Malper

   Nûkirin :17/02/2008

Bike di favorîtê de‌ 

info@duhokwriters.net

 Website statistieken Amar  


Malperê fermî ê yeketiya nivîskarên kurd-Duhok
Sernivîskar:
Sebrî Silêvanî
Email: sebrisilevani@yahoo.com
Tel: 00964-750 - 4177409
 
Desteya Nivîskaran:
Mesûd Xelef
Şemal Akreyî
Kemal Silêvanî
Salih Xazî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Festîvala helbestvanê mezin yê kurd Cigerxwîn

Di rojên 10,11,12/02/2008 vestîvala helbestvan Cigerxwîn li Hewlêrê, hola Pêşewa hate li darxistin, ev festîval bi çavdêriya serokê hikumeta herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de bû û ji aliyê wezareta rewşenbîrî ve ku komîteyek ji bû festîvalê hatbû hilbijartin bi rêve cû, di nava festîvalê de gelek nivîskar, rojinamevan, wêjevan û rewşenbîr ji herêmê û her sê parçeyên kurdistanê û derveyî welat amedebûn, lewma ev jî sedemek bû ku bihtir festîvala rengekî netewyî bigire û bihtir nivişkarên amede li hev nas bikin, dîsan ji malbata helbestvanê mezin jî neviya wî û kurê wê Keyo û gelekên dî ji amede bûbûn.

Roja yekem ji festîvalê:
Roja yekem ji festîvalê bi çend stiran û sirûdên ku ji helbestên Helbestvan Cigerxwîn hatbûne hilbijartin ji aliyê tîpa mûzîkê ya Duhokê ve destpêkir, ku tîpa navbirî bi şêweyekî nû û rêk û pêk ew helbest kirbûne stiran û awaz.
Di pey re gotarên vekirinê hatine xwendin ku ji gotara parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî destpêkir û parêgarî jî bal kişande ser girngiya vê festîvalê ji bo tevaya netewa kurd, herwesan gotara yekîtiya nivîserên kurd-Hewlêr hate xwendin, dîsan gotara berêz Felekedîn Kakayî wezîrê rewşenbîrî yê hikumeta herêma kurdistnaê hate xwendin û wî jî têda bixêrhatina hemî mêvanan kir û bal kişande ser rolê girîng yê vê festîvalê û destnîşankir ku wan weku wezaret li bere her sal hinek pirojên rewşenbîrî yên wesan pêk bînin, piştire gotara binemala helbestvanê nemir Cigerxwîn ji aliyê neviya wî ve Silîva Cigerxwîn ve hate xwendin.
Di heman rojê de pêşangehek hatbû amedekirin ku têde gelek berhem, wêne, destnivîs, belge, cil û berg û gelek kel û pelên taybet yê helbestvanê mezin hatine nîşandan.
Di danê evarê de çend simîner hatine pêşkêş kirin ku ew jî ev bûn:
1- Ebd Alrehman Ûzgûn " Cigerxwîn helbestvanê taybetî milî".
2- Kerîm Şareza "Cigerxwîn helbestvanê xebatê netweyî û çînayetî".
3- Rizoyê Osê " xwendinek taybet ji helbestên Cigerxwîn re".
4- Omer Faroq Yekdaş " eydolojiyan û jin di helbestên Cigerxwîn de".

Roja 2
Bernama roja 2 ya festîvalê di katjimêr 10,30 ê sibihê de bi nîşandana ahengekî balêyî ji aliyê tîpa Sema ya Silêmanî ve hate destpêkirin.
Piştî domahîk hatina tîpa Sema çend sîmîner û lêkolîn hatine xwendin û danûstandin li ser wan hatine kirin, simîner jî ev bûn:
1- Dr. Kamîran Berwarî: "Cegerxîn helbestvanê hizir û tevgera neteweyî".
2- Selwa gulî: "jin di helbestên Cigerxwîn de".
3- Konê Reş: " lêkolînek di helbestên Cigerxwîn de".
4- Şewket Sindî: "çi wesa kir ku Cigerxwîn naznavê Cigerxwîn hilbigirê".
5- Dr. Seadedîn Mela: "rolê helbestên Cigerxwîn di bercestekirina bihayê neteweyî û niştîmanî".
6- Perwîz Cîhanî: "Evînî, yar û war di helbestên Cigerxwîn de".

Piştî nîviro dîsan berdewamî bi bernama festîvalê hate dan ku cênd simîner hatine pêşkêşkirin:
1- Elî Şemdîn: "raportên derbarê Cigerxwîn de".
2- Narîn Omer: " dîmokirasiyeta Cigerxwîn di gel binamalê".
3- Newzad Ebdûla Bamerinê: " îdiyolojiya di helbestên Cigerxwîn de"
4- Arjen Arî: " di derbarê navên Cigerxwîn de û helbestên wi bi Soranî".
5- Ehmed Hebo: " kartêkirna helbestên Cigerxwîn li ser kurdên Rosiya".

Roja 3 û dawî.
Di roja 13-02-2008 û li dem jimêr 11 ê sibihê fîlmekî dokomentî di derbarê jiyanama Cigerxwîn de hate nîşandan û danûstandin li ser hate kirin, her li danê evarê ji vê rojê belavkirina xelata bi ser komîta amedekar û binamala Cigerxwîn de û nivîskarên ku beşdarî di simînaran de kirbûn hatine belav kirin û piştire şahiyeke hunerî û stiran gotin bi beşdarbûna van hunermendan: Şêrîn perwer, Mihmed Taha Akireyî, Seaîd Gabarî, Xoşinav, Cudî, Narîn Feqe, Bengîn û Bilind Ebdûla hate bi dawî anîn.

Ji destnivîsa Cigerxwîn î
 


Naverok