Malper

   Nûkirin :09/02/2008

Bike di favorîtê de‌ 

info@duhokwriters.net

 Website statistieken Amar  


Malperê fermî ê yeketiya nivîskarên kurd-Duhok
Sernivîskar:
Sebrî Silêvanî
Email: sebrisilevani@yahoo.com
Tel: 00964-750 - 4177409
 
Desteya Nivîskaran:
Mesûd Xelef
Şemal Akreyî
Kemal Silêvanî
Salih Xazî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Şeva bi payîzê xemilandî : Tengezar Marînî
 

Perde vedibe: sor sor
Ji demeke dirêj ve li mirina biçûk rast hat.penceşêr sazumanê welatekî aloz, toz li devê birînê, destmaleke spî, nêzîkahî li kefenekî û darbesteke darberû. Dilê min dem berda, reviya. Ev nedem e. „ li xwe zivirî“. Nedem e û demhijmêreke xweser, şano destpê nekiriye. Guneh li me hemiya belav bû.
Perdê bigire, reş, hêdî tête kêşan. Bîner bendewarê roniyê ye û nehat. Ji dawî ve, dengê bilûreke xemgîn….
Du pelê ewran dilivin, bêy ku bi pêş û paş ve biçin. Ewrek karê xwe li revê dike, ya din xwe pê re amade dike! Dema ew belgên ewran pêk ve bin, dibin yek, êdî rondik dibarin! Çaxê hevpişk lezê dike, ya din xamoş dibe, mêrxasî serî hildide! Baskan dihejîne, li xakekî bêgane, lezê dike, li wir, li bendemanê ye!
Evîndarê te, behwer nekir. Pêdivî te me, behwer nekir. Ji bo te dimirim, kenî, bi min kenî. Dê wê rojê de, li nav têlên hizran de, pehlewanî dikir. Dîmenê min, hemî rondik in, mû ziç, her tişt.Te bihîstibû, ez mirim e. Te dizanîbû, bi sedema te ye. Tu li ser gora min radiwestî, bi çavên miştî firmêsk û di bin lêvên lerzane de, te digot: Ez ji te hez dikim.
Sonêta bêdengiyê
Keştî bi ser û şûn e,
armancek serî derxist
Ji nû ve xwe li ber êxist
êş ji hunav û derûn e

Te ez dîtim, te digot:
Rê bide, da em herin
dîwar li vir neker in
çûyî, dilêm bi xwe re sot

tu bayekî hêmin î
derd û dermanê min î
hilma berbejna min î
çarenivîsa me yek e
bisk û guliyan şeke
sebr û aram xweş çek e

Asîmanekî şîn, di payîzeke derengmayî de, bexçeyekî kovî. Şev çû, çi jê ma? Piştî şevê, bêriya te dikim, xewna xwe bi te re par dikim. Piştî wê şêvê, hêvî li ber mirinê ye. Piştî şevê dil dibe du. Piştî şevê, evîna min derdora te werçep dike.
Bêhna şevê, bîranîna destên min in. Maça şevê, têhna derbederiya agirê bêdengiya laşê te bû.
Asoyên ji bêdengiyê

Koçberî, bi ser de çûm, du dîmenên felq
Hingavên dil, li dergeh dixistin
Naqûs, ez û dengê gavên te, cudabûna bêdengiyê rût in,
di windabûnê de, dema gav dadikevin û dergeh şahidê bêdengiyê ye.
Neyika laşekî, tora tîpan im, şîna helbestê.

Birîn peyv in, vedenga herdû çavên te ne. Baskên min, giyanê asoyên sîbera meya bêdengiya te ne. Tu kujerê bêdengiyê yî, asoyê bêdengiyê, di mêlaka şevê de. Li wan rondikan bigere, bila bibar in, bila çavên te li ser şîna min zîl bidin. Bila tenêtiya te, qiyameta ebruyên temenê min, li ser kaxeza vî deqî sermest bikin.
 

Naverok