|
|
Ewê, ji fincana min, jîriya
pêxemberikî dizî
Helbesta: Xalîde Xelîl
Wergêrana: Hesen Silêvanî |
 |
Bi
eşiqê pêçay me, ta sînorê lerizîna pêxemberiyê û
Veqetiyana sewdaserî yê liser aleka hişiyariya wî,
Demê spiyatiya ewrekê bazday û tofana xerîbiyê
Li dor ruha min, di min de dîtî.
Diviya navenda eyna te, xerîbiya min komkiriba û
Ez li ber derazînka lêbûrînê durî bam
Delîvê bide min, delîvê bide min
Heta êşên xwe u te pate bi kim
Min, bi nik xwe ve, bibe
Li bin xîzê xweşiyên te, janên xwe, bin ax dikim.
Çend tu ji min nêzîkî...Bixwîne |
|
|
Daxuyanî derbarê daxistina rojnama (Azadiya
Welat) de: |
 |
14.emîn
Dadgeha cezayên giran a Stenbolê wekî her carê bi biryareke bayêbezê,
weşana rojnameya Azadiya Welat bo heyvekê rawestand.
Ev biryar şanî me dide ku dewlet dixwaze qedekariyê wekî şûrê
demoklesê li ser serê kurdî û kurdan bihejîne! Dewleta ku di medîa
dîtkî û nivîskî a Tirkiyeyê de ‘temaşevan’ê her cure niqaş û
guftûgoyên derbarê çareserkirina pirsgirêka kurde ye, ji ber çi
tehemûlî rojnameyeke kurdî nake?...Bixwîne |
|
|
ÇIMA NAXWAZIN KURD BIXWÎNIN: Tevger
ÇEKDAR |
 |
Xwendin
rêya fêrbûnê ye, bi xwendinê mirov dibe xwedî tevgerên qenc, xwendin
dijminê nezanîyê ye. Civakên xwende di her qadê de pêşve diçin,
civakên nezan nikarin pêşve biçin. Mirovên xwende û perwerde bi
zanînên xwe dikarin ji civakê re bibin pêşeng, rêber. Lê mirovên
nezan di jîyana civatê de dibin sedema pirsgirêkan bêguman. Bingeha
problemên civakî, ji nezanî yê tê çimkî nezanî çavkanîya hemî tiştên
neçê ye. Di sedsala 21.an de divê gelê Kurd girîngî yê bide xwendin
û fêrbûna zarokên xwe. Hewceye pêşeroj bi vî ronî bibe û gelê
Kurd...Bixwîne |
|
|
Mêhivana fîstivala siyê ya yekîtiya
nivîserên kurd Bêlke Sewmer: Edebiyatên afiretê pêdivî bi rexnê ye |
 |
Çi
cara hezên mirovî di navbera her du nifşan de nekete ber pêlên
vavartinê, xwedana sê pertûkên helbestan bêlike Sewmer ji dayik bûya
sala 1985 li herema Reş li kibî û xelka bakurê Kurdistanê ye, eve
heft sale li Elmaniya dijî û li ser xwandina xwe ya hunerê şêwekarî
û filman berdewame. Dîsan derbirînên xwe yên helbestî ji yên zelaman
cuda nekiriye. Bêlke Sewmer li dor hebûna berhemên xwe bo Evro got:
Min du pertûk bi latînî çapkirine ew jî binavê ''Meludiya heştan û
xeyaleka din '' û yek bi turkî bi navê...Bixwîne |
|
|
Peyva Pena Turk derbarê festîvala
Duhokê a rewşenbîrî -3 |
 |
 |
Rêveberên û endamên payeberz ên
Y.N.K.tayê Duhokê.
Amedabûyên hêja û nîrxdar;
Ne ji nesaxiya min bûya, niha li vê holê wekî mêvan bi du nasnameyan
dê li pêşberî me bûma. Yek,Nûnerê Navenda Pena Tirkiyeyê, du
nivîskarekî zimanê tirkî…
Pen’a ku ji Yekitiya Nivîskaran pêk têt; rêkxistenek e ku li der û
di nava sînorên Tirkiyeyê de bi dilsozî nêzîkî her zimanî, her çandê
û her nasnameyê dibe. Em ne saziyeke ku endamên wê ji nivîskarên ku
bi zimanê tirkî dinivîsin pêk tên in; wekî nivîskarên zimanê din, ên
zimanê wan ne tirkî; nivîskarên kurd jî endamên me…Bixwîne |
|
 |
|
Hesen Silêvanî: Nêçîrvan Barzanî
biryara encamdana festîvalê dabû lê sê sale parêzgehê hêlabû birêve. |
 |
|
Hesen Silêvanî serokê yekîtiya
nivîserên kurd, Duhok divê hevpeyvîna taybet digel Evro de gelek bi
aşikirayî bersivên pirsiyarên me dide û diyar kir ewên gazinda ji
wan û ji festîvalê dikin ewin yên ku dema simînar li festîvalê
dihêne kirin ew dumînê dikin û egerê ne bûna peyva parêzgerê Duhokê
jî di festîvalê da diyar dike û digel çewaniya mezaxtina sed hizar
dolarên ku bo wana hatine mezaxtin û dîsan jî ew gotin bi neweyî
derêxistin ku wî festîval kiribe di xizmeta take kesî de û wî takalî
biriyar dabin. Hesen Silêvanî serokê yekîtiya nivêserên Duhokê...Bixwîne |
|
|
Axavtina
şandên beşdar di festîvala Duhok a rewşenbîrî + 3 de |
 |
 |
 |
|
ROJAN
HAZIMÊ Serokê Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê |
 |
|
|
|
Arjen Arî
- Komeleya Nivîskarên Kurd li Bakûr |
|
|
Reşeba: Gulnar Elî |
 |
Li
sinorê gundê me,
Bayekî reş belav bû
Jı bîbîkên çavan,
Xem,
Hisret
Êş
Li nav dost û hevalan
Yeksayî bariya
Di nav henasa dilê bi keseran mişt
Penceşêrê hêlîna xwe nîgar kir
Çiya siridî...Bixwîne |
|
|
Ez ne birayê we me: Arjen Arî |
 |
Heftiya
çûyî hemû nivîskarên ‘quncikxewletdewlet’ di eniya şer de geh bi
serokwezîr û serfenmandar re ketin kemînê li qelevîzka rûniştin, geh
bi handan û navtêdan hinavên xwe sotin û gotin, ‘serokwezîr… û di
eniya şer de çokan bide erdê’? Mafdar in! Hem jî ji ferş ta bigihe
erş:
Arteşa ku 80 sal e xwedî û zêrevanê dewletê ye, arteşeke ku
rast-derew di baweriya wan de li Gelibûliyê, li Çenaqeleyê ‘destanên
lehengiyê’ dane nivîsandin, nêşêt di eniya şer de xwe bike mertal bo
serokwezîrê xwe yê wêrek û dilêr?! Dilêrî; têkçûn û şikestin be di
şerekî ku ji 1846ê ve didome de...Bixwîne |
|
|
Gera Li Wan Û Miksê Û Festîvala
Feqiyê Teyran : Konê Reş |
 |
Ji
mêj ve, ji zaroktiyê ve, min ji bav û kalên xwe navê Hekarê,
Serhedê, Sîpanê Xelatê, Wanê, Miksê û Zozanan dibihîst. Û gelek
caran di civatan de dihat gotin; filankes ji mehcirên Wanê ye,
bêvankes ji mehcirên Serhedê ye.. Û digotin ew deverane çiyayî ne,
asê ne, sal duwanzdeh meh berif li ser kûpên wan çiyayan spî xuya
dike.. Erê, wiha digotin.. Ez ne bawerim ku wan(Bav û kalên me), ew
dever dîtibûn, mirin û ew dever nedîtin. Ji ber ku ew berîvanî bûn,
jiyana xwe di beriya Mêrdînê de derbas dikirin, dûrbûnek bi sedan
kîlomitir di navbera wan û wan deverên Çiyayî de hebû. Hem jî
sînorekî malwêran, asteng bû di...Bixwîne |
|
|
Nivîskarên Duhokê mêhvanên Feqiyê
Teyran bûn |
 |
Li
pey vexwendinek a fermî a waliyê Wanê, şandek ji nivîskarên kurd ji
Duhok, Hewler , Silemani û Kerkuk dê beşdariyê di festîvala Feqiyê
Teyran de, li Wanê û Muksê kirin. Ji Duhokê 12 endamên yeketiya
nivîskarên Kurd li gel nêzîkî 20 nivîskaran ji Hewler, Silêmanî û
kerkûkê. Feqiyê Teyran, helbestvanek kilasîkê Kurd e, xwediyê
dastana Şexê Senanî ye, herwiha dîwanek a helbestan, ku nivîskarê
Kurd Seîd Dêreşi bi karê komkirina wê rabûye û ji weşanên Spîrêz e,
li sala 2005 belavkiriye.Wek ku hatiyê zanîn ji Gulşen Xanê,
perlemantara Kurd, ku ji binemala Feqiyê Teyran e, jimareka berfireh
ji parçên din ên Kurdistanê, di gel jimareyek a nivîskaran ji Ewropa
dê beşdar bin. Nivîskaren Duhokê , dê bi dû semînaran tev li rojanên
festîvalê bibin, ew jî nivîskar Tehsîn Doskî û nivîskar Ismet Xabûr. |
|
|
Rûsatiya rengan: Xalib Cemîl
|
 |
Di
çavên min de digirinjî
Bajêrî henase dikêşan
Hemî tişt aviz bûn û
Janên bûneka nû dihatinê
Cada tengatiya kolanan didizî
Leşê zivistanê
Rûs radihêla rengan
Xewnên min ji renga havî bibûn
Dem, geşiteyeka bê wexer bû
Di nav pêlên hişkatiyê de dixendiqî
Giyanê min...Bixwîne |
|
|
Lêgeriyanek li ser çengên şevekê:
Xalid Elî Silêvanî |
 |
Çaxê
dûkêl digire
Li hindav kelexê telaşan
Agir bi sema dikeve
Li ser tiblên goryê.
Ez yê li te digerim û
Zivistan diqirqçe ji xwînçûnê
Li ser stûyê biyavên persîvî de
Rêk û agirdan û pêyên nû dizên..
Dilber hêşta xemgîne
Şetirincê digel birûsiyan dike
Şae disoje.. Ez li kûve me.?
Kê ev babelîseke li min mehir kir?...Bixwîne |
|
|
Semfoniya peyvan: Ebdulrehman
Bamerinî |
 |
Di
berperên şairan de
Yarî û tebelanê bi peyvan dihê kirin û
Di ezel de hemî dixiror û mexirorin
Di serdemê eşqê û nivîsîna peyvan de
Dibe tofana mirovîbûnê û
Yarî bi pîroziyên wan dihê kirin!
Hemî semayê liber peyvan dikin, heku ji tariyê dirêjin
Şabaşan didin!...Bixwîne |
|
|
|
|
Xodîka jiyanê di romana "Gulistan û
Şev "de, Xwandineka derûnî-civakî: Dr. Arif hîto |
 |
Gulistan
û Şev; kurte romaneke (nuvlêt), di 74 laperên qebare navincî de ji
layê nivîserê hêja Hesen Silêvaneyî hatiye nivîsîn. Çapa yekê li
sala 1996b tîpên latînî li Duhokê hatiye belavkirin û çapa duyê li
sala 2000 ê bi tîpên erebî belavbûye. Her weku li dumahiya romanê
hatiye aşikirakirin ku li sala 1987 ê hatiye nivîsîn, lê cih û
bûyerên romanê behsî çend salekên berî despêkirina nivîsînê dikin.
Her çende em nikarin sala dirust ya bûyerên romanê destnîşan bikin,
lê dikarin bêjin ku di serdemê şerê di navbera Îraqê û Îranê de
hatiye...Bixwîne |
|
Festîvala Feqiyê Teyran Li Wan Û
Miksê
(19-21 Heziran 2010) |
 |
Îsal
festivalek bi navê Festîwala Kulturî ya Feqiyê Teyran li Miksê
çêdibe û dê sê roj dom bike. Bernameya Festîvalê bixwîne.
Piştî qedexetiya 85 salan li ser Ziman û Çanda Kurdî, ev cara
yekemîn e ku ew Festîval bi awayekî fermî ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê
ve tê çêkirin.
Hîmdarê Festîvalê yê yekemîn, parlamentera bajarê Wanê ya AKPê,
xanima hêja Gülşen Orhan e û aboriya wê ji aliyê Wezîrê Kulturê
rêzdar Ertugrul Gunay ve tê kirin. Piştekvanekî din Werzîrê Dewletê
herweha berpirsê ji karûbarên Yekîtiya Ewrûpayê rêzdar Egemen Bagiş
e û mazûvantiya wê jî parêzerê Wanê rêzdar Munîr Kararoglu dike. Kar
û xebata xanima...Bixwîne |
|
|
Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê |
 |
10'emîn
Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê îro li dar dikeve. Festîval heta
6'ê pûşperê wê li dar be. Di festîvalê de wekî her sal îsal jî gelek
çalakiyên hunerî hene. Konser, pêşangeh, belgefîlm, atolye, gotûbêj,
şano, xwendina helbestan, sazkirina dîwana dengbêjan hin ji
çalakiyên ku wê li dar bikevin in. Festîval îsal bi diruşma "Hunera
azad, civaka azad" li dar dikeve.
01 Pûşper, Sêşem
Çalakiya Nasandinê Sînevîzyon
Konser: Projeya Orkestraya Enstrumanên Têlîn ya Şaredariya Bajarên
Mezin a Amedê û Navenda Çanda Fransiz...Bixwîne |
|
|
DİLÊ XAPÎNOK: MEKSELİNA LEHENG |
 |
Ez
zanim kesera di dilê te de li ku maye
Û wê heta kengî wiha bimîne.
Tu, ez û tunebûn
Yekcaran dikevim xaliya
Xaliya hebûna te
Dilê xapînoke dilê min
Ez zanim tu çiqas ji min dûrî
Û rê li te hatiye girtin.
Dilê min ewqas ji bo te diperpite
Ez zanim dilê te ji bo kê diperpite
Dilê zarok dilê xapînoke...Bixwîne |
|
|
DI CIVAKA KURD DE CIHÊ HELBEST Û
HELBESTVAN: Welat DILKEN |
 |
Pênûsa
helbestkarê Kurd a helbestê 1172 sal in ku bi kurdî hibrê dilopînê
ser kaxizê. Ew pênûsa ku bi Kurdî dinivîsîne, dengê bêdeng ê hest û
ramanên helbestkêr, ango hestên hozanên Kurd li ser kaxizek xêz
dike. Ew pênûs, 1172 sal in ya di dilê mirovên evînkêş, raman kûr û
xiyal roj de xêz dike û dema ku em bi ser xêzên wan de çavan xar
dikin, em dixwînin ku va welat di heman demê de helbestistan e jî.
Ew helbest 1172 asl in ku li ber pêsîrên Kurdî, êş û janê, bext û
bextewariyê dimêje û wîsa gulgeh gulgeh mezin dibe...Bixwîne |
|
|
Şer(xwende) van : Arjen Arî |
 |
Yên
ku ji sifreya şer dixwîn û vedixwin û sih sal e tê de diberbihin,
dikeriffin; piştî her kuştinê mina şêrê ji ser termê nêçîra rabûyî,
esseh tahma devê xwe xweş kirine, bi zimanê xwe yê kirêt û bêmerês
derûdora devê xwe alastine. Û teqez, ewan piştî kuştin û herikandina
xwîna Şervan*; Şervanê ne şerxwaz, ne şerker, ne jî li qada şer di
eniya şer de; ekla xwîna sor î teze û şîregerm a Şervanê xwendevan
di binê zimanê wan de maye, û pê re gotine ‘ oxxxxyaaaan…çi xweş bû
tahma vê xwînê’! Kuştin, ku ya kurdan be jê eşkeretir û rewatir?
Mirin, ku ya kurdan be jê hesantir û jirêzêtir? Xwîn, ku ya...Bixwîne |
|
|
Li Batmanê, Bi Pêşmergên Bajaran Re
Di Govenda Cegerxwîn De Raqisîm!Konê Reş |
 |
Li
ser daxwaziya şaredariya bajarê Batmanê(Êlihê), min di rojên
21-22-23 gulana 2010 an de, beşdarî di (Rojên wêjeya Kurdî) de kir.
Ew rojên ku yekemîn care ji aliyê şaredariya Batmanê ve, di bin navê
(Yê ku Peyv Ji Ezman daxist Erdê; Cegerxwîn) û (Di Edebiyata Kurdî
ya kilasîk de Erka Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran) hatin
organîzekirin. Çalakiyên hersê rojan di salona Sînemaya Yilmaz Guney
de hatin lidarxistin. Di van hersê rojan de, di gel heval û hogiran;
Osman Ozçelîk, Arjen Arî, Îrfan Babauglo, Lal laleş, Kawa Nemir, H.
Mem, Şefîq Beyaz, Zana Farqîn...Bixwîne |
|
|
LÎSTIKÊN ME JÎ DIZÎNE : Tevger
ÇEKDAR |
 |
Merû
ku li malê xwe nebe xwedî ne parêze bêguman wê hinek kes lê bibin
xwedî. Lîstikên Kurda gelek dewlemend û balkêş bûn bi rastî.
Lîstikên me, çavgirtonek, kaşo, dame, kişik, tevşo, xezalê, tûtik,
kerajo, birrê, heftok, neh kevir, pênc kevir, zelf, kevirê nav şeqê,
kevirê mila, hesp ajo, bistberk, gur û pez, heyştikî,malomet, gaxik
(kapik), holik, bezirgan û hwd.. Xeyrî lîstikên zarokan ê mezina jî
di leyîstin ...Bixwîne |
|
|
Helbijartina nûnerên Kongirê giştî
li roja 18/5/2010 |
 |
Êvariya
roja sê şembê rêkeftî 18/5/2010 desteya giştî ya Yekîtiya Nivîserên
kurd liqê Duhokê kûmbûna xwe bi amade bûna 136 endaman best. Ji bo
helbijartina 25 nûneran ji bo Kungirê giştî yê 1/7/ û di encam de
tenha 25 endaman xwe kandîd kirin û hatine pesend kirin ji layê
desteya giştî bi têkirayî, weku nûnerên kongirê giştî yê Yekîtîya
Nivîserên kurd ewê dê hête gêran li bajêrê Silêmaniyê. Nûnerên liqê
Dohuk ev navên li xwarê ne...Bixwîne |
|
|
Mîr Celadet Bedirxan Û Ekola Hawarê:
Konê Reş |
 |
Wek
ku diyar e, îro 15/05/2010, 78 saliya derketina kovara Hawarê ye û
ji bo roja zimanê Kurdî li bajarê Cizîra Botan, ji bo Festîvala
4’emîn a Rojên Ziman, Çand Û Hunerê kom bûne, di bin durişma (Zimanê
Me Stêrka Esmanê Welatê Me Ye) hev dibînin û ked û westandina Mîr
Celadet Bedirxan û kovara wî Hawarê bibîr tînin.
Ji dil ez spasiya şaredariya bajarê Cizîra Botan yê kevin û nû
dikim, spasiya amadekarên festîvalê dikim.
Berî her tiştî, dixwazim bi gotineke Mîr Celadet Bedirxan dest
pêbikim:
(Malxerabo ! ma we ew çend wext nîne, ko hûn ji bo hînbûna zimanê...Bixwîne |
|
|
Helbesta Elmanî li Duhokê tê xwandin |
 |
 |
 |
|
Li roja Yekşembê rêketî 9 - 5 - 2010
yeketiya nivîskarên Kurd tayê Duhokê êvarek a helbestxwandinê ji bo
hejmarek a helbestvanên Kurd û Elmanî saz kir. Li destpêkê rêzdar
Hesen Silêvanî serokê yeketiya nivîskarên Duhokê peyvek xwand û tê
de bixêrhatin û supasiya dîlagisyonê Elmanî kir, herweha behsê
girngiya peywendiyên coda cuda bi milet û kultûrên cîhanî re, ku
yeketiya nivîskaran berdewam ew hewle daye. Paşî, helbestvanan
qeftek ji helbestên xwe bo amadeyan xwandin, hejî gotinê ye ku
hunermend Izeddîn Temo bi awazên tembora xwe êvar bêhtir xemiland.
Tê zanîn ku helbestvan Selam Balayî îdara êvarê...Bixwîne |
|
|
Hevpeyvîn bi nivîskar Rûkiye Ozmen
re: Evîn Berçem |
 |
Rukiye
Ozmen ji Cizîra Botane. Sala 1990 ew jî, tevî malbata xwe ji welat
derketiye û li Ewrûpayê cihê bûye. Bêrî kirina welat û mihacirî di
serde jî evîndariya zimanê kurdî û hestên nivîsandinê ji sala 1996 û
virde Rukiye Ozmena delal kiriye di nav gerdûna edebiyatê. Sala 2000
jî amadekariya berheman dest pê kiriye û edebiyatê re bûye
yekdil.Rukiye Ozmen nivîskarekî jine û kurde. Dema ez berhema
nivîskarên me ên jin dixwînim, hêvîyên min jîndar dimînin... Ji ber
ku jinên me bi salan keser û êş kişandine.. Di nav bindestiyê de
jiyane...Bixwîne |
|
|
Tace gulîn: Nacî Taha Berwarî |
 |
Li
şazdeyî sê
Perên min û şenge rojê
Bûne hilim
Digel pêlan rakirin bayî
Li şazdeyî sê
Stemkariyê sinor birîn
Tarîstanê
Kon vedan û dada çiyay
Li şazdeyî sê
Payiz hat û
Hiş û hestên min werandin
Barana sor
Mijtin lêvên wî zarokê
Yek rojî zayî ...Bixwîne |
|
|
Ronidikên kel ên spêdê: Sebîh
Mihemed Hesen |
 |
Heku
li wê spêdehiya zû û sar ez gehiştime wêderê ez mame mendehuş ji
rawesitiyana wî ya ne çaverêkirî li wêderê, humî tişt bo hindê diçûn
ku hîna wî ageh ji çi nîne, çunkî ew ne cara yekê ye ji mal
derdikive û qesta wêderê dike, nîşanên damabûn û helçûnên ne wek li
serûçavan bûn, soratiyeka kevin di çavan de kûrtir lêhatibû, her
çend ew li hêviyê nebû tirumbêlek li vê spêda zû biçe di dûv re,
belê digel hindê çi nîşanên heybetîbûnê li dêmê diyar nedikirin,
belkî beruvajî her yekser siwar bû bêyî ku bi dirustahî berê xwe
bide yek ji me her duya, vê çendê jî bo...Bixwîne |
|
|
Yekê
Gulanê :
Dîlan Zêbo |
 |
Duh,
Perwanekê
çilpikek ji sulava sî nga te
li ser lêvên min danî
Ji nişkave geşbûm
Erdhej rawest
Ewr vekişîn
Ro di rûyê gulan de kenî
Daran Cilubergên nuh li xwe kirin
Rûbaran pişkovên dilên xwe vekirin
Çivîkan sirûda azadiyê xwendin
Xuristê şahiya evînê lidarxist
Çiyan dîlana...Bixwîne |
|
|
Dîdar li gel
Dr. Bedirxan Sindî. Berhevkirin: Diribas Mistefa |
 |
Di
nav gelê me de bi dehan helbestvan û nivîser û kesanên bispor û
jêhatî rabûne, bi peyv û qelemên xwe yên zêrîn û neçik, xizmeta doza
rewaya kurdî kirine. Peyvên wan mîna stêran li asmanê çardê birskîne
û li ser devê keç û xortan bûne awazên xemrevîn û dilên bi kul û
evîndar helandine. Bûne şemal û çira ronahî dane qulançikên tariyên
zîndanan û lawên şoreşgêr li ber wê ronahiyê berxwedan kirine. Dr.
Bedirxan Sindî yek ji nivîser û helbestvanên kurdê mezine ku bi peyv
û qelemê xwe gelek xizmeta gel û welatê xwe kiriye. Lewma li dor
edebê devera Behdînan û hozana kurdî ya berî û piştî...Bixwîne |
|
|
Zarokê xewnan: Xelîl Duhokî |
 |
Her
çend jiyê wî ji çil saliyê jî bûrî bû, lê hêşta jin neanîbû. Dema
yekî pisiyar jê dikir, wî digot: ''jin û mal, berpirsiyariyeka mezin
in û min pêdivî bi wê sergêjiyê nîne. Hosan serê min tenaye.''
Kesûkar û cîranan jî, berdewam pirsa jinanînê jê dikir. Her carekê
behaneyeka wî ya amade bû, lê dîsan gelekan bela xwe lê didan û pirs
dubare dikirin.
Şevekê li ser vexwarinê, hevalê wî yê...Bixwîne |
|
|
Roja rojnamegeriyê û
fedakariya Kurdan: Evîn Berçem |
 |
|
Bingeha
rojnamegeriya me bi Mîdhad Bedirxan di 22 Avrêl 1898'an li Misirê bi
navê rojname ”Kurdistan” dest pê kir. Ji Bedirxaniyan û virde ger
amatorî û ger jî profesyonelî kurdan rojevê xwe bi her fedakariyê
aktûel hiştine.
Rewşa Kurdistanê û pirsgirêka kurdî hewcedarî weşanê ye. Bi salan li
gorî qedexebûna xwe hifqes jî rojname ketiye jiyana me kurdan. Îroj
em gîhaştine mercekî weha ku ti welat mîna kurdan rojnamegeriyê ne
afirandiye.
Belê, herçiqes gelek rojname û kovar girêdayî raman û ...Bixwîne |
|
|
Hevpeyvînek dûr û
dirêj bi nivîskarê navdarê kurd, Elî Eşref Derwêşiyan ra...
Wergerandin ji Farsî: Dêrsim OREMAR |
 |
''
Elî Eşref Derwêşiyan di edebiyata çîrokiya Îranê da navekî
naskiriye. Kesek ku ’’Gulşîrî’’ (1) nasnavê : pak û bê xel û xeşa
edebiyata Îranê daye wî. Ew nivîskarê Kurd di edebiyata Farisî da
xwedî karnameyek berbelav û tejiye. Ew di warê nivîsandinê da xwedî
nêrîn û şêwazeka taybet û cudaye, ku herdem liser vê şêwaza xwe bi
israre û piştgiriyê lê dike...Bixwîne |
|
%20(Medium).jpg) |
 |
|
Çilîniya
nivîserên kurd yên wexerkirî: Hafiz Qazî-Segivan Ebdulhekîm
Rizoyê Osê 12-Nîsan–2010 |
 |
Duh Dûşembê 12 – 04 – 2010 li
danê êvarê û bi amadebûna hejmarek a mezin ji nivîskar,
xwandevan, kes û aliyên cuda cuda ji Kurdistanê, herwisa kesûkar
û malbatên nivîskarên wexerkirî ( Hafiz Qazî, Segvan Ebdulhekîm
û Rizoyê Osê) yeketiya nivîskarên Kurd tayê Duhokê çiliya hersê
nivîskaran saz kir. Li destpêkê wek rêzgirtin ji bo canê hersê
nivîskaran, tevaya amadeyan deqîqekê li ser canê wan rawestiyan,
paşî rêzdar Hesen Silêvanî peyva yeketiya nivîskaran xwand û tê
de behsê kar û xebata hersê nivîskarên wexerkirî, kir. Herwisa
Silêvanî rolê tevaya nivîskaran bi bilindî nirxand, ku rêberên
gel û milletên xwe ne lewra jî gereke berdewam li bîra me
bimînin û cihê rizgirtinê bin. Paşî, merasîm bi pêşkêşkirina
penelê êvarê, bi awayê li xwarê, dest pê kir:
1- Têlî Emîn: Babê Sîrwanî, wexera te bi xêr.
2- Musedeq Tovî: Peyvek a wifadariyê di derheqa Hafiz Qazî de.
3- Cemîl Ebdî: Segvan Ebdulhekîm, xemxwerê peyva Kurdî.
4- Bavê Nazê: Rizoyê Osê kî bû?
5- Peyvên binemalên nivîskarên wexerkirî ji aliyê: Şivan Hafiz
Qazî, Hindirîn Kamîran, Mesûd Xelef.
Hejî gotinê ye ku meraînên çiliyê ji aliyê nivîskar Mihemed
Evdullah ve hate birêvebirin. |
|
|
Peyva Yeketiya Nivîskarên Kurd -
Duhok Ji Aliyê Rêzdar Hesen Silêvanî |
 |
%20(Medium).jpg) |
 |
|
Silav û rêz,
amadebûyên berêz, ji binemal û kes û kar û xizim û dostên her sê
nivîserên wexer kirî-Hafiz Qazî-Segivan Ebdulhekîm-Rezoyê Osê.
Nivîser û rojnamevan, Xuşik û birayên hêja:
Binavê yekîtiya nivîserên kurd-Duhok, em ji dil sipasiya we yên
hêja dikin, ji bo pişkdariya we, di gel me de, ji bo gêrana vê
êvariya rêzgirtin û wefadarî û dilsoziyê ji bo giyanê pakê, sê
stêrên geşên meydana rewşenbîriya kurdî, sê qelemên pir bizav û
xebat û berhem, sê nivîserên kurd, yên rolekê diyar û berçav û
hejî di qada edebiyata kurdî de hene, her sê navdarên kurd (Hafizê
Qazî, bavê rojnamegeriya kurmancî, û pêşengê wê li devera
Behdînan, mamosta û bav û handerê nivîserên genc ên kurd, hêmayê
xweragiryê û mirovaniyê, ew mirovê pişkurîna wî herdem geş)
Segivan Ebdulhekîm, nivîser û rojnamevan û parêzerê komeka
dîkomênit û dîdarên rewşenbîrî û hunerî li êzgêhê kurdî li Bexda,
aşiq û şeydayê peyv û awaz û stiranên kurdî û parastina fulklurê
me yê resen).Rezoyê Osê, zimanzan û vekoler û rexnegir û
mirovekê dilsax û paqij, rehet û bêdeng û evîndarê peyva kurdî,
rewşenbîrê tijî û pir bawerî bi doza xwe ya rewa, xwedanê qelemê
xwe yê neteweyî, şeydayê nivîsînê bi zimanê xwe yê kurdî)...
Bixwîne |
|
|
Evca were: Deyka Daliyayê |
 |
Li
ber derazînka dilê te
Min reşmala xwe veda
Dergehê dilê xwe veke
Min têde bihewîne…
Ji dûratiya dûr
Te çavên min hîkirine girî
Demê hişik dibin xuriyan dikeve û
Rundikên min
Li bajêrekê bê nasname dibine ewir û
Lê dibe lêhimişt û tofan...Bixwîne |
|
|
Ji min vebe: Jaro Duhokî |
 |
Ez.......
Di xewneka şirîn de bûm
Di maleka aram de bûm
Min me`udûnî
Dabû xema û rojanên sext.
Bê huşdarî
Te bîst sala ez zivirandim
Rojên berê û
Şevên germ
Mîna gijlokê te barîn
Yadgarên bê tirs û şerm...Bixwîne |
|
|
Ez û Eşq: Yasyin Dêreşî |
 |
Ey
bajêrê
Ez di nav destên te de
Aşiqekê spî
û eşiq di pertûka te de
Guneheka reş û
Bê lêbûrîn
Ez û eşiq
Têkida yên hatine betirmekirin
Ji hev vebûna me...Bixwîne |
|
|
25 helbestên hayko: Şemal
Akireyî |
 |
Valantayin
Nizanim tu ji kû ve hatî,
Bi kû ve çûy,
Tenê dizanim tu hatî.
Erşîf
Çi girov..
Di erşîva duhî de nemane
Tev bi zivirîna berzebûn.
Bawerî
Min bawerî bi te heye,
Lewrra her roj guman bi destên vala,
Li nik bar dike...Bixwîne
|
|
|
Xweziyên nêrgiza : Evîn Şikakî
|
 |
|
Di
wê êvara bê guneh de
Jana ez hejandim
Xweziyên ku ji lêvên nêrgiza diherikîn
Bajarekê kurdunde avadikir
Hêviyê ku ji sînorê xewna derbas dibûn
Xem koçber dikirin
Û bi hezera êş diweşandin
Ew kulîlkê ku li dora min kom bûbûn
Soza biharekî dirêêêj wergirtbûn
êvar ber bi şevê diçû
Şev ber bi sibehê diçû
Ne şev dibû hostayê avakirina dilê
Bixwîne |
|
|
Nizar Qibanî: Şairê jin û
Şerabê.Wergerandin ji Farsî: Dêrsim OREMAR |
 |
Li
cem kesên din
Înkar dikim ku tu dîlbera min î
Û di hundirê canê xwe da
Şermzar ji wê derewa mezin!
Dibêjim dinavbera me da tiştek nebûye
Da ji serêşiyan rizgar bibim
Qiselokên wê evîna şirîn derew derdixînim
Û dîroka ciwana xwe diherifînim!
Bi ehmeqî dibêjim, bêguneh im!
Laş dikujim û dibime kahinek!
Ji biheşta çavên te direwim!
Rolê lêbûkekê dilîzim-evîna min!
Bixwîne |
|
|
Ax ji bêdengiya çavên zuha:
Xalida Xelîl. Werger ji erebî: Tengezar Marînî |
 |
Hemî
senem şikestin pîroza min
Ma geştê bikim?
Rengê tabloya min ya kevin
dîroka hinarkên rûyên te belav kir
Ma seferê bikim?
Min himbêz bike hey jinê
Bi dilovaniya mamikên xwe berfa Hesarost heland
Tu efsaneyî
Û ez ji bo keskahiya çavên giyayê te
Nîşana yezdan bi heftê û sê fermanê te dertênim
Bi ewran re cengê dikim...Bixwîne |
|
|
Konê Reş; Li Gel Rezoyê Osê* Di
Civata Pirs Û Bersivan De |
 |
 |
Di civatek taybet de, ji nav derd û
kulên ziman û rewşenbîriya Kurd a resen, ji qunaxa kultura
xwenasînê min ev dîdara taybet ji berî 8 salan ve bi mamosteyê
gorbihişt Rezoyê Osê re kiribû. Îro bi helkefta oxirkirina wî û
wek wefadarî ji pênûsa wî re, hem jî giringiya naveroka pirs û
bersivan û têkiliyên rehmetî yên berfireh bi çanda kurdî re,
kêfxweş dibim ku careke din vê dîdarê belav bikim û dilê
xwendevanên zimanê Kurd pê xweş û geş bikim. Bi omîda ku
bersivên wî wek gul û kulîlkên rengîn li ser gora wî bipişkivin.
Û her wiha ala dostanî û wefadariyê, ber bi ba bibe û bilind
bilîze. Hejaye gotinê ku, ev dîdar cara yekemîn bi Kurd, tîpên
erebî, di kovara Havîbûn de, hejmara 14 an, sala 2003 li Berlîn
belav bûye.
Dîdar ji çar bendan pêk tê. Fermo deqê dîdarê, wek ku di kovara
Havîbûn de belav bûye:Bixwîne |
|
|
ZAROK ÇI, ÇAWA FÊR (HİM) DIBE?
Tevger ÇEKDAR |
 |
|
Perwerdebûna
zaroka ji bo pêşerojê gelek girînge. Divê mirov bi hezkirin dest
bi hevotinê bike. Kesahî ya zarokan bi vî awayî pêş dikeve û xwe
nas dikin. Civakên pêşveçûyî him di malbatan de him jî di
dibistanan de zarokên xwe perwerde dikin. Hemî derfetên xwe ji
bo hevotina zarokan bikartînin. Civakên paşverû rûmetê nadin
perwerdebûna zarokan, bi zordestî ya xwe pêşeroja xwe jî tarî
dikin mixabin.
Hêvîdarim gelê Kurd zarokên xwe gorî tevgera xwe, çande ya xwe û
bi zanatî zarokên xwe ji bo pêşerojê perwerde bike. Giranbihatî
yê bide kesahî ya zarokan. Van rêzikên zanistî hilde ber cavê
xwe...Bixwîne |
|
|
‘Roja dilefroz’ : Arjjen Arî |
 |
Zi
mûş, melex xorden û sosimar*
Ereb ra bi cayî resîd est kar
Ki tacî Keyan ra kuned arizû
Tifû bad ber çerxê gerdûn tifû (1)
Newroza ku hinek dîrokzan ji hêla dîrokî ve wê dispêrin 4350 sal
berî zayînê, ayîngeriya di ayîngehên Zagmuk ên Gutîyan de; û wê
wekî baweriyeke serçaweyên xwe ji ola Zerdeştî’yê sitendî,
rojeke nû û cejneke hevpar a ku ji aliyê Hurrî, Kassît, Mitanî,
Urartu û Medan ve li dora agir hatiye pîrozkirin; hin lêkolîner
jî berevajî vê pêşbîna dîrokî – wekî Gurdal Aksoy- wê, yanî
Newrozê mîna rojeke derdîrokî; çavkaniyên xwe ji gotegot û
efsaneyan wergirtî…Bixwîne |
|
|
Nivêja wêrekiyê : Şemal Akireyî |
 |
|
Her
ji çaxê..
Dastana keliha Dimdim ji bo hejaran bûye nan û..
Bapîrên me biser hevsoyên me parivekirî,
Peyvên me digel bay difirrin,
Gaziyên me diguhên cîhanê da..
Kanîkên buharane
Umêdên me evirên havînane
Nexşeyên me weriyana belgên payîzane
Helwêstên me bêdengî û sehma...Bixwîne |
|
|
Ez û şev: Têlî Salih Musa |
 |
Şeve
û hemû bîrihatin li dorên min di komin. Ew wênên di serê min
de cihê xwe girtî, new yek bi yek li ber çavên min semayê
dikin...
Erê hûn jî hindî min hez ji şevê dikin? Şev bi hemû
bêdengiya xwe ve, aramiyê dide min, viyanê û jiyanê dide
min. Şev hemû bîrihatinên min yên rojê dubare dike. Bo
hindek bîrihatinan, ronidik ji çavên min dihên, bo hindekan
lêvên min di buşikirin. Eve, hevala jiyana mine.. Hemû
viyan û giyanê mine.. Ya di dilê min da nivîsitî.. Hemû hizir
û bîrên min girêdayî biriyar û yasayên ji nexşe û pilanên wê
bûne. Li ber çavên min semayeka...Bixwîne |
|
|
(Bîhoka li pişt
sînor , Hinek çîrok hinek bîranîn) ya Arjen Arî derket
|
 |
Dirêj
an jî kurt, her jiyîn li dev xwediyê xwe xwediyê xwe û çîrokekê
ye.
Dîkekî min hebû ku her sihar bi hilatina spêdeyê re li hewşê
dikir qûqû... qûûû, û pîreke min, ku her êvar ji serboriya xwe
ya têr karesat qetek jê bi çîrokî vedigot!
Her ku min li çîroka pîrê guh didêra, li bendî bûm ku ne çîroka
xwe, çîroka Dîko vebêje ji min re...
Lê wê; heçku bixwaze min jî bike şirîkê serboriyên xwe, hercar
guhkê buxçika êşa xwe bi vê peyvê vedikir: Xwedê heqê me nehêle,
kurrê ...Bixwîne |
|
|
Roja cîhanî a helbestê li Duhokê
hate sazkirin |
 |
.jpg) |
 |
|
Ji
bizav û çalakiyên yeketiya nivîskarên kurd tayê Duhokê û bi helketa bîreweriyên Avdar û serhildanê û ji bo zindîkirina
roja cîhanî a helbestê û çapbûna deh dîwanên helbestan ji weşanên
yeketiya me, êvarek a helbestxwandinê ji bo hejmarek a
helbestvanên me li roja çarşembê 17-03-2010 seet 4ê êvarî li
hola yeketiya nivîskaran...Nivîsar
û wêne... |
|
Nivîskarê kurd Segvan Ebdulhekîm çû rehmetê |
 |
|
Duh
Sêşembê 9-3-2010 nivîskarê kurd Segvan Ebdulhekîm çû ber
dilovaniya Xwedê. Segvan Ebdulhekîm di temenê 62 salî de wexera
dawiyê kir. Di rê û resmên sipartina cendekê wî li goristana
Zaxo, serokê civata parêzgehê nivîskar Fazil Omer û hejmareka
nivîskar û hunermendên deverê amade bûn, herwisa rêzdar Hesen
Silêvanî serokê yeketiya nivîskarên Kurd tayê Duhokê amade bû û
peyvek a kurt xwand û tê de pesnê kar û xebata nivîskarê
wexerkirî ji salên heftiyan û heya niha kir, behsê rola wî jî di
êstgeha dengê Bexda de kir, ka çawan bi karê document û
erşîvkirinê radibû, zêdebarî sazkirina çendîn hevpeyvînan bi
nivîskar û hunermendên wî demi re. Segvan di karûbarên
ragehandinê jî de kar kiribû bi taybet li parêzgeha Duhokê her
ji sala 1992 heya 1996 an. Em bi navê tevaya endamên yeketiya
nivîskarên kurd sersaxiyê ji gelê kurd re, ji kesûkar û malbata
rehmetî re, herwiha ji dost û hevalên wî re dixwazin. |
|
Xendiqiyê herî ciwan di cîhanê de
Gabriel José García Márquez
Wergêran: Dr.Mihemed Qisêbat
Werger ji erebî: Mesud xelef |
|
|
Dema
ku zarokan ew cara yekê dîtin, hizirkirin ku ew gemiyek ji gemiyên
dijminaye. Weku girekî reş bû di deriyayê de, hêdî hêdî nêzîkî wan
dibû. Zarokan dît ku ne çi alayek ne jî çi darekî gemiyan pêve heye,
wî demî hizirkirin ku ew nehengeke, lê dema ku gihşte qiraxê deryayê
û ew giyayên şîn û rîşiyên kesek ên deryayê û masiyên ku ew dapoş
kiribûn dane layekî, ji wan re diyarbû ku ew kesekî xendiqiye.
Zarokan destpêkirin û ji xwe re bi termê wî leyistin, carina ew
dikirine jêr axê û carina di înane ji der ve, hetanî ku zilamek di
wêderê re derbas bû û dît ka ew çi dikin,...Bixwîne |
|
|
Wêne
ji elboma xewnên sipî: Elinid Mizûrî |
 |
Di
rûyê xudîkan de
Xuya dibe
Peyvên şoreşa sorLi pişt heraftiyê Sengerê
çerxê nû
Di mandîne û..
Mane xuyîs, Oeyv di naxê helbestivanan de
Nahêne veşartin Dîmen û bûyer..
Di çavên wan de bê...Bixwîne |
|
|
Gunehek
reha: Ce'fer Mistefa |
 |
Ji
kîj evîna dijwara
"Gata "helwerandin
Dê bo min cîhaneka Bê teşqele ava key
Ji kîj guneha bitinê
Bo min guneh Dê rastiyekê di hizra
Reha ra çînî
Û ne "Gata" Dengvedin...Bixwîne |
|
|
|
|
Biroska
Serokê Yeketiya Nivîskarên Kurd bo binemala Rizoyê Osê |
 |
Nivîskarên
rojava yên hêja
Binemal û kes û karên nivîskarê hêja Rizoye Ose:
Bi kul û kovan nûçeya wexerkirina nivîskarê kurd ê heja Rizoyê
Osê gehişt me,ez bi nave xwe û hemû endamên yekitiya nivîskarên
kurd li Duhok, serxweşiyê li binemala Xwedê jê razî û dost û
heval û nivîskarên kurd û li xwe dikim. Rizoye Ose navekî diyar
bû di qada rewşenbiriya kurd de, bi qelem û berhemên xwe ,
berevanî ji peyv u edebiyata kurdî kiriye , cihê serfirazî û
şanaziya me ye li Rojavayê Kurdistanê. Bişkdariya wi di
festevala Duhok ya rewşenbirî a duyê de li bîra me ye û
xemxweriya wi li ser zimanê kurdî, cihê rezgirtinê ye.
Careka din serxweşiyê li we ên berez dikim û hivîdar in
ji Xwedayê mezin ku cihê wî buhşta berîn be. Spasiya Mamostayê
xwe ê berez Deham Ebdulfetah dikim , ji bo xwendina biroska
serxweşiye peş me ve, bi vê helkevta diltezîn. serê milletê kurd
sax be .
Hesen Silêvanî
Serokê Yekitiya Nivîskarên Kurd li Duhok |
|