Malper

   Nûkirin :05/06/2008

Bike di favorîtê de‌ 

info@duhokwriters.net

 Website statistieken Amar  


Malperê fermî ê yeketiya nivîskarên kurd-Duhok
Sernivîskar:
Sebrî Silêvanî
Email: sebrisilevani@yahoo.com
Tel: 00964-750 - 4177409
 
Desteya Nivîskaran:
Mesûd Xelef
Şemal Akreyî
Kemal Silêvanî
Salih Xazî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Felsefeyek ji xaleyê: Bêkes Reşîd.


Ziwa
… Hişk
Bêjeyek mişt hemû mijar
Hemû Bîyografiyên
… Di bîskekê de dişewitin
Hemû kirinên Metamatîkiyî
… Li ser şopa xewna sava dibin
Hemû Piyaseyên li hemû hêlan
… Ji bo kesayetiyeke bê sîk û rûniştok
Wilo yan ne wilo… ne xeme
Ne xeme…
Çiqasî bêyî min be
Hewqasî baştire
Hewqasî ne xeme
Ta dûrayiyên nenas ji vê wateyê… !!
Hindek dimîne
Hindekî din ji te... û
Hêj zarê gewdeyê te li dûv neyînê
Ne pîvana Santimêtrekê ji vê nexemiyê
Tu dûrtir dibe… !!
Yaseya tevdana kîjan bingehên te ??
Ne mîna bijartina nêrînê
Hindek ji te jî nebe
... ne xeme
Gihîjtinek...
Rûreşiyek...
Xwîntaliyek...
Sedemek ji peydabûna Afasya yê li min
Ango...
Ramandina te ya bêzar… !!
Ciwanî ji çavên te dikeve
Kesekî nasnekir
Dîroka hin windakirinan
Ne hindeke…
Ne hêsaniye…
Lê…
Ne xeme
Ji xwe xeyidî
Ji ber xwe westiyayî
Ka ko lê bibûre... !!
Landik... tenê li ba diheje
Dest... ji çavan tim şuştî
Bûjîniyeke rojane ji qederê
Wexerek…
Vemirandinek...
Jibîrkirinek…
Çîyîtiyeke xwedayiyî nû.
………………………………………..

 

 


Naverok