Malper

   Nûkirin :29/01/2008

Bike di favorîtê de‌ 

info@duhokwriters.net

 Website statistieken Amar  


Malperê fermî ê yeketiya nivîskarên kurd-Duhok
Sernivîskar:
Sebrî Silêvanî
Email: sebrisilevani@yahoo.com
Tel: 00964-750 - 4177409
 
Desteya Nivîskaran:
Mesûd Xelef
Şemal Akreyî
Kemal Silêvanî
Salih Xazî

 

 

 

 

 

 

 

 

Bihina Nefelê : Mesûd Xelef




Vaye ew roj dîsa hatin
Û vaye payizeka dî,
Bi ser sînorê hezkirina me da hat
Me te karê evîna me û zivistanê kiriye
Yan tu hîna
Ji girên Qerçox re stirana giriyê xwe dibêjê
Vê carê jî here nêzîk migefta Zeynoalebdîn
Û ji kolana Qiwetilî dilê min bixwaze
Li nêzîk cîranên me
Dareke tiwên sipî heye
Wê bihina nanê tenûrê ji nîva gund bihê te
Ji wir jî nanekî sêlê bîne
Min bêriya tiliyên te kiriye

Vaye rojên stirîzerkê nêzîk dibin
Tijî here
Li dormandora rê,
Wê bihina nefelê dilê te tijîke
Ji xwe mêwên tirî,
Guhdarên çîrokên min bûn
Ji bîr neke
Ger sibiha zû bi ser te de hat
Di xew de nemîne
Diya min taşitê berî rojhilatê çê dike
Zû rabe
Hîna asîman, tav maç nekirî
Hîna gul beroja, kezî şehnekirî
Hîna çokên bav yên dê geznekirî
Û hîna keçikên pembû ne çûy
Tu yê min bibînê,
Li tenişta rê
Cigarekî dikêşim
Û vê helbesta qehwê bo te dinvîsim
Min dîsa bêriya tiliyên te kiriye
 

Naverok