Nivîskar Amîna Zikrî Arif Hîto Tirîfe Doskî Enwer M. Tahir Beşîr Mizûrî Bedel Revo Beyar Bavî Dayka Dalyayê Evdal Nûrî Fazil Omer Fehmî Balayî Hesen Silêvanî Reşîd Findî Hecî Cefer Hêvî Berwarî Hizirvan Ismayîl Hacanî Ismayîl Mistefa Hîşam Akreyî Kamîran Reşîd Kemal Silêvanî Kirmanc Hekarî Mehemed Ebdulla Mesûd Xelef Mistefa N. Hesen Mueyed Teyîb Nacî T. Berwarî Tehsîn Navişkî Ebdilrehman Bamernî Mihsin Qoçan Remezan Îsa Salih Xazî Selam Balayî Selwa Gulî Şemal Akreyî Sitar Elî Tengezar Marînî Yasirê Hesenî Ziyad Abid Hoşeng Mehemed Ehmed Y. Bendî Mesûd Gulî Behcet Hirorî Xalid Salih Têlî S. Mûsa Ismet Xabûr Sedîq Şero Jaro Duhokî Luqman Asîhî Celal Mistefa Selîm Biçûk Ehmedê Huseynî Mihsin Osman Dilyar Dêrikî Bilind Mehemed Seyid Mujtevî Necîb Balayî Nizar M. Seîd Seîd Osman Sîpan Ebdella Gulnar Elî Serdar Şerîf Ismet M. Bedel Nefîsa Ismayil Hacî Cola Hacî Salih Kevrbirî Mahir Berwarî Ezîz Xemcivîn Ehmed Balayî Kovan Sindî Îsa Tahir Omer Dilsoz Salih Sofî Xelîl Duhokî Ehmed Zero Edîb Ebdella Qedrî Şêro Layiq Cemal Sebrî Nihêlî Sedîq H. berwarî Emîn Ebdilqadir Adil Hesen Huda E. Sebrî Şukrî Şehbaz Sebîh M. Hesen Hekîm Ebdella Cankurd Xalib Cemîl Aştî Germavî Ibrahîm E.Simo Qadir Bamernî Mihsin Ebdilrehman Şêxmûs Dêwalî Xêrî Bozanî Bişar Kîkî Erşed Hîto Nizar Oremarî Şîlan Hemo Vedan Adem Bavê Nazê Yûnis Ehmed Musedeq Tovî Enwer Mayî Mesûd Kitanî Emînê Osman Sadiq Behaedîn Hafiz Qazî Mela Xelîl Mişextî Kîvî Arif Ehmedê Nalbend Qadir Qeçax Bedirxan Sindî Ismayil T. Cangîr Eyad Berwarî Taban Sikaya Heval Findî Elind Akreyî Newzet Cemîl Xalid Ehmed Elî Sîhad M. Selîm Nazdar Arif Mistefa H. Mistefa Ferhad Hacî Xalid Hisên Sebrî Silêvanî
Malper
Nûkirin :01/04/2008
Bike di favorîtê de
info@duhokwriters.net
Amar
Serpêhatiyên darbestan Demhat dêrikî demhatderiki@hotmail.com Diyarî bo mesûd xelef: dema em dibûn gilokên befrê, pêlên bagerê jiyan di nava xwe de diguvaşt û çîrokên me di darbestan de dibûn aşopên dîrokê û ber bi rojên bendemanê ve diçûn . Tê bîra te? Li wir, Li welatê çiyan Li bajar û kolanên kêferata şevên giyanxwar û bermayên evîneke derengmayî, ku sirûda Zinaran, Berfînan, Nalînan li şopa rojke din,li vî welatî deng dida! Li bin vê sirûdê me xatir ji şevê dixwest û rojê, bi alên şermê em pêşwazî dikirin. Wê demê, Me digot, Xwezî bi şevê , Xwezî şev vegerê , Xwezî şev careke din konê xwe vedê û me di kêfrata xwe de,bipêçê,û em ,ber bi şevê ve dimeşîn. Em dimeşîn, Meşên me dibûn darbest, Çiyayên dilê me, Bi darên darbestan dixemilîn. Ew kenê ku ji gustîlka welatê min derdiket û bi awirên me dixest Di nava hezkirina xwe de Kaniya darbestan ziwa bike, dibû kefenk! Kefen pir dibûn, Şev har dibûn. Şev li pey şevê, Kefen li pey kefenê Bi tilîliyên aşotan re Ber bi goristanên govend girtî ve, diçûn……… erê bira, Li vî welatî,li welatê sor , li welatê ku serê zarokên xwe dixwê!.. Li welatê girî, Li welatê şînê, Li welatê ku her kêlî jiyan diçû mirinê, mirin diçû jiyanê Milên min û te Bi çend darbestan hate daxdan!? Erê. Me çend mirin hilgirtin? Me çend mirin di jiyanê de,veşartin! Erê bira, Navê van serpêhatiyan Ne bi pênûsê, bi hestîkên cane me, Ne bi hebrê, Bi xwîna rayên me Li ser lênûska dilê me,hate neqişandin Caran ev kezîzerek bû, Caran ev çavşînk bû, Caran ev ez bûm, Caran ev tu bûyî, Û caran ev em bûn, Serpêhatiyên darbestan
Naverok