Malper

   Nûkirin :29/01/2008

Bike di favorîtê de‌ 

info@duhokwriters.net

 Website statistieken Amar  


Malperê fermî ê yeketiya nivîskarên kurd-Duhok
Sernivîskar:
Sebrî Silêvanî
Email: sebrisilevani@yahoo.com
Tel: 00964-750 - 4177409
 
Desteya Nivîskaran:
Mesûd Xelef
Şemal Akreyî
Kemal Silêvanî
Salih Xazî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Baran û bayekî dilkovan :Gulnar Elî



Bibare,
baranê bibare
Nema rondik dibarin
buhar e
şûna tiblên te,
xeman direvîne.

Bibare, baranê bibare.
Kul..
di xelwetgehên axînan de
parçe û par in
Bajar
di gel te
bajar digere.

Bibare, baranê bibare.
Berahîka ji dêmên min,
reşgul har bibarin
gula xwe av bidim,
gulavê ji îske-îskên te şeh bikim.
Di himbêza te de,
fenera bajarekî ji..
aşopê vedirêjim.

Bibare, baranê bibare,
Birîneke hingavtî ji lorînkên min vêdikevî..
Giriya te û min..
şeva xwe dinivîne

Ji bêhudiyê
ewrên min li qelevîskan in,
bazbendên kesk in..!

Bibare, baranê bibare
Cîhan hemereng e

Çi baran e..?
De bibare, baranê bibare
Kesek nemaye bike hawar..
bibare
bibare
û ..
     bi
         ba
              re.

 

Naverok