Nivîskar Amîna Zikrî Arif Hîto Tirîfe Doskî Enwer M. Tahir Beşîr Mizûrî Bedel Revo Beyar Bavî Dayka Dalyayê Evdal Nûrî Fazil Omer Fehmî Balayî Hesen Silêvanî Reşîd Findî Hecî Cefer Hêvî Berwarî Hizirvan Ismayîl Hacanî Ismayîl Mistefa Hîşam Akreyî Kamîran Reşîd Kemal Silêvanî Kirmanc Hekarî Mehemed Ebdulla Mesûd Xelef Mistefa N. Hesen Mueyed Teyîb Nacî T. Berwarî Tehsîn Navişkî Ebdilrehman Bamernî Mihsin Qoçan Remezan Îsa Salih Xazî Selam Balayî Selwa Gulî Şemal Akreyî Sitar Elî Tengezar Marînî Yasirê Hesenî Ziyad Abid Hoşeng Mehemed Ehmed Y. Bendî Mesûd Gulî Behcet Hirorî Xalid Salih Têlî S. Mûsa Ismet Xabûr Sedîq Şero Jaro Duhokî Luqman Asîhî Celal Mistefa Selîm Biçûk Ehmedê Huseynî Mihsin Osman Dilyar Dêrikî Bilind Mehemed Seyid Mujtevî Necîb Balayî Nizar M. Seîd Seîd Osman Sîpan Ebdella Gulnar Elî Serdar Şerîf Ismet M. Bedel Nefîsa Ismayil Hacî Cola Hacî Salih Kevrbirî Mahir Berwarî Ezîz Xemcivîn Ehmed Balayî Kovan Sindî Îsa Tahir Omer Dilsoz Salih Sofî Xelîl Duhokî Ehmed Zero Edîb Ebdella Qedrî Şêro Layiq Cemal Sebrî Nihêlî Sedîq H. berwarî Emîn Ebdilqadir Adil Hesen Huda E. Sebrî Şukrî Şehbaz Sebîh M. Hesen Hekîm Ebdella Cankurd Xalib Cemîl Aştî Germavî Ibrahîm E.Simo Qadir Bamernî Mihsin Ebdilrehman Şêxmûs Dêwalî Xêrî Bozanî Bişar Kîkî Erşed Hîto Nizar Oremarî Şîlan Hemo Vedan Adem Bavê Nazê Yûnis Ehmed Musedeq Tovî Enwer Mayî Mesûd Kitanî Emînê Osman Sadiq Behaedîn Hafiz Qazî Mela Xelîl Mişextî Kîvî Arif Ehmedê Nalbend Qadir Qeçax Bedirxan Sindî Ismayil T. Cangîr Eyad Berwarî Taban Sikaya Heval Findî Elind Akreyî Newzet Cemîl Xalid Ehmed Elî Sîhad M. Selîm Nazdar Arif Mistefa H. Mistefa Ferhad Hacî Xalid Hisên Sebrî Silêvanî
Malper
Nûkirin :20/04/2008
Bike di favorîtê de
info@duhokwriters.net
Amar
JI KURDISTANÊ NAMEYEK JI EWROPA RE Birêz Jan Figel Berpirsê Yeketiya Ewropayî bo karûbarên çandê (European Commissioner responsible for culture) Birêzê hêja Figel, Ma gelo ne trajêdiyeke mezin be dema zarokek nikaribe ji daya xwe re binivîsîne, “Dayê ez ji te hej dikim”? Gelo ne trajêdî be dema li zarokekî bihêt qedexekirin ku li xwendegehê bi zimanê xwe bipeyive? Di demekê de ku em bi serbilindî mafên hûtan diparêzin; di demekê de ku wêneyên merîxê di dest me de ne û di wê dema ku em tê de pesna sûda pirrzimaniyê didine de, milyonan mirov ji mafê xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe yê zikmakî hîn jî bêpar dimînin. Di rastiyê de zimanê wan hîn îroj jî qedexe ye. Bêhtir ji 30 milyon mirov bi zimanê kurdî dipeyivin. Zimanê gelekî ye ku ji azadiyê hatiye bêparkirin, gelekî ku di nav çend dewletan de hatiye beşbeşkirin; û vî gelî roleke grîng di pêşvexistina şaristaniya Rojhilata Navîn de leyiztiye. Bikarhanîna zorê li Rojhilata Navîn gellek caran peywendî bi nenasîna hebûn û mafên komên etnîk û olî re hebûye. Nasîna hebûn û mafên wan koman dikare ne tenê rê li pirsgirêkan bigire, lê dikare her weha berdewamiya dewleteke ligor bendên destûrî di rê de misoger bike. Em, nivîskarên ji herêmên cuda yên Kurdistanê, ji hukûmetên Ewropayê hêvî dikin ku hemî rêyên dîplomatî û qanûnî bi kar bihînin ji bo daxwaza rêzgirtina ji mafên kesan û koman re, bi taybetî derbarê gelê kurd de, ji hukûmetên Tirkiyeyê, Îranê, Îraqê û Sûriyeyê; û daxwaza ji wan ku van mafan di nav destûrên wan dewletan de bihên bicîhkirin. Em di heman demê de wê yekê ji Tirkiyeyê, Îranê û Sûriyeyê dipên ku wek Îraqê zimanê kurdî bi şêweyeke destûrî bipejirînin da ku bi encamê ev zimana bikaribe bi serbestî ji bo perwerdeyê, mîdyayê û weşandinê bihêt bikarhanîn. Ewropa dikare her weha derbarê nasnameyê, pêşvexistina çandê û parastina mîrasa çandî ya Kurdan de alîgir be. Ya rast, Yeketiya Ewropayî dikare di gellek waran de bi ziman û Wêjeya kurdî re alîgir be, wek: - Peywendîgirêdana bi hukûmetên Tirkiyeyê, Îranê, Iraqê û Sûriyeyê re û daxwazeke bi îsrar ji wan ku nûnerine Yeketiya Ewropayî li herêmên kurdî derbarê pirsên xwe bi zimanê kurdî ve girê didin de lê binihêrin. - Alîkirina ji bo birêxistina bernameyên pêdagocî bo têgîhandina mamosteyên zimanê kurdî li Ewropayê û Rojhilata Navîn; her weha ji bo amadekirina pirtûk û pêdiviyên nûjen ji bo fêrkirina vî zimanî. - Leyiztina rolekê di damezirandina dezgeheke televizyonî ya satelîtî de taybet ji bo ziman û Weejeya kurdî. - Şopandineke siqesiq derbarê siyaset û kiryarên xwe bi zimanê kurdî ve peywendîgir dikin li Tirkiyeyê, Îranê, Îraqê û Sûriyeyê û birêxistina reaksiyoneke zûdem ger van dewletan bi şêweyeke durist li sozên xwe xwedî dernekevin. - Piştgiriya derfetên fêrkirina zimanê kurdî li her dera ku civatên kurdî lê hene. - Piştgirya projeyên wergerandina berheman ji û bo zimanê kurdî. - Piştgiriya projeyên hunerî bi amanca ku hunermendên kurd bihên serilêdana welatên ewropayî û yên ewropayî biçin Kurdistanê. Serbestkirina zimanê kurdî dê ne tenê ji bo Wejeya kurdî sûdmend be, lê dikare her weha roleke mezin li Rojhilata Navîn di proseya aştiyê û demokrasiyê de bileyize. Brûksel, 18/04/2008 Hêvî Berwarî: ji Almanya (Kurdistana Îraqê) Xeyrî Bozanî: ji Kurdistana Îraqê Ebdal Nûrî: ji Kurdistana Îraqê Konê Reş: ji Kurdistana Sûriyeyê Ibrahîm Selman: ji Hollende (Kurdistana Îraqê) Hesen Silevanî: ji Kurdistana Îraqê Şahînê Bekirê Soreklî: ji Australya (Kurdistana Sûriyeyê) Helîm Yûsiv: ji Almanya (Kurdistana Sûriyeyê)
Naverok