Nivîskar Amîna Zikrî Arif Hîto Tirîfe Doskî Enwer M. Tahir Beşîr Mizûrî Bedel Revo Beyar Bavî Dayka Dalyayê Evdal Nûrî Fazil Omer Fehmî Balayî Hesen Silêvanî Reşîd Findî Hecî Cefer Hêvî Berwarî Hizirvan Ismayîl Hacanî Ismayîl Mistefa Hîşam Akreyî Kamîran Reşîd Kemal Silêvanî Kirmanc Hekarî Mehemed Ebdulla Mesûd Xelef Mistefa N. Hesen Mueyed Teyîb Nacî T. Berwarî Tehsîn Navişkî Ebdilrehman Bamernî Mihsin Qoçan Remezan Îsa Salih Xazî Selam Balayî Selwa Gulî Şemal Akreyî Sitar Elî Tengezar Marînî Yasirê Hesenî Ziyad Abid Hoşeng Mehemed Ehmed Y. Bendî Mesûd Gulî Behcet Hirorî Xalid Salih Têlî S. Mûsa Ismet Xabûr Sedîq Şero Jaro Duhokî Luqman Asîhî Celal Mistefa Selîm Biçûk Ehmedê Huseynî Mihsin Osman Dilyar Dêrikî Bilind Mehemed Seyid Mujtevî Necîb Balayî Nizar M. Seîd Seîd Osman Sîpan Ebdella Gulnar Elî Serdar Şerîf Ismet M. Bedel Nefîsa Ismayil Hacî Cola Hacî Salih Kevrbirî Mahir Berwarî Ezîz Xemcivîn Ehmed Balayî Kovan Sindî Îsa Tahir Omer Dilsoz Salih Sofî Xelîl Duhokî Ehmed Zero Edîb Ebdella Qedrî Şêro Layiq Cemal Sebrî Nihêlî Sedîq H. berwarî Emîn Ebdilqadir Adil Hesen Huda E. Sebrî Şukrî Şehbaz Sebîh M. Hesen Hekîm Ebdella Cankurd Xalib Cemîl Aştî Germavî Ibrahîm E.Simo Qadir Bamernî Mihsin Ebdilrehman Şêxmûs Dêwalî Xêrî Bozanî Bişar Kîkî Erşed Hîto Nizar Oremarî Şîlan Hemo Vedan Adem Bavê Nazê Yûnis Ehmed Musedeq Tovî Enwer Mayî Mesûd Kitanî Emînê Osman Sadiq Behaedîn Hafiz Qazî Mela Xelîl Mişextî Kîvî Arif Ehmedê Nalbend Qadir Qeçax Bedirxan Sindî Ismayil T. Cangîr Eyad Berwarî Taban Sikaya Heval Findî Elind Akreyî Newzet Cemîl Xalid Ehmed Elî Sîhad M. Selîm Nazdar Arif Mistefa H. Mistefa Ferhad Hacî Xalid Hisên Sebrî Silêvanî
Malper
Nûkirin :03/03/2008
Bike di favorîtê de
info@duhokwriters.net
Amar
KUMBEDÊ GERDÛN İM EZ
Arjen Arî
Berî ku wî nas bikim di şi’îra ku bavê wî diyarî wî kiriye li navê wî rast hatim:Keyo! Keyo, ji pên keç û du kuran kurê biçûk yê Seydayê Cegerxwîn e.Di diwana xwe ya yekem ya bi navê ‘Agir û Pirûsk’ de Seyda weha xîtabî Keyo dike: Li dinyayê temaşe ke kurê min Tu dê paşê binasî, xweş bibênî Li jorê kumbedê gerdûn e Seyda, Li jêrê xwe hemî tiştî dibênî Tu daxwaza dilê min qet nizanî Heta perdê ji ber xwe hilneyênî Hemî kes dilbijokê qerş û toz e Nikarê gewherê paqij derênî Dibênim talibê dinya hemal e Dixwazî wê li pey xwe rakişênî Xelat çûye mirovê rast û gewher Di pêsîra kerê reş daleqênî Mirovên zane û hêja li cem me Weke gewher di sergo de hilênî Gelek jar û perîşan û belangaz Heta dimrî tenê navek dimênî Cegerxwîn destê rastî girt û kêşa Dixwazî ko ji pişt perdê derênî* Keyo ji hêla bejn û bal û durivê xwe ve hima hima bavê xwe ye.Herî zêde çavên wî li yê bavî çûne.Di gel hemerengiya çavan,awirtûjî û çurisîna di çavên Seyda de,di yê Keyo de nabînim. We zedetir di meraqê de nehêlim:Keyo heftê salî ye,biçûkê birayê xwe Azad e.Azad li Sovyeta Kevn Qanûna Nêvdewletî xwendiye,lê ji ber ku teza xwe ya doktorayê li ser qanûna Dewleta Sûriyeyê amede kiriye,doktorayê nadinê,ew jî ji wir derbasî Swêdê dibe.Keyo ji salên 80yî de bi malbatî li Swêdê dimîne,niha bi boneya çapkirina du çîrokên bavê xwe’’Cîm û Gulperî’ û ‘Reşoyê Darî’’ ku ji layê Weşanxaneya Lîs ve hatine çapkirin, li Amedê ye.Ew di çarçoveyê 7 emîn Festivala Çand û Hunerê de beşdari bernameya bi navê ‘’Hewara Ehmedê Xanî/Kilasîkên Kurdî’’ bû. Di bernameyê de qala jiyan û berhemên bavê xwe kir.Û bîranîneke xwe vegot:’’ Rojekê Seyda jê re şi’îreke xwe yî ku bi erebî daniye jê re dixwîne,pişti ku bavê wî xoşxwanê diqedîne,Keyo li bavê xwe vedigere dibêje,’’ev çiye bavo! Evqas şa’irên ereb hene,tu û erebî?’’. Me jî hatina xweşkur Keyo’yê Cegerxwîn delîve dit,û me xwest em hevpeyvînekê pê re bikin. Arjen Arî: Hêja tu bi xêr hatî Amedê, bajarê xewnan! Keyo Hesen: --Xêrindar bin,her hebin! Ezbenî cara çendê ye ku hûn mêvan in li Amedê? --Cara duwê. Bi kurtayî be jî me li jor qala we kir, lê hûn dixwazin tiştekî din bi ser yê ku me gotine vekin? --Belê…sedemekî din ê li wirbûna min;Filmê Dokumanter e, ku ji hêla Kawa Akreyî de têt amede kirin…wezareta Roşenbîrî ya Hikumeta Herêma Kurdistan îsal bi amedekirina Festîvala Cegerxwîn ve radibe û ev film li ser jiyana bavê min Cegerxwîn e,dê di Festîvalê de bêt nîşadan. Sala îsal? --Belê belê, îsal. Kijan heyvê? --22vê meha10;yanî 23emîn salvegera wefatkirina Cegerxwîn!Her weha; Hikumetê Herêma Kurdistan Şalyariya Roşenbîrî biryara vekirina sentereke b’ navê Cegerxwîn wergirtiye.Ji bilî wekirina navêndê;di çarçoveyê Festîvalê de peykerekî bronz yê Cegerxwîn li Parka Azadî/Samî Evdirehman dê daçikînin! Di çarçoveya salvegera 22emîn de Festîval,peykerê Seyda,filmê dokumanter,vekirina senterekî bi navê Cegerxwîn …xuya ye gelek mêvan dê beşdar bibin? --Li gor aga-hiya komisyonê li dor 250 kesî, belku zêdetirr… Baş e..ku em werin ser pirseke din; ji malbata we, piştî Seyda kesek bi karûbarê edebî –huherî rabûye. --Kêm…neviyeke wî berê xwe daye hunerê.. Kîj nevî? --Hozan,qiza xuşka min a li Dêrika Binxetê… Ez hêvîdar im ku ji malbata we gelek kes bidin ser rêya Seyda. --Ne bawer im.Rabin jî kesek ji me nikare weku Cegerxwîn deng vede? Ez jî bi baweriya we re me,û bipirsim ji we:Çend berhemên Seyda yên neçapkirî li ber destê we ne. --32 Weewww..32? --Belê belê 32. Hemî helbest in? --Na, têkel in.Diwana wî ya yekem ya wenda mirovekî kurd ku li Elmanya penaber e,got’ bavo ev ne malê min e, yê we ye’, û ji me re hinart.Ez niha li ser vê dîwanê dixebitim;ku destpêka şi’îra Cegerxwîn e…navê dîwanê jî ‘’Rewşen’’ daniye! Mala wî ava be!merivekî dilsoz bûye. --Em jî spasiya wî dikin ku ev berhem derxist ronahiyê. Baş e, 31berhemên mayî? -- Rêziman in,Dîrok e,Pend û Şîret in,Çîrokên gelerî yên ku dane hev…Çîroka stirana ‘’Hesenê Mûsa’’ye yek jê...û yek jî destûr e. Destûra çi? --Destura Kurdîstan? Yanî;mîna Seyda zanibe û bawer kiribe ku dê rojekê Kurdistanek ava bibe,destûr amade kiriye? --Belê belê, him jî xal bi xal… Li wir em bi hev re dikenin. Ez jî ew jî bîhnekê bêdeng dimînin.Bêdengiya me herduyan jî li ser Destûrê’ tîrr dibe, ez destê xwe dirêjî pakêtê dikim,radihêjim çixareyekê, paşê lê vedigerim: Hesarê…hûn qet çûn Hesarê? --Tevî vê carê du caran. Merivên we mane li gund? --Xalanên me û hin pismam! Ez çûme Kercewsê, lê mixabin min Hesar nedîtiye,ne Cehinnem û ne jî Çêlekê!Lê li gorî şi’irên Seyda,Hesarê gundekî bi av û kanî, bi darûber, şên û bi şînahî ye.We ye? --Na…niha ne li gor ku ji me re bahs dikir e.Dema ku ez çûm gund,dîmenên ku bi gotina bav ê min re di ser û xiyala min de mabûn,û gundê ku min lê dimeyzand, ne eynî tişt bûn. Weke çi? --Weke ne çi? Di gel yek du avahiyên betonî, gund kavil e.Dar û ber hima hima hatine qirê.Çi devî,çi yên fêkî…bi taybet yên fêkî kêmtirr dixuyan.Û av jî ne weke ku di hişê min de mabû; boş bû.Bavê min digot nizanim çend aş li ber digeriyan? Bi dîmenên ku îro min dîtin ez pirr êşiyam… Nexasim xaniyê kalê min…yê ku bavê min tê de ji dêya xwe bûye; niha kavil e.Na na, ne kavil e; şûna wî jî naxuyê! Hin merivên me rabûne ji nû ve ji xwe re xanî li şûnê ava kirine. Yanî wisa dixuyê ku Hesarî hêj ji hêjayiya Seydayê Hesarî Cegerxwîn bê hay in? --Bê hay û hew? Ji merivan hinekan digot qey em hatine doza milkê xwe li wan bikin,welê rêş reş û bi şik li me dinêrîn. Li ber mekevin..ji bîr mekin ku kurê Osman Sebrî bi destê merivên wî yên li gund, hatibû kuştin. Jixwe ji wê bûyerê bi şûn de Mam Osman Bakûr jî, herêm jî li xwe herimand! Piştî ve diyalogê em herdu jî heman keserê vedidin, lê wer dixuye ku Keyo ji min bêtir tengav e, bi dengekî mişt gilî: --Yanî ji hêlekê de rûmeta welatekî be, li hêla din bila gundiyên te xaniyê te hilweşînin, nikaribin kevlê xaniyekî biparêzin? Belê …tu mafdar î.Li gor ku tê gotin şa’irê mezin rûmeta gelê Eleman Gothe, rojekê ji mêvantiyê vedigere, mîz zorê didiyê , ew jî hima bi dîwarê hewşa xwe de dimîze.Gundiyên ku Gothe nas nakin,lê zanin diwarê ku ew kes pê de dimize hêtê hewşa Gothe ye; li mêriv disekinin û bi ser de diqîrin: ‘Tu fedî nakî kuro!tu bi dîwarê Gothe de dimîzî’,dibejin. Gothê vê bûyerê weke rûmetdayînê, li gelek deran bi coş tîne ziman,û dibêje tiştê ku ez ê her pê dilşad bim û ji bîr nekim ev bûyer e. Seyda Gotheyê kurdan e. Bi helbesta xwe her bangî gundî û pale û karker û kedkaran dikir.Yekitiya wan dixwest,azadiya wan dixwest, mafê wan dianî bîra wan...Gundîyên ku Seyda bi rêya helbestê vedixwendin qada şer, ne yê axê; xaniyê Cegerxîn dirûxînin! Keyo li vir,dibêje: --Weke ku tu jî pê dizanî, bawê min qet welatê xwe terk nekir!Erê li Swêdê mir,lê ew di nava gele xwe de, li rex qewmê xwe, li dij dujminê xwe, ma!Azara ku wî xwariye,û pê re me jî…Xweda zane. Kek Keyo, baş zanim.Sala 1976 ê ez hatim serdana Seyda.Bi Kazimê Golî re.Xaniyê we yê ji kerpîçan, ban-ax, bi beşt û mirdiyaq qet jî bîra min neçû! Li vir, Keyo zîq li min dinêre,dibêje ‘’76an ez li Şamê bûm.Na xwe tu hatî mala me? Belê…havîna 76ê.Saetekê pirrtir li gel Seyda mam.Ew rodroşambirê ku herdem di suretên wî de dixuyê, lê bû.Me bi têra xwe sohbet kir.Wek ku kurd dibêjin ji aş û kaş!Lê min newêriya ku ji cenabê wî re bibêjim,’’Seydayê min, ez jî helbestê dinivîsim.’ Di xatirxwestinê de,min xwest destên wî ramûsim,ew li hember derket, û got’’Ma ez evçend kal im?Were rûyê min! Wê demê jî porê wî mîna berfa Sîpên sik î spî bû.Lê, tayek jî neweşiya bû.Li ser xwe bû, bi coş bû, bi hêvî bû…Bi gotina xwe ya li devê derî,ez bawerim min ew xemgîn kir! --Te çi jê re got? Min bi xemgînî û dengekî uzirxwêz,got’’ Seyda li me megire…vî milletî efû bik!Xweda temenekî dirêj bexşî te bike,lê dema tu mir,bi ahd em ê qedrê te bizanin! --Bavê min çi got? Bavê te şaşmayî, got, ‘’kuro tu ji kû dizanî?’. Min serê xwe berda ber xwe,û min lê vegerand,’zanim Seyda zanim!’.Û min û Kazimê Golî me ji mala we da rê. Belê kek Keyo, ku em werin pirseke din ji cenabêt e bikin:Li gund li Hesarê di vê çûnê de hûn rastî merivina ku Seyda nas dikirin,bîranin wan li gel hebûn, rast hatin? --Na bi Xwedê! Merivekî bi navê Mihemed Emîn hebûye,ew jî ne li gund bû! Yanî hûn ji vê hêlê de destvala vegeriyan? --Hima bêje destvala…Lê Kawa Akreyî dîmenin xweş zept kirin.Gund û hawirdora gund,rêya ku em tê re çûn û hatin bo min û hevala in jî geşteke cuda bû … Wekî din,di çû û hatinê de hûn rastî bakêşiyin din nebûn? --Li Elîhê/Batmanê.. Şaredariyê parkekê bi navê şi’ira bavê min;’’Kîme Ez’’vekirine. Mixabin navê şi’irê şaş li parkê kirine. Ew çawa dibe? --Êêê navê helbestê ‘’Kîme Ez’’e.Wan navê parkê kirine ‘’Kîne Em’’.Xwedê giravî Şivan Perwer ji wan re wisa gotiye. Ez bi bîr tînim,di salên 79-80yî de Şivan helbesta ‘’Kîme Ez’’ weke ‘’Kîne Em ‘’distira!Li çar hêlê gerdûnê, muzîkjenek bêyî destûra şa’ir ango guftekar, nikare yek ristê biguhere.Lê ev yek hêj di nava kurdan de durist nebûye,kek Keyo! --Ez bi te re.Lê belê mirovekî mîna Şivan divêt ne mîna mirovekê ji rêze tevbigere;eger Şivan siyaneta Cegerxwîn negire,em ê çawa karibin gazincan ji Hesariyan bikin? Hey ku peyv hatiye ser stiran û muzîkê;çend xoşxwanên Seyda bûne stiran? --Em nizanin.Me carekê bi rêya înternetê bang kir wan kesên ku şi’ira Cegerxwîn kirine stiran,deng ji kesekî nehat,ango kesekî deng nebir xwe! Kek Keyo! --Belê heyran! Ez weke şa’irekî ku xwe peyrewê Cegerxwîn dibîne, dibêjim,Seyda ne tenya ‘’helbest ji ezmana daxist erda’’,ne tenê zor da qalibên heyî yên şêwaz î şi’ira Dîwanê; ne tenê zimanekî sivik û zelal û fesîh hilgirt helbesta kurdî; ne tenê çîrokên menzûm nivîsandin; muzîk, mûzika kurdî jî dewlemen kir! --Êêê bavo,tu şa’ir î,û tû ji min re dibêjî, ‘’tu kurê wî bî, ez navîyê wî me! Kek Keyo,bi baweriya min wek nimûne,hozanên ku deng dane helbestên Seyda,yanî yên ku bi miqam û usûl xwendine,bi miqamê Seyda yê helbesta wî xwendine.Bi gotina fesih;miqam ne miqamê wan e;yê helbesta Seyda ye.Ji ber ku,weke mînak;helbesta ‘’Kîme Ez’’ya ‘’Şev Çû’’,’Ay Lê Gulê ’’Hey Pale’’,’’Gufiroş’û hwd. bi miqamekî din nikarin bên xwendin. --Kek Arjen,di vê biwarê de tu xweş dibêjî, dên dikişînî bi ser tiştine balkêş de,lê ez nikarim tiştekî vebêjim! Baş e Kek Keyo,cenabê te qet guh nedaye dengê helbesta Seyda? --Belê, çawa! Êêê baş e,wê gavê ji kerema xwe careke din guh bide helbesta ‘’Kîme Ez’’ a ku Seyda bi dengê xwe gotiye;û ji vir…ku em bi pirsekê dagerin ser hêlên taybet yên Seyda Cegerxwîn û bibêjin Cegerxwîn bavekî çawa bû,tu yê ji me re çi bibêjî? --Weke ku şa’irekî baş bû,bavekî baş bû jî.Têrhez bû.Mîna hemû bavên kurd, ku heza xwe nikarin eşkere bikin, wî jî bi peyva xwe, bi avirên xwe, bi nêrîna xwe û destên xwe em bi hezê dihesandin.Erê em zarokên wî bûn, lê helbest delalê ber dilê wî bû.Mafdar bû ku ji me bêtirr ji helbestê hez bike.Û jixwe li mal zêde venediheviya.Nigekî wî li Şamê yek li Bexdê bû!Dema ku li mal vediheviya jî herî pirr bi helbestê re wextê xwe diborand.Ku ne wisa bûya, karîbû evqas dîwan û xebatên din li dû xwe bihişta?Ez bi rûmate ku ji gelê xwe û me re hiştiye serbilind im! Siyaset jî dikir di ber helbestkariyê re,ne ? --Erê bavo!Şaîrtî,siyaset,tevgera roşenbîrî,civakgerî… Hin kurtepistî têne levandin? --Weke çi? Wek ku ji pîrekê/jinê pirr hez dikir?Weke ku di civatê de deqarû bû,ji kesekî danedixwar! --Herçî mesala jineyê…rast e, bavê min jin weke kaniya heyatê didit.Û pirr qedir dida jinê. Li vir ez peyva Keyo dibirim,dibişirm û dipirsim:Na xwe,ez ne neheq im ku jê re dibêjim ‘’Seydayê Evînê!’ --Tu ji erda heta ezmana mafdar î.Wî bi qasî ku ji welatê xwe hez dikir,evçen heza xwe bi rêya helbestê rayî jinê daye,şanî karker û cotkar û kedkarên kurd daye.Jixwe di dereke vê sohbetê de, te gotibû hez hêz e!Hez ta vehêsana/bîhna dawî dîwarê ku xwe disipartiyê bû. Belê belê…Li Swêdê jî helbestên evînî ristin,û reqifandin hev li ser şoxitî şepaliya spehiyên Swêdî.Di dîwana ‘Aştî’ de em li helbestên ku li Stockholm û bajarên weke Ûbsala ristene rast tên.Ne hew evîn; li Swêd bi tîrên helbestê êrîş biriye ser gorînkariya leşkerî ya ku di sala 1980yî de qewimî.Tiştekî seyr e,dibe ku gellek xwendavên û dildarên helbesta Seyda nizanibin, bi vê delîveyê ez dixwazim bêbijim ku Seyda, jinê weke ‘’nîv-xwedawendekê’’ dibîne.Di dîwanên wî de helbêstên wî yên çêj û bîhn-evîn bêjimar in.Jin/yar/dildara Cegerxwîn lêv erxewanî ye,bejin selwî ye,dêm bihar e,por û kezî reşmar in,her du sêng sêv in,ava ku ji lêvan wexwe şerab e,mey e,ava tirî ye;gerden bostan e,zêr û zîv e..bi kurtayî mê ye,sembola hezê ye…Digel ku di gelek ristan de jin ‘şah’ e,’badîşah’ e,’siltan’ e; ‘keyxusrewa’ wî ye di helbesta li jêr de cihê jinê berztirr dike: Gava diçin cem malekê Yan jî diçin sersalekê Jinê bidin pêş xwe bira Dibî tu bêjî min:çira? Ez ê bibêjim dê ye jin Sunda me herdem pê ye jin Navê wê nîv navê Xwedê Xwedê du nav in:Xo û dê Ew dê ye hem paya te ye Xuşka te ye daya te ye** ………………………… ……………………….... Tê gotin ku Seyda bi heft dilan dildarê kesekê ye,rast gelo? --Rest e, ji dil dildar bû. Cegerxwîn dil nede, dê kî dil bide? Wek nav, wek agadariyekê..? --Her du çûne rehmetê…em vê birînê nekolin,baştirr e. Kek Keyo, her helbestkar, nexasim yên navdar, bi qasî helbest û hunera xwe,bi evînên xwe jî nemîdar in.Û ev yek ne şerm e,ne jî guneh!Mesele helbestkarê tirk Nazim Hîkmet,yê Şîlîyî Nerûda, Mayakovskiyê Rûs… --Dizanim,dizanim lê bila ev yek li halê xwe bimîne! Baş e,ji deqarûtî û hazircewabiya wî re tu yê çi bibêjî? --Ji kesekî danedixwar… Ew mesela kêrê û şûxê Ereb? --Bi serê xwe ye.Rojekê mevan e li nav ereban.Dema ereb yekî/yekê biezimînin bangî heval û hogirên xwe jî dikin.Li bin konê erebî bavê min û şiyûxekî ereb li kêleka hev in.Hev zemberîşek/balîfek di navbera wan de heye.Yê ereb bihistiye ku şa’irekî kurd e,deqarû ye.Dixwaze biceribîne.Di kêlîkike sohbetê de,li bavê min vedigere û dipirse:Tu bi Xwedê kî,çi ferq di navbera kerê û kurd de heye.Bavê min,heftê nake heşt,bi tinazî’’ev balîf e’’ dibêje ‘’di navbera te û kerê de!’’ Na xwe,ya ku li ser wî û axayê gund tê gotin jî, rast e? --Ew jî bi serê xwe ye û gellek tiştên din.. Kamîran Bedirxan di Hawarê de bi navê Seydayê Gerok nivîsiye.Ew gerok bû an bavê te? --Ji helbesta wî dê bixweyê ku Başûr û Bakûr û Rojhelat…tevdaye.Demekê li Bexdayê dersdarî kir,li Şamê ma,li Beyrûdê…Hikumetê (ya Sûrî) derfeta ku derkeve derveyî Sûrî nedidayê.Destûr hebûya dê beşdarî gellek mîhrecan û konferansan bibûya. Belê,ji helbestên wî jî diyar in ku nekariye beşdari mihrecan bibe. --Lê bi helbesta xwe beşdar bûye.Weke helbesta’’Mîhrecana Berlînê’ Taybetmendiyeke Seyda jî, belku bala te jî dê kişandibe, ji bilî zaravayê kurmancî bi soraniyeke fesîh,30-40 helbest diyarî me kirine.Ez bi xwe ji dîwanên Seyda li zaravayê soranî warqilim.Ew jî wek Seydayê xwe Xanî şa’irekî pirr-ziman e. --Belê; farisî,erebî tirkî…herî zêde jî erebî! Jixwe we gotibû,demekê xwestibû bi erebî şi’irê lêke,hûn dij derketibûn! Lê dixwazim li vir tiştekî bibêjim:bi qasî ku H.Qadirê Koyî demeke dûdirêj li Bakûr maye û li vir çûye ser dilovaniya xwe,û di gel ku Koyî jî mîna Seydayê min peyrewê Xanî ye,Koyî bi kurmancî helbest lê nekirine.Hişkiya şa’ir û edîbên sorî ya di biwarê bikaranîna zaravayê sorî de,em li cem Cegerxwîn nabînin.Ev yek ne nişaneya Kurdistanîbûna Seyda ye? --Bavê min,karim bibêjim dengekî kurdî rojhilatî û hemdem bû. Hemdemitiya Seyda ne ya nîqaşê ye.Ew bi qasî ku kur de,evçen filistînî,bi qasî filistînitiyê evçene efrîkî ye.Helbestên wî yên bi navê ‘’Ey Heval Robson’, ‘Diyan Biyan Fû’û ‘ Em Şer Naxwazin’- ku di vê helbestê de li dijî dagirkirina Kûrê derdikeve-nîşanên vê yekê ne. --Êêê heyran,tu ji min bêhtir bavê min nas dikî! Na Kek Keyo,ez ne bavê te;Cegerxwîn ji te bêtir nas dikim.Û dixwazim bibêjim di ş’iira kurdî de bi Seyda re cure-helbesta ku meriv kare bi navê ‘’Helbestnameyê’’ bi nav bike, dest pê dike.Ji helbestên dîwana wî ‘Agir û Pirûsk ’yek kêm yek zêde 22 helbestên bi vî rengî hene. --Belê,ji şex û axa,ji dost û hevalan re bi vî rengî reşbelek dişandin! Weke ‘Nûbihara Biçûkan’ a Seydayê Xanî,Cegerxwîn jî pirr ehemiyetê dide zimên û zanîna zimên.Di ‘Zend Avista’ de malikin helbestê weha ne: Wejêne zimanê xwe ey xwendavan Nebûye Milet hîç kesek bê ziman ………………………………… ………………………………… Wî bigihêne rêza zimanê mezin Bi nûsîn û ristin,bi kêş û wezin*** Ku/eger rewşa ku cenabê te jî niha bi çavên serê xwe dibine,ku li ‘bajarê xewnan’ Ameda ber dilê dildaran,meriv ji sedî notûneh bi tirkî diaxivin;hûn ê j ime re çi bibêjin! --Xebîneta Cegerxwîn!Karesat e û hew! Kek Keyo,pirs dawî:Demekê hate xwestin ku ji helbestkarên Başûr,Başûrê Rojava(Binxetê) Bakûr û Rojhelat Komisyona Xelata Cegerxwîn bêt saz kirin? Ew xebat di çi astê de ye. --Ji ber ku H.H.Kurdistan bi navê Cegerxwîn rabûye,ez ê di vê biwarê de nikaribim tiştekî zelal bikim. Ezbenî ez spasdarê me,we wext veqetand,we xwe raht kir.. Lê sohbeta me lê hêjabû,ne? --Kek Arjen,ez spasiya te dikim bo qedirşînasiya te,bo dilsoziya te! Weke peyva dawî…? --Hêvîdar im ku rojekê berî roja din em tev ji bindestiyê rizgar bibin! Ez jî bi hêviya we re… 29/05/2007/Amed/Arjen Arî *Agir û Prûsk,Cegerxwîn,Wş.Avesta,rp.188 **Aştî,Cegerxwîn,Wş.Avesta,Rp.201 ***Zend Avista,Wş.Avesta.Rp.55
Naverok