Malper

   Nûkirin :09/02/2008

Bike di favorîtê de‌ 

info@duhokwriters.net

 Website statistieken Amar  


Malperê fermî ê yeketiya nivîskarên kurd-Duhok
Sernivîskar:
Sebrî Silêvanî
Email: sebrisilevani@yahoo.com
Tel: 00964-750 - 4177409
 
Desteya Nivîskaran:
Mesûd Xelef
Şemal Akreyî
Kemal Silêvanî
Salih Xazî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Gêrhard firîtiş (Gerihard Fritscih): Wergêran ji Elmanî: Bedel Revo


1- rexên vîla
şemalkên darên beriya
hêdî.... hêdî
li êvaran disojin
û ji pencerên kevin de
cê dibû...
awazên "piyano"yî
helken beref baxçeyî
belê....!!!
ta perdên pencera jî
na liv livin..
daralînik jî xunavê dibarîne
û giya jî dê şîn mîne
gelek heftiya..
parçek ji balûlka
gulên nîsanoka
hêdî.. hêdî dibire
pif kine di paşe rojê de
seranserî tîrên dîwarên asnî
eve hemî tişte..
çingî..
(şupan) ji mêje wê mirî.

2- Tazî
bi dirêjahiya şeva xatirxwastinê
babelîsk dûre
di giriyên dergehî de...
belê...!!
binêre..
babelîskê dergehên esmanî
vekirin,
mîna darê sê darê
çi cara çiya wekî nuke
ji me nêzîk ne bûne
her wesa stêr hemî
çingî zivirîn ewe
bo xwedê ye.
ew xwediyê
niza jê dikin.

3- (Hespê aşopî)*
heta nuke..
ji tarîstana şeva di hênin
li pişt takên dara
ew ên mîna fosforî dibirsqin,
were hêdî nik min
ey hespê aşopî
ji heyva.. mê
ewa tu siwar
ji heyva tirsînok
ewa hezar derzîka
di pişta min de diçiqîne
ji dara kajê.

çi mifayê zanistê heye
heke di tirsa biçokatiyê de
wênekê (Buklîn) ** têde hebe
çi mifayê girinjînê heye
bi roj??
demê bi şevê ji tariyê dhênin
li pişt qurmên
hil, wekî fosforî.
dihêne nik min
bê hest û hiş
hespê aşopî.
(*) hespê aşopî: hespekê aşopiye nik gelek milenên cîhanê heye û nemaze di efsanên Yonanî de, wek hespekî aşopî li qelem didan.
(**) Buklîn: wênekêşekî cîhaniye bi nav û denge û kevalên wî bi tirs bûn.

4- Binive reng
ew tiştê ji serkeftinê
dimîne..
lêdana zenga ye,
ji top û zirîpuşa
dihêne xelandin.
dêr.. di rêzin ji paşivemaya
rêz.... rêzin.
çîrokeke..
wênekêş vedgêrin
û ewê dimîne
xweşiya serikeftina
piştî serikeftinê
ew xweşiya:
ji asin û bera
yan jî: wênek
çinkî belgenamên rihsivkiyê
gelek kêmin
belê pa..!!
pirِ zehmetin
li paş xwe dihêlin.

5- Şiyana dastanê
di gel her avahiyekê
xirabê wî ava dikin
bi dilekî xweş
belê..!! Li ser wî avahî
dê çikin??
em pênivî bane kîne
me dest hene bo avakirinê..
û dev û lîv bo stirana..
di gel her avahiyekê
dê avahiyê burca (Babil)
tafîlkin...
tobekin.

Gêrhard Firîtiş:
ــ Navibirî li sala 1924 ê, li Viyêna hatiye ser dinyayê.
ــ Di van wara de kar kiriye, çîrok, roman, helbest
ــ Hejmareka govara wek (tûre û rexne, wanebêj û entolociya wek pirsyar û şêwe) derêxistîne.
ــ Hejmarek pirtûk belavkirine û ji wan: Romana Kirinival 1967 ê
Cerikê Ecna, helbest 1958 ê
romana Royîlên li ser bera 1957 ê
Herî û şêwe ,helbest 1955 ê
Ev tariya dibêjnê şev, helbest 1955 ê
ــ Li sala 1978 ê, berhemên wî yên helbestî hatine komkirin li girobeka hozanî de.
ــ Gelek xelat bi dest xwe ve înane di rêbaza xwe ya tûreyê de û domahîktirîn xelat li sala 1957 ê wergirtiye ــ li sala 1967 ê, navibirî xwe kuştiye.


 


Naverok