Malper

   Nûkirin :09/02/2008

Bike di favorîtê de‌ 

info@duhokwriters.net

 Website statistieken Amar  


Malperê fermî ê yeketiya nivîskarên kurd-Duhok
Sernivîskar:
Sebrî Silêvanî
Email: sebrisilevani@yahoo.com
Tel: 00964-750 - 4177409
 
Desteya Nivîskaran:
Mesûd Xelef
Şemal Akreyî
Kemal Silêvanî
Salih Xazî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Kirmanc Hekarî

Nivêja baranê:

zivistanê
îsal ne mijek
ji geliyê Qeşefirê bilind dibe û
baranek jê bibae
deşta Dobanê pê bigirinje
ne hejarî
ji ber derazînka kavlê Sêvdînî diçe
spêdeye û
piştî rojê cotiyarên gundê me
ji xewê hişiyar kirin
beriv goristanê birîn bo nivêja baranê
cotiyarekî bi dengek bilind digo:
cotiyarîno
niza nivêja bo çi bikin?
bo hatina baranê, bo karebê
bo mada (140) û dilê Kurdistanê
bo mirina gendelivan û diza, yan panzîn û gaza
niza
niza


Mamkeka nû

hevalîno
Mamkê mino Mamo
ne bero ne pişto
tiştê mino tişto
hindî bikinê tijî nabe
hindî bidinê
mal mîratiyê birisiye û têr nabe
hevalîno
herinê rêka bibinê
yê bizane çiye?
dê xelatekê dinê
Mamika min,
mêvana vê şevê ye bi tenê
hawar:- nîske, ne ne maşe
bêwar:- herê dev beşe diyare aşe
azad:- ne, berpirseke û her û her li pêşe
li bajêrê me ser kêşe
ev rastiye û xelk dibêje
xelik dibêje.


şehîd

ey bilindtir ji hemo çiyan
ey pîroztir ji şêx û tev weliyan
di helkeftinan de
di simînar û kombûnan de
min biriyar da û viya
tenê bo te û siroda Ey Reqîb
rabim ser piyan
 


Naverok