Destpêk       Derbarê Me      Birêveberî     Pirtûkxane    Geleri     Endam        Zimanên Din                                    Erşîv
 

Nûkirina Dawiyê:11/01/2008

E-Mail: info@duhokwriters.net

 
 
 
 
Destpêk       Derbarê Me      Birêveberî       Nivîskar      PirtûkxMalperê Yeketiya Nivîskarên Kurd - Duhok, bixêrhatina tevaya nivîskarên kurd dike... ane      Yên Din             KKKKkkk                               Zimanên Din
Arjen Arî : Gorî û binest

Mîna Gramcî gotî; ev qewm , ev ayîn, ev cihê ku lê dijîm ev erdnîgarî… ne hilbijartina min e!
Hilbijartin ne a min be jî weke bûnewer û bîrewerekî bêguneh nîn im, ne bêrî me di çavên zagondabînkerên de.
Kirasdirûyên xêr û gûnehan bêyî ku min bikişînin ber ‘şehînê’, bêyî ku ji min bipirsin û guh bidin bersivên min; ku radabin çavên xwe, ku xwestibin min bikin ‘peza qurbanê’ goriyek im ez; goriyek î tu, goriyek e ew…

Gorî…çendî pirr in…li vî welatî gorn, û goristan jî…

Min miriyek nas kir berî mirinê!
Li ser rêya çû û nehatinê, li keviya duryanê, berî ku pê li axa mîrîgeha miriyan bike,min bi destê wî girtibû û gotibû:
Ji ber ku bi hemû xalên tewanbar ên zagonên ku dahatûya desthelatê biêxin xetereyê tu yê bêt darizandin; bindestên ku parsekiya maf û dad û azadiyê dikin ji serdestên xwe,di darizandineke wisakî de dê evçend çavsor bin, dê bibin zalimine evçend serbirr…fermana serê te dê ne bi bihayê seriyek pîvaz be…
Bêdeng mabû mirî berî ku bimre,û serê xwe berdabû ber xwe.
Ez li çavên wî geriyabûm di nava serê wî yê di berde,û min hêz dabû dengê xwe:
Jiholêrakirina te, berferehbûna li wan e û di heman demê de derketina stiriyekî yî ji nermika pêyê wan…
Çi ku ew; keftarên li dû nêçîra şêr in.
Çi ku ew, xêrên me bi ser gunehên xwe de didêrin
Çi ku ew, her ku li ser navê bêkêlan diaxivin, her ku bardevkiya bêzimanî û bê mêjitiya mirî-zindiyan dikin, ji te dûr dikevin; nêzî ‘qesrê’ dibin, ‘qesra’ ku tu nikarî biçî ber derî, an di ber re bibihurî!
Û… her ku tu biperçiqî, tu yê bibî pêlikek ji bo hilkişîna wan î ber bi jor de!
Peyva min î dawî ev bû, ‘Xwelîsero…tu goriyek î!’

Niha berê min li zindiyekî ye.
Li zindiyekî bindest ku li ser axa bindestan li tevî bindestan bi ser bindestaya ku dane destan de dibawişke.
Dibêjimê, ‘bi saya serê bindestiya te ‘bindestparez’in hin; hin bi navê bindestiya te di şanoya jiyanê ya ku her roj li ber çavên te tê lîstin de, heman lîstik, heman lîstikvan in.Û ew lîstikvan, tu jî her temaşavan î!
Zindî jî mîna zindiyê bi saxî mirî xwe di kerahiyê dibihurîne.
Dibêjimê,çi qasî xweşa te diçe dema ku hêviyekê didin te!
Dibêjim,hêviya te xwelîserî rizgarî be, felat be ji bin dest û pêyan; ya wan firotina te ye:
Ew canbazên firotinê ne.
Xwefiroşên xwe û te …
Xwe mede firotin, dibêjim di ‘mazata bindestiyê’ de!



Di mazata bindestan de çend sal in çend milyon in, hûr gir, ciwan û navsere, mêr û jin…dipên!
Dipên û diponijin di ber xwe de!
Dipên û hêviyên kevajtî mîna şemamoke ji werzan hê nû ji lem jêkirî, bîhn dikin û dixin paşilên xwe.
Ji yê zindî re dibêjim, ‘amenna…tu bi min, ez bi te, em tev bi Xwedê…’
Dibêjim, ‘nabêjim ne bihêvî be; hêvî bila çiyayak be di dilê te de, lê; hêvî tu be, tu bibe hêvî!
Yên ku te dikin taç û dixin serî,dibêjim mişkên kevêjok, kevjalên devlok, seyen gezzok, roviyên xapînok in…’
Dibêjim, ‘tu gû dixwî; gûxwarina te dibe keliz li ser sifreya wan.
Tu ço dixwî; çoxwarina te dibe merxasiya newêrekiya wan.
Tu koçber dibî; koçberiya te dibe ‘kirêcitiya’ di xaniyên wan.
Tu di zîndanan de radizî; salên li te birî dibin azadiya wan.
Tu ji mêlakê dimrî; giriyê te dibe bîhnferehiya wan…’

‘Megrî dibêjim, li xwe mexe û hawara xwe magihîne guhên hêvîxwir!
Parsekekî bibîne ku bi parsektiyê zikê yekî din têr kir!
Ez ne kêfxweş im bi jîna bi te re, û li gel te, li vir.
Çi ku te, te ez jî bi xwe re hînî bindestiyê kirim.
Ku ‘jiteparêzan’ te bêt qirdê min, di danişînekê bê dad de, dê fermana min jî binivîsin bi pênûsê ku helbestê pê dinûsim…’


Dibêjim…

Dibêjim: ez helbesta xwe, ew fermanan dinûsin.
Dibêjim: ew teyrên goştxwir in li ser hêlîna heyînê dilûsin!
Dibêjim: çavên van ji reşahiya bindestiyê dicurisin.
Dibêjim: tu na carekê, sê carî bindest î, bira:
Carekê… bindestê serdestên xwe.
Carekê bindestê bindestên xwe
Carekê jî… bindestê serbindestên xwe..!’

Ez jî dipêm pê re.
Û ew bêdeng dimîne.
Tê derdixim ku ‘çemek rûyê beqê şil nake!
Dibêjim: wey tifû li çîroka bindestiya te be!

23/8-07/09/2007/Qamişlo-Amed
Arjen Arî
 

 

   

2007 Duhokwriters.net, All rights reserved