Malper

   Nûkirin :29/01/2008

Bike di favorîtê de‌ 

info@duhokwriters.net

 Website statistieken Amar  


Malperê fermî ê yeketiya nivîskarên kurd-Duhok
Sernivîskar:
Sebrî Silêvanî
Email: sebrisilevani@yahoo.com
Tel: 00964-750 - 4177409
 
Desteya Nivîskaran:
Mesûd Xelef
Şemal Akreyî
Kemal Silêvanî
Salih Xazî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ziman Zanîne yan çavlêkirine?! Muhemed Ebdulla




Gotinek:
Li vê dumahiyê wesa xoyadibît ko hindek nivîskar û rewşenbîr û siyasiyên me jî, bi rengekê şaş hindek peyv û zaravên Kurdî di nivîsin û pirogram û hevpeyvînên xwe da bikardînin û pê diaxivin.
Bi rastî li despêkê ev biradere ji tiblên destan derbaz nedibûn, lê wekî êşeka vegir û kujek hêdî hêdî ya vedigirît, ne xasime gençên me yên xûngerim, hîvîdarim ji wan berêzên ko nivîsîna me ji teniştên wan digirît lêzivrînekê di xwe da biken û vê nivîsîna me bi sîngekê berfireh wergirin, çunkî bi tinê merem ji vê çendê xizmetkirina zimanê Kurdî yê şirîne…

Ew peyv û zarav û paşgirên me merem pê evene:

* Paşbendê (ve)
ev –ve- ye di zimanê Kurdî da bi du karan radibît:
1- Eger (ve) li pêşiya kar – çawgê sade hat, wî demî dê bîte pêşgir û dê kar – (çawg)ê sade hat wî demî dê bîte pêşgir û dê kar (çawg)ê sade guhirît bo kar (çawg)ê dariştî û ramana wî jî dê guhrît u ramaneka nû detê, anko bo darêştina peyveka nûye, bo mimone: karê (girt) bo girtina her tiştekî dihête bikaranîn, lê demê pêşgirê (ve) diêxîne pêşiya wê dê bîte: ve + girt = vegirt, li vêre raman jê hate guhartin, anko bo her tiştekê ji bilindahiyê bihêt û mirov bi destî vegirît yan jî vegirtina dest u pîyên şikestî.
Her wesa karê:
Kir ----- vekir
Kuşt ---- vekuşt
Xwarin ---- vexwarin
Dan ---- vedan
Di van nimonên serî da ramana karên (girt, kir, kuşt) û çawgên (xwarin, dan) di cudane ji karên (vegirt, vekir, vekuşt) û çawgên (vexwarin û vedan).

2- Eger pêşgirê (ve – eve) li dûmahiya karî hat, wî demî ev (ve – eve) ye dêbîte paşgir bo dubarekirina karê dihête bikarînan, bo nimone:
zivirî + ve = zivirîve
girt +ve = girteve
hat + ve = hateve
kir + ve = kireve
sitand + ve = sitandeve
di van nimonê serî da, karê (zivrîve, hateve, sitandeve, girteve û kireve) yanko bo cara duyê, yan pitir yên dubare bûyn.
Lê mixabin ev nivîser û rewşenbîrên me bêy ko karê vî paşgirê (ve) bizanin di axivtin û di pirogramên xwe da bikardînin û şanaziyê jî pê diben. Gelek caran jî her çênabît û belkî guneheke jî di rasta zimanî da diken demê di axivtina xwe da bikardînin, lê bi difin bilindî û bi şanazîve bikardînin, evê çendê bêhna min çik kir û êdî ez neşiyam ji vê çendê pitr xwe bigrim , lewra jî ev çend rêzke ji dayik bûn…
Bo nimone;
Ev berêze, demê diçin senterekî çi rewşenbîrî, yan civakî.. vediken (helbet ev sentere bo cara yekêye dihête vekirin) dê bêjin: (vekirneveya vî senterî), eve jî şaşîyek mezine, pêdvîye bihête gotin (vekirna vî senterî).
Gelek caran jî gunehbarekê hey û gelek guneh kirîne û hêjta nehatiye girtin, min bihîstiye dibêjin; divêt em wî gunehbarî (bigrîneve) û rewaney dadgehê bikeyn, dîsa eve jî şaşîye, çunkî girtina vî gunehbarî bo cara yekêye dê hête girtin, lewra ya durust ewe bibêjin: (divêt em wî gunehbarî bigrîn û …)
Min nevêt ez pitir nimonan bihînim yan jî navan rêz bikem, çunkî eve ya bûye êşeka vegir nexasim dinav gencan da…

* Ez bawerim, yan ez nebawerim:
Ev zarave jî li cem gelek nivîserên me bi rengek şaş dihête gotin û nivîsin, çunkî demê ew dibêjî (ez bawrim) em merema wan têdigehîn, lê ji alîyê zimanî ve ne duruste, çunkî herwekî tu bêjî (ez Kurdim), yan (ez şêrim), li vêre (ez bawerim) ji alîyê zimanî ve anko navê min bawere yan jî ez bi xwe bawerim, her wekî çawa ez Kurdim, yan şêrim.
Her çende di axivtinê da gelek caran ji bo sivikkirnê em dişêyn hindek tîpan nebêjîn, mîna zaravên serî, lê pêdvîye tîpa despêkê (b) bihête îşikdan (şidandin), belê di nivîsînê da çi rê naçinê û divêt bi durustî bihêt nivisîn, yanko divêt binivîsîn: (ez bi bawerim), yan jî (ez ne bi bawerim), li vêre merem pê (ez bawer dikem), (ez bawernakem).

* parsal:
Bi rastî ez nizanim ev (parsal)e ji kîve hatîye, ji min were ya nûye û çêkirye, peyva (par) bi tinê bo (sal)ê dihêt bikarînan û merem jî pê sala borîye, lê vêre pêdvînaket em salê lê zêde bikeyn, çunkî eger (parsal) ya durust bît, pêdvîye (pêrar sal) jî, yan (betrapêrar sal) jî, yan pêr roj – roja pêr) jî durust bin, çunkî hemî wekî (par) heval karên demîne.

* pêşeroj:
Ev zarave jî gelekê ber belave, nemaze li bakor û rojavayê Kurdistanê, lê bi ditina min (pêşeroj) şaşîye û (paşeroj) durusttire, çunkî bo (cihî) em dişêyn bêjîn, were (pêşiya min) yan here (pêşîya karwanî), lê bo (demî) em dibêjîn here (paşî ezê bihêm) yan paşî ezê (xwarinê bixwem).
Nimonek din di Kurdî da me heye em dibêjîn (çirya pêşî) û (çirya paşî), li vêre (çirya pêşî) ji bo meha ko (çûyî – bûrî) dihête bikaranîn, lê (çirya paşî) ji bo meha ko hêj nehatî di hête bikaranîn, lewra ez dibêjim bi dîtina min (paşeroj) durusttire ji (pêşeroj) ji bo demê hêj nehatî.



 

Naverok