Malper

   Nûkirin :29/01/2008

Bike di favorîtê de‌ 

info@duhokwriters.net

 Website statistieken Amar  


Malperê fermî ê yeketiya nivîskarên kurd-Duhok
Sernivîskar:
Sebrî Silêvanî
Email: sebrisilevani@yahoo.com
Tel: 00964-750 - 4177409
 
Desteya Nivîskaran:
Mesûd Xelef
Şemal Akreyî
Kemal Silêvanî
Salih Xazî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Konê Reş: Ezbenî



Ezbenî !
Ez dikarim li heyam gudarî bikim
Bê çawa bi ser navê me ve vedibe
Bê derd, kul û xem dibihure …!
Çiyako li me ne fitile !
Em wek şikêrên keviran e
Di quntarê te de.
* * *
Ezbenî !
Min bîr ne dibir ku
Beriya Mêrdînê, deşta Sinceqê
Deşta Sirûcê û çiyayê Kurmênc
Di hewşa mala min de radizên..
Qamişlo, Amûdê, Dêrikê, Efrînê û Kobanî..
Her êvar mêvanên min bin…
Erê Ezbenî min bîr ne dibir ku
Darên Beriwê ji ser çiyayên min birevin û
Darên Çinarê, ewên kevnare bidin pey wan…
* * *

Em bi hêviya heyamekî nû ne;
Heyamekî, ku em porê serê wî
Bi çîrok û çîvanokên kevin û nû
Şeh bikin û bihûnin..
Êlekê wî ji êş û hisretan daweşînin…
Erê pêwistiya me bi heyamekê nû heye
Heyamekî ku ji tirsê ne tirse û
Bi cegerdarî karibe;
Di ser agirê gur re biqevêze û bibeze..
Erê ezbenî, em bihêvîne ku careke din
Kaniyên çemê Xabûr der bibin û vebin
Av di best, cog û newalan de biherike..
* * *


Ezbenî ! Em bi hêviya bahozekê ne ku
Ziman bi hejîne û
Bend û lelan bişkîne..
Bi hêviya ronahiyekê ne ku
Em canê xwe bispêrinê û rehet paldin…
Bi hêviya çiyayekî ne ku
Pêve hilkişin, dinya û alemê bibînin û
Kul, eş û birînên xwe nebînin..
* * *
Ezbenî !
Ne hêsane ez dergehê gotinê bigirim û
Bilivim pêş
Ne tu radiweste ezbenî û
Ne rê qut dibe..
* * *

Erê ezbenî !
Çendî spîbûn bi tirse ?!
Bi tirse ku;
Em sayebûna wê bi tariyê
Bilewitînin…
* * *
Ezbenî !
Dîroka me şilfîtazî li pêş me dimeşe
Bi dawîbûnan dagirtiye.
Kêm rûpel di tûrikê wê de parastîne
Kêm pênûsan li ser lat û zinarên wê
Nivîsandine..
Erê Ezbenî, dîroka me bi şewat derbas dibe,
Bi girî rojên me di buhirîn e..
Zimanê me; toşî talanê dibe
Ji devê me didizin…û
Wiha bê dergevan,
Bê dost û yar em mabûn
Bi tene çiya, çiya dost bû
Heval û hogir bû û
Dost maye..
* * *

Ezbenî !
Hawara Xelefê Şûvî
Ji mîr Bedirxanê Botanî re
Zindî ye:
(Ez Xelef im, Xelef im
Ez Xelefê Şûvî me
Xwediyê şûrê sedef im
Hawar e Mîr hawar e Mîr
Yezdan Şêr begê Botan e..!)
Erê Ezbenî, nerazîbûna Xelefê Şûvî
Bi mîrîtiya Yezdan Şêr
Wefadarî û mêranî ye..
Pêdiviya me
Bi kesên wek wî û hawara wî hêjî heye..
* * *
Erê ezbenî, bela heyv were !
Bela dem were û çerx û dewran
Bifitilin..
Bela heyv were û bi me re meyê
Vexwe
Xwe dûr neke û çiva nede xwe
Çendî ewir tarî be nikare wê
Veşêre..
* * *


Were baranê were !
Tofan bi derengî ket
Kûpê çiyayê Cûdî hêjî spî xuya dike
Gundê Heştêyan, bajarê Şernex û Cizîrê
Lavijên Botanî dixwazin…
Stranên me cemidî ne..
Awazên me ziwa bûne..
Êdî nema Mihemed Arif Cizîrî
Strana Eyşana Elî dibêje û ne
Karebêtê Xaço
Strana Lawikê Metînî di nuhirîne..
Baranê me vegerîne, me vejîne
Keskahiyê bi ser me de bibarîne..
Bela careke din kevoka aşîtiyê
Şaxekî darzeytûnê, bi nikilkê xwe
Di asmanê Kurdistanê de bigerîne..
* * *

Ezbenî ! min li pişta xwe hilgire û
Nebdî bibe..
Rê di bin min de westiya…!
Şevbuhêrkan, canê min
Ji hawhaw ve xistiye…
Were !
Were, ez û te, her tiştî ji bîr bikin..
Hezkirin, bêrîkirin û evîn
Tev hatine şikestin..
Bendewarî di vê netebitbûnê de
Min disotîne..
Lê hejî ez dikarim
Di vî heyamê xerab de
Çax û demê xwe pîne bikim
Erê hêjî dikarim pîne bikim.


 

Naverok