kemal Silêvanî Kirmanc Hekarî Mehemed Ebdulla Mesûd Xelef Mistefa N. Hesen Mueyed Teyîb Nacî T. Berwarî Tehsîn Navişkî Ebdilrehman Bamernî Mihsin Qoçan Remezan Îsa Salih Xazî Selam Balayî Selwa Gulî Şemal Akreyî Sitar Elî Tengezar Marînî Yasirê Hesenî Ziyad Abid Hoşeng Mehemed Ehmed Y. Bendî Mesûd Gulî Behcet Hirorî Xalid Salih Têlî S. Mûsa Ismet Xabûr Sedîq Şero Jaro Duhokî Luqman Asîhî Celal Mistefa Selîm Biçûk Ehmedê Huseynî Mihsin Osman Dilyar Dêrikî Bilind Mehemed Seyid Mujtevî Necîb Balayî Nizar M. Seîd Seîd Osman Sîpan Ebdella Gulnar Elî Serdar Şerîf Ismet M. Bedel Nefîsa Ismayil Hacî Cola Hacî Salih Kevrbirî Mahir Berwarî Ezîz Xemcivîn Ehmed Balayî Kovan Sindî Îsa Tahir Omer Dilsoz Salih Sofî Xelîl Duhokî Ehmed Zero Edîb Ebdella Qedrî Şêro Layiq Cemal Sebrî Nihêlî Sedîq H. berwarî Emîn Ebdilqadir Adil Hesen Huda E. Sebrî Şukrî Şehbaz Sebîh M. Hesen Hekîm Ebdella Cankurd Xalib Cemîl Aştî Germavî Ibrahîm E.Simo Qadir Bamernî Mihsin Ebdilrehman Şêxmûs Dêwalî Xêrî Bozanî Bişar Kîkî Erşed Hîto Nizar Oremarî Şîlan Hemo Vedan Adem Bavê Nazê Yûnis Ehmed Musedeq Tovî Enwer Mayî Mesûd Kitanî Emînê Osman Sadiq Behaedîn Hafiz Qazî Mela Xelîl Mişextî Kîvî Arif Ehmedê Nalbend Qadir Qeçax Bedirxan Sindî Ismayil T. Cangîr Eyad Berwarî Taban Sikaya Heval Findî Elind Akreyî Newzet Cemîl Xalid Ehmed Elî Sîhad M. Selîm Nazdar Arif Mistefa H. Mistefa Ferhad Hacî Xalid Hisên Sebrî Silêvanî
Malper
Nûkirin :06/05/2008
Bike di favorîtê de
info@duhokwriters.net
Amar
EZBENÎ ! – 7 – EZ Û BERIYA MÊRDÎNÊ Û PENABERÎ Konê Reş Ezbenî ! Ez û Beriya Mêrdînê dostbûn û dostin. Di buharan de, min bi têr û tesel çîrok û çîvanok jêre digotin. Di sibehên nîsan û gulanê de, di nav şebnem û aviya gul û kulîlkên wê de şildibûm.. Di beyarên wê de min, stran, lavij û lawik digotin û ji xwe re dinihirandin… Bejna min bi şînahiya zeviyên wê kesik dibû û pêlava min bi xunav xaka wê sor dibû.. Isal, niha ez û toz û tirabêlka wê bûne dost û heval û cinarên me bi piranî hejar, belengaz, jar û xizan in.. Perîşanî ji dêmê wan difûre…Erê xelkên wê ji tengezarî riyên mala xwe şaş dikin, mîna bê xwedî û bê Xwedan xuya dikin..!! Kî dikare çareseriyekê ji vê penaberiya xelkên Beriya Mêrdînê re bibîne, ev penaberiya ku cihê xwe di hundirê her malekê de çêkiriye..?!! Kî dikare min û gul û kulîlkên vê gulanê li hev bîne ? kî dikare vê xaka tî, têr av bike..û gurnijandinê li dêmê xelkên Beriya Mêrdînê vegerîne…?! Erê ezbenî! Şevên Qamişlo, mîna kofiya dayika min in…Kolanên wê paqijin mîna kopalê bavê min in..Kalemêrên li dor Camiya Qasimo, şêrîn bûn li ber dilê min…Piraniya wan jî barkiriye… Niha ezbenî! Kolan, sikak û cade di ber tere derbas dibin û silavê nakin… Ew jî piştexuz û bargiran in…Ta bi dost, heval û hogirên te dema ku tu çav bi wan dikî, tu dibêjî qey ji welatê biyaniyan e, serê wan di ber wan deye, bi kul û derd dikulkulin û derbas dibin… * * * Belê ezbenî, tu dihise ku dûrbûneke dirêj di navbera te û wan de hatiye raxistin… Dûrbûneke dirêj di navbera cinar û cinar de hatiye avakirin… Na na, tu dihise ku ew dûrbûn di navbera dergehê te û dergehê nêzîktirîn xizmên te de hatiye danîn…!! Ezbenî! Her yek bi kul û derdên xwe daketiye…Bi gera bi dûv pêkanîna gepa nanê zarokên xwe de dibeze…Erê ezbenî, penaberiyê bi xurtî konê xwe vegirtiye.. Penaberiyê cihê xwe di navbera gulîstan û gulê de çêkiriye…Penaberiyek mîna sînorê Serxet û Binxetê, bi mayîn û têldirî xaka Beriya Mêrdînê radimûse… Ezbenî ! kî dikare rastî û çareseriya vê penaberiyê şanî me bide, bela xwe eşkere bike…?! Qamişlo 03/05/2008 .
Naverok