|
Yeketiya nivîserên kurd tayê Duhokê saziyek edebî
rewşnbîrî ye giringiyê bi rewşa edebiyat û rewşenbîriya
kurdî dide û bi awayek berdewam hewl dide bi rêka pilan û
projeyên edebî û rewşenbîrî berhemdanek epstmolojî
peyda bike, paşî ewê berhemdanê veguhêze nav hemû tex û
çînên civakê Kurdistanî li Kurdistanê bi giştî û li deverê bi
taybetî. Her wesa, giringiyê bi rewşa sercem nivîskar û
entilektwêlên kurd li nav û derveyî Kurdistanê dide, ji ber
ku saziyek kurdistanî ye û çav li werar û pêşkevtinek
berdewam e û bilindkirina astê peyv û peyama kurdî ji
erkên xwe yên sereke dizane.
Yeketiya nivîskarên kurd bi rêka vê malperê dixwaze pirên
peywendiyê di navbera hemû nivîskar û entilektwêlên
Kurdistanî de seranser cîhanê ava bike û paşî ewan piran
mukim bike. Herweha dixwaze mewdayan nîzîktir bike ji bo
veguhaztin û pêkguherîna empstmolojiyê derbarê bizava edebî
û rewşenbîrî li Kurdistanê.
Paraztina zimanê kurdî ji erkên me yên sereke ye û
bilindkirina astê hizr û hişmendiya takekesê kurd yê afrîner
yek e ji karên ku em pê radibin. Em hemû pêkve, li her
derê û her yek bi karînên xwe ,dikare beşdariyê di evê
bizavê de bike û rolê xwe yê dîrokî di derheq pirsa ziman,
çand û edebiyata kurdî de biselmîne.
-Her entilektwêlek kurdistanî maf heye bi berhemên xwe
beşdariyê di malperê de bike.
-Her yekdikare berheman bi ziman yan zaravê xwe bihinêre
belê biryardan li ser weşanê mafê saziyê bi xwe ye.
-Berhemê ku bigehe malperê, bi çi awayî venagere bo
xwedanî çi bihê belavkirin an na.
-Berhem dê ji aliyê desteya birêveberiyê ve bihê nirxandin
û biryara pejrandin an retkirinê bo wê dimîne.
-Her berhemê ku ziyanê bigehîne mebest û aramncên saziyê
nahê belavkirin.
-Berhemê ku ziyanê bigehîne her aliyek din, yan kesekê
din, yan jî saziyek din ew berhem nahê belavkirin.
-Sazî berpirsiyar e ji belavkirin û nebelavkirina berheman
belê her nivîskarek berpirsiyar e ji naverokê berhemê
xwe piştî biryardanê li ser.
-Sazî berpirsyare ji paraztina nasname û pîzanînên kesatî
bo her beşdarekî /ê.
-Şêweyên serederiyê û alavên çareseriyê bo her pirseka
hebe, dê bi awayek serdemî be, ango bê ferq û cudahî.
Ji bo bêhtir pîzanîn, pirsyar û pêşniyazan, ji kerema xwe
peywendiyê bike.
Yeketiya Nivîskarên Kurd/ Duhok
Kurdistan / Duhok
|