Nivîskar Amîna Zikrî Arif Hîto Tirîfe Doskî Enwer M. Tahir Beşîr Mizûrî Bedel Revo Beyar Bavî Dayka Dalyayê Evdal Nûrî Fazil Omer Fehmî Balayî Hesen Silêvanî Reşîd Findî Hecî Cefer Hêvî Berwarî Hizirvan Ismayîl Hacanî Ismayîl Mistefa Hîşam Akreyî Kamîran Reşîd Kemal Silêvanî Kirmanc Hekarî Mehemed Ebdulla Mesûd Xelef Mistefa N. Hesen Mueyed Teyîb Nacî T. Berwarî Tehsîn Navişkî Ebdilrehman Bamernî Mihsin Qoçan Remezan Îsa Salih Xazî Selam Balayî Selwa Gulî Şemal Akreyî Sitar Elî Tengezar Marînî Yasirê Hesenî Ziyad Abid Hoşeng Mehemed Ehmed Y. Bendî Mesûd Gulî Behcet Hirorî Xalid Salih Têlî S. Mûsa Ismet Xabûr Sedîq Şero Jaro Duhokî Luqman Asîhî Celal Mistefa Selîm Biçûk Ehmedê Huseynî Mihsin Osman Dilyar Dêrikî Bilind Mehemed Seyid Mujtevî Necîb Balayî Nizar M. Seîd Seîd Osman Sîpan Ebdella Gulnar Elî Serdar Şerîf Ismet M. Bedel Nefîsa Ismayil Hacî Cola Hacî Salih Kevrbirî Mahir Berwarî Ezîz Xemcivîn Ehmed Balayî Kovan Sindî Îsa Tahir Omer Dilsoz Salih Sofî Xelîl Duhokî Ehmed Zero Edîb Ebdella Qedrî Şêro Layiq Cemal Sebrî Nihêlî Sedîq H. berwarî Emîn Ebdilqadir Adil Hesen Huda E. Sebrî Şukrî Şehbaz Sebîh M. Hesen Hekîm Ebdella Cankurd Xalib Cemîl Aştî Germavî Ibrahîm E.Simo Qadir Bamernî Mihsin Ebdilrehman Şêxmûs Dêwalî Xêrî Bozanî Bişar Kîkî Erşed Hîto Nizar Oremarî Şîlan Hemo Vedan Adem Bavê Nazê Yûnis Ehmed Musedeq Tovî Enwer Mayî Mesûd Kitanî Emînê Osman Sadiq Behaedîn Hafiz Qazî Mela Xelîl Mişextî Kîvî Arif Ehmedê Nalbend Qadir Qeçax Bedirxan Sindî Ismayil T. Cangîr Eyad Berwarî Taban Sikaya Heval Findî Elind Akreyî Newzet Cemîl Xalid Ehmed Elî Sîhad M. Selîm Nazdar Arif Mistefa H. Mistefa Ferhad Hacî Xalid Hisên Sebrî Silêvanî
Malper
Nûkirin :08/03/2008
Bike di favorîtê de
info@duhokwriters.net
Amar
Pirsiyar çîrok: Hind Abo Alşe'ir wergêran: Hesen Silêvanî Çavên xwe bi wênê li ser serê min helawisitî zil kirin. Min dizanî hewil dide pirsiyarê di mejiyê xwe da komke û ez ne şaş bûm, min her du lêvên wî yên dilvîn dîtin û min hay jê bû tiştek digot, ramana pirsiyarê dihilgire: - Erê? Ji nişkekê ve min axivtina wî birî, min diviya bê dengî zal bibe, min hêcet peydakirin da axivtina wî bibirim, li min nêrî û mendehoşî ji çavan difirî, bêdeng bû, awriyên xwe yên har bi nav çavên min ve helawistin. Min ne zanî çi pêdivî ye ez bikim, hemiya ez dizanim, divê nehêlim pirsiyara xwe temam bike... Yan ser ji nû vê şevê pirsiyarê ji min bike. Hêdî hêdî hestekî aloz da ser rûyê wî, cigareyeka xelas nebûy vemirand, min hay jê bû, daxwaza qehwekê dike, bi dengekî min neşiya hestên wî vavêrim, min hêla ça bû sar bibe. Ji pencera vekirî li ser cîhana tişt têde û livîn bi rengekî nexweş, min berê xwe dahêla. - Ça sar dibe... Bi bêhin tengî ve got. Tenê min serê xwe hejand, xwe bi cigareyek nû mijol kir. Min kûpa çayê çend careka li dûv êk bilind kire ber devê xwe, min dizanî sîmayê min ji aloziyeka ez neşêm veşêrim pire. Lê min xwe qayîl kir, ku xwe bi vexwarina çayê mijol bikim. - Şekir? Min berê xwe dayê û min kûp ji dest xwe deyna. Dizane ez wesa hez ji çayê dikim, lê ew rijde ku pirsiyarê bike. Pirsiyara wî vala bû, min serê xwe hejand. Piştî hîngê bêyî ku min çi armancên aşkera hebin: - Hêşta qehwe ne gihiştiye..? Min goh li çi bersiva nebû, min hewil da xwe tê bigihînim ku dê bersiva min bide piştî bêhnekê, lê wesan nekir, hestekî kûr bi gonehbariyê ez dagîrikirim, mîna zarokekî bi reqî serederiyê di gel pişîka xwe ya nazidar kirî bike. Ez dizanim hestên evî mirovî hind nazikin, heta sinurekî ku kes bawer nake, niha ez xema li nav cerigê wî diçînim.. Lê ez neşêm ev şeve jê ne revim û berdewam birevim... Ez hestê wî birîndar nakim, qet ez çi caran wesan nakim. Qehwa wî gihişt, fincan bilindkir û hêdî jê vexwar. Di wê gavê de min hewil da tiştekî li dor serûberê rojê bêjim, lê min neşiya û min bêdengî parast.. - Cara dawiyê min tu dîtî, kengî bû..? Xwîn ji hinavên min revî û min zanî careka dî, dê vê pirsiyarê dûbare ji min bike, ez ji qesta girinjîm û min got: - Berî heyivekê.. Min hest kir bersiva min gelek kurte. Pêdivî ye ez pitir bêjim.. Bilez min bi serive zêdekir, da delîva axivtinê nedimê de: - Û pêdiviye dan û standinê di gel te bikim li ser romana te pêşiniyar kirî ku bixwînim.. Ez nizanim tu di gel minî ku seriveyiya rûdanê bi vê rêya nivîserî hilbijartî, teknîk bê serûber kiriye, herwesa kesanên romanê çêkirîne.. Paşî dawiyê jî çavlêkirine.. û... û... û... Nêrîna wî bo serûçavên min gelek xemgîn bû, heta ku ez êşandim... Lê her min xwe bi serive nebir, nefsa min bi xwe ji min nerazî bû û min berê xwe dida tilên wî yên cigarê li dûv cigarê di vemirînin. Diviya ez destûriyê bixwazim, çunke dem diço, min got: - Bibure, min hêj canteyên xwe berihev nekirine... Bi kotek bi rêya xwe ya rehet girinjînek diyar kir û rawesta ji bo xatir xwestinê. Min dizanî eve delîva wî ya dawiyê ye, eve ew gave, ewa divê ez jê birevim û ewî divêt li ser min ferz bike. Lê ez ê xwe jê bikêşim bi zîrekane, bêy birîndar bikim... Li dawiyê dengê wî di gel qîj qîjên cadê gihiştine min, bi pirsiyarê ka kengî jivanê firokê ye, sibihê diviya min bigermî xatirê xwe jê xwastkiba da sibihê nehêt.. Min hest kir ew têgihişt, ji dil ez ji bo girinjîm, min hest dikir giraniyeka bêqam ya ji ser sîngê min radibe.. Bi hêminî pirsiyar kir: -Ez wesa têdigihim, tu xatirê xwe yê dawiyê ji min dixwazî? Min nedizanî ez dê şêm çi bibêjimê, min diviya ku min şiyaba bo ronikim ka çend jan di min dalîne û ez hest dikim bi birîndarikirina hestên wî bi vî rengê hesitî giran, lê min dengê xwe yê revok kom kir seryek û got: - Ez nizanim.. Lê tu dizanî ez herdem hez ji xatirxwestinê nakim. Wesa bilez girinjî, ku ez mendehoş kirim. Binikê cigara xwe avêt bin pên xwe, min zêrevanî lêdikir û ewî bihêz û dijwarî didewsand, hestek li cem min peyda bû nêzîke dê bi her du desta zileha weşîne nav çavên min, min dixwest ku wesan kiriba da ez rihet kiribam ji dewama min dadqortîne, lê ewî bi rehetiyeka ecêb got: -Berî xwatirê xwe ji te bixwam, min divê tenê tiştekî bibêjim... Revîna te ya zarokînî ji bersivê, ez êşandime... Xwezî te wesa bi sanehî gotiba... Na...! Min hewil da tiştekî bêjim.. Lê destê wî yê ji destê min deriketî, wesa li min kir ku ez neşêm tenê pîtekê ji gewiriya xwe ji bo bînim der. Pişta xwe da min û çû, min guh li dengê tirombêla wî bû. Ez nemam xwedana çi hestên taybet.. Lê min viya ku bişêm ji dil qîrikim bi ruxin û aşkerayî li nav çavên hemî mirovên dihên û diçin na... na... na. Ez dûr keitim, hêdî hêdî piniyeka xemê cihê xwe di dilê min de kir û vedigire heta gihiştî hemî tiştên dewrûberê min. Ev çîrok hatiye wergêran ji komela çîrokên "Alimocabehe "Alûrdun, Ûman, Mektebet Alzehira 1984
Naverok