Nivîskar Amîna Zikrî Arif Hîto Tirîfe Doskî Enwer M. Tahir Beşîr Mizûrî Bedel Revo Beyar Bavî Dayka Dalyayê Evdal Nûrî Fazil Omer Fehmî Balayî Hesen Silêvanî Reşîd Findî Hecî Cefer Hêvî Berwarî Hizirvan Ismayîl Hacanî Ismayîl Mistefa Hîşam Akreyî Kamîran Reşîd Kemal Silêvanî Kirmanc Hekarî Mehemed Ebdulla Mesûd Xelef Mistefa N. Hesen Mueyed Teyîb Nacî T. Berwarî Tehsîn Navişkî Ebdilrehman Bamernî Mihsin Qoçan Remezan Îsa Salih Xazî Selam Balayî Selwa Gulî Şemal Akreyî Sitar Elî Tengezar Marînî Yasirê Hesenî Ziyad Abid Hoşeng Mehemed Ehmed Y. Bendî Mesûd Gulî Behcet Hirorî Xalid Salih Têlî S. Mûsa Ismet Xabûr Sedîq Şero Jaro Duhokî Luqman Asîhî Celal Mistefa Selîm Biçûk Ehmedê Huseynî Mihsin Osman Dilyar Dêrikî Bilind Mehemed Seyid Mujtevî Necîb Balayî Nizar M. Seîd Seîd Osman Sîpan Ebdella Gulnar Elî Serdar Şerîf Ismet M. Bedel Nefîsa Ismayil Hacî Cola Hacî Salih Kevrbirî Mahir Berwarî Ezîz Xemcivîn Ehmed Balayî Kovan Sindî Îsa Tahir Omer Dilsoz Salih Sofî Xelîl Duhokî Ehmed Zero Edîb Ebdella Qedrî Şêro Layiq Cemal Sebrî Nihêlî Sedîq H. berwarî Emîn Ebdilqadir Adil Hesen Huda E. Sebrî Şukrî Şehbaz Sebîh M. Hesen Hekîm Ebdella Cankurd Xalib Cemîl Aştî Germavî Ibrahîm E.Simo Qadir Bamernî Mihsin Ebdilrehman Şêxmûs Dêwalî Xêrî Bozanî Bişar Kîkî Erşed Hîto Nizar Oremarî Şîlan Hemo Vedan Adem Bavê Nazê Yûnis Ehmed Musedeq Tovî Enwer Mayî Mesûd Kitanî Emînê Osman Sadiq Behaedîn Hafiz Qazî Mela Xelîl Mişextî Kîvî Arif Ehmedê Nalbend Qadir Qeçax Bedirxan Sindî Ismayil T. Cangîr Eyad Berwarî Taban Sikaya Heval Findî Elind Akreyî Newzet Cemîl Xalid Ehmed Elî Sîhad M. Selîm Nazdar Arif Mistefa H. Mistefa Ferhad Hacî Xalid Hisên Sebrî Silêvanî
Malper
Nûkirin :05/06/2008
Bike di favorîtê de
info@duhokwriters.net
Amar
Li bendî dilovaniya te me: Demhat Dêrikî
çend salin,çend salin di wê dîtinê de her xwe dişom,nimêj dikim tizbiyê not û neh lib bi navê te dihejmêrim? Çend salin Li benda tiliyên te me Ku li ser canê min geriyana dilê te bikin?.. Ey perestgeha min! Niha ji Wek wan salan va ez li ber deriyê te me Ka kêliyekê min bibîne û ji toza lingê xwe Min di wan salên çûyî de ava bike. Li benda te me Ku tu perda reş biqetîne Û hawara min Di sermemikê xwe yê bûyî qada cenga de hembêz bike. Ma tu dengê derî nakê Ew dilê mine li pîrozgeha dilê te dixe. De ka carek wê şerpa reş bin pê bike û hêviya min ya ku Bibim parçek ji şevên te pêşwazî bike. Derî veke Ji pişt sînoran were der Bila pora te ya şevnim Li ber heneseyên min yê ku ji bo te Şiyarin bide pêlên hezkirinê Ma çavê te nabînin Te ez kirime agirê tenûra xelkê Bi vî agirê ku te pêxistî nanê çîroka min Her êvar û sibe dikin benîşt di devê xwe de? Ma qey guhê te nabihîzin Te ez kirime xem Û ji bilûra xemdaran diherikim? Li benda dilovaniya te me Ku avis bibe ji ewrên baranî Û bi ser min de bibare ew dilopên jînê… Va hêj li ber derîme Destê min vekirîne Ayetên perestgeha hezkirina te dixwînin. Hey yara ji xelkê re kirîn yar! Ji min re Jankêşê, Keser kûrê, Birîn nalînê..! Ezê hê çi bêjim? Nisrînê, Beybûnê, Nêrgizê, Gula Di pêsîra xapînok davikan de bêhn dayê! Şev û roj di vekirina dilê te de westiyan Pêlav qurmîn,qetiyan nema xwe nû dikin li kolana te. Keçê! Te ez serxweş kirim Serxweşin hêsirên min Diherikin li ber dergehê te. Hey keça bêdeng ya pişt heft dîwaran veşartî Ji wê dema tiliyên te yê ji bêhna bula şevê Pêşkêşî lêvên min kirî şerbeta xwe windakirinê Di eşqa te de her roj dimrim Û diherikim goristanan! De were Buhuşta bejn û bala xwe veke Wan demên herî girtî ji nav mijangên xwe bavêje. Wan lêvên ken veşartî ji bîra toz girtî azad ke. Were Wê awirvedana dilrevîn Diyarî canê min bike De ka bibe baran û bi ser min de bibare Min şil bike bi dilovaniya xwe Ji ber ku Pêdivîdarê dilovaniya te me.
Naverok