Malper

   Nûkirin :19/02/2008

Bike di favorîtê de‌ 

info@duhokwriters.net

 Website statistieken Amar  


Malperê fermî ê yeketiya nivîskarên kurd-Duhok
Sernivîskar:
Sebrî Silêvanî
Email: sebrisilevani@yahoo.com
Tel: 00964-750 - 4177409
 
Desteya Nivîskaran:
Mesûd Xelef
Şemal Akreyî
Kemal Silêvanî
Salih Xazî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Bêje wan bila min nekujin
Çîroka: Xwan Rolifo
Wergêrana: Hesen Silêvanî


* Bêje wan bila min nekujin, dê Xusitîno here bêje wan da min nekujin, bêje wan bila qenciyekê di gel min bikin û min bihêlin.
- Ez neşêm, şawîşekê li wêderê naxwaze çi tiştî ji te bibihîze.
- wê bike ewa ez dibêjime te, tirsê yê kiriye xweş mirov, bêje wan bila wesan nekin bo xatira xwedê,
-Kar bi tirsê ve ne girêdaye, bawere tenê divên te bikujin û min nevêt careka dî bizivirme ve nik wan.
* careka dî here nik wan, careka dî bi tenê û dê zanî ka dê çi peyda bikî.
- Ne, ne, min nevêt ez biçim û tu dizanî ez kurê teme, heke ez gelek ketim gengeşê di gel wan, dê zanin ez kîme û dê ême sêdaredan.
Baştir ew e bihêlîn kar wek xwe birêve biçin.
- Dê here Xusitîno bêje wan min bihêlin. Bila dilê wan bi min bisoje, tenê vê bêje wan.
Xostîno diranên xwe deynan ser êk û serê xwe hejand û got:
- Ne.
Û ji bo demekê dirêj ma serê xwe dihejand.
- bêje şawîşî min bibe nik kolonêlî û bêjiyê ez gelek pîrim û bikêrî çi nahêm, dê çi ji mirina min bigehe wan? Çi feyde nakin. Belkî dilê wan bi min bisoje, bo xatira xwedê. Bêje wan min bihêlin.
Xusitîno li ser wê koma berên li ser rûniştî, rawesta, qesta dergehê kolonêlî kir, paşî li xwe zivirî da bêje:
- Baş e ez dê çim, lê heger ez li sêdarê dam, kî dê çavê xwe bide jin û biçukên min?
- Çavê xwedê dê li wan be Xosîno, çi xema nexwe û here û dê bibînî dê ji bo min çi kî, eve ye karê bi lez.
Di gel tîrojkên elindê înabûn, niha roj bi temamî derketiye. Hêj yê li wêrê bi sêdarê ve girêdaye, nedişiya Hêmin bimîne, viya bêhnekê binive da rihet bibe, lê nivistinê û birisê rê nedayê. Hez li çi tiştî nebû, tenê hez li jiyanê hebû piştî baş zanî ku dê bikujin, pitir bi jiyanê ve hate girêdan, mîna zarokekî ji nû bûy.
Kê bawer dikir, ev doza gelek kevin dê nû be ? Ev rûdana wesa dihate hizirikirin ku hatiye veşartin heta hetayê, ev rûdana di gel hêja "Lubî "hatî ye veşartin. Xwîngerm bû û kuşt, nekêm û ne zêde, eve çêbû çunku ew yê heq bû, hêj ew ya li bîrê. Hêja "Lubî Tîrîru "xudanê zeviya "buyirta bîdira "hevalê wî bû, kuşt, hevalê xwe kuşt çunku nehêla terşê wî bête dinav zeviyê de. Gelek bêhna xwe fireh kir, lê piştî dîtî terşê wî ji hişkatiyê û birisê dimir û her hevalê wî Lubî rê nadayê, terşê xwe li erdê wî biçêrîne. Neçar bû kunek li şurihê vekir û terşê xwe hajot di navida de têr biçêre.
Eve ne bi dilê hêja Lubî bû, ferman da, ew kune bête girtin. Lê careka dî "xubnşîw naba "zivirî û kun vekir. Ev şurihe bi roj dihate girtin û bi şev dihate vekirin, û bez diçêrî û ew li ber şurihê dima.
Terşê wî diçêrî piştî bêhna giyay heldkêşa bêyî bigehiyê.
Ew û hêja Lubî bi cire çûn û gelek caran cira wan dûbare bû û negehiştin çareseriyê, heta carekê hêja Lubî gotiyê:
- Guhê xwe bide min Xubnşîw, heger heywanek ji terşê te hate jor ez dê kujim.
Ewî lêvegerand:
Ne binasên min in, teriş ji bo xwe li çêrê digere, eve giyanewerên bê gunehin.
Hêja Lubî gulkek kuşt.
"eva he berî sîh û pêniç salan çêbibû, li meha adarê, li gulanê ez li çiyayê qaçax bûm, ew deh çêlên min dayine hakimî û xaniyê min gerewkirî beramber berdana min ji zindanê, ez rizgar ne kirim. Ew pareyê may jî, min da bertîla da bidûv min nekevin, lê di ser hindê ra jî, her bi dûv min vebûn, lewma min biriyarda li ser vî erdê min li "Baludî Bînadu "hey bijîm.
Kurê min mezin bû, "Egnapiya "bo xwe mehirikir. Heşt kur bûn. wesa dem bûrî. Lewma diviya hemiya bûy bête jibîrikirin, lê ya rûday diyar dike kar newesaye ".
"demê ev rûdane çêbûy, min hizirdikir dê bi pareyekî kêm ev kare safî be, hêjayê Lubî bi tenê bû, bi jin bû, dû kur hebûn, hêşta wek kitkên kore bûn. Her zû bê jin ji kula mir, mirovên wan herdû kur birine cem xwe dûr ji gondî, lew ez ji wan neditirsiyam ".
"lê yên dî gef li min dikirin, dizî ji min dikirin, tirs dixistin dilê min çendî biyanî hatibane gondî:
- Xubnşîw biyanî hatîne.
"û ez direvim çiyay, li nav daran xwe vedişêrim, gelek roja li ser giyay dijîm, wekî êkî-se-li dûv digerin. Jiyaneka temam wesa bûrî, ne salek û du sal bûn, jiyaneka temam bû ".
Li dûv hatin, li wî demê ew ne li hêviya hindê. Piştrast bû ku jibîrkirin bîra xelkî dihengêve. Bawer dikir rojên dûmahiyê dê bi tenayî bûrîne.
"hema çi nebe ser xatira pîremêriya min, dibe min bihêlin ".
Evê hêviyê serê wî girt, lewma mirî tu bû, li dûmahiya jiyê xwe wesa ji nişkekê ve bimire, piştî hemî şerên kirîn sexmeratî parastina xwe ji mirinê û piştî ciwantirîn rojên jiyê xwe bi revê burandîn û leşê wî ji westanê pertî, ji tirsa girtinê xwe ji hemî tiştî diveşart.
Demê jina wî ew hêlay, hizir nekir lêbigere û hêla biçe bêy bibêje bo çi û kûve û di gel kê çû. Hêla biçe ka çewa hemî tişt dijiyana wî de çûn bêy çi bike, çi tişt ji bo neman xemê jê bixwe ji bilî jiyana wî û hewlda biparêze, nehêla ew wî bikujin, hema çi nebe nehêlaye wî bikujin heta vê se'atê.
Lê di ser hindê ra ew ji "Baludî Bînadu "înan. Hewce nebû ku tekiyê lê bikin, bixwe hat, tirsiyay bû, dizanî neşêt bi leşê pîr yê lawaz û lingên zirav mîna dû darikên hişik û lerzok ji tirsa, bireve. Dizanî dê bimire, ew tişte gotibûnê.
Lê wextê zanî hest bi helavêtinê kir, ew helavêtina herdem hest pêdikir demê mirin jê nêzîk dibû. Di çava re bê umêdî lê diyar dibû û kef biser devî dikefe, ew ava tehil bêy xwe dadawîra, piyên wî giran dikirin û serê wî xûl bû ser milan û dilê wî li nav perasûya bihêz lêdida, ne neşiya xwe di gel hizra ku dê kujin biguncîne.
Dive hêvî hebe, li her cihekî dive hêvî hebe, dibe şaş kiribin, dibe li Xubnşiyoyek dî digeran, ne Xubnşiyyê ku ew e.
Bê deng di nav wan de didiçû û destên wî li teniştên wî. Elind tarî bû, bê stêr bû. Ewir bi giranî dilivî û erdê hişik paqij dikir û bibêhnên ribên çêkirî dagirtî bû,
Çavên wî yên lawaz ji bo dîtinê di gel bûrîna salan, erd li vêrê li bin piyên xwe didît di ser tariyê re. Hemî jiyana wî divî erdî ra bû, şêst salan li ser vî erdî jiyaye, hest dikir yê di nav desta de, tam dikirê ka çewa tam dikire guştî, demên dirêj bi hêvkirina erdî dibûrandin, bi her du çavan tam dikire her parçeyekê jê heç weku parça dûmahiyê û dibe dizanî parça dûmahiyê ye.
Piştî hîngî diviya tiştekî bêje, berê xwe da wan mirovên ew girtî, diviya ji wan bixwaze ku bihêlin rê bidinê biçe "kurên min, min ziyana kesê nekiriye ".
Diviya wesa bêje. Lê bê deng ma.
"piştî bêhnek dî ez dê wesan bêjime wan ".
Berê xwe dida wan, hizirên aşopî wesan lê dikir ku bawer bike eve heval in, ew nas nedikirin, nedizanî kîne, li dorên xwe dîtîn, xwe jê nêzîk dikir da riya rast nîşan bidin.
Vê êvarê bo cara êkê ew dîtin. Li wê se'ata dem têda disot, ji cukê derbaz dibû û pê li erdî dida, da berhemê çandinê bibîne, ji ber hindê çemiya erdî, diviya bêje wan, ew berhemê çandî yê dest bi geşikirinê dike, lê ew ne rawestan.
Li demê pêwîst ew dîtin, hemî tişt li demê pêwîst didîtin. Dişiya xwe veşêre, dişiya bimîne veşartî ji bo demek dirêj û piştî bi vegerin, derikeve. Her çewa be çandina wî şîn nabe, li hêviya baranê bû û baran ne hat, pêdivî ye ev hişkatî ye biçe.
Hewecey bi deriketinê hebû, lê xwe kire di nav van mirovan de wek yekî çûye di kurkekê de û neşêt jê derkeve.
Niha bê deng di gel wan diçe. Navçavên wan nabîne. Didît leşên wan jê nêzîk û dûr dibin. Demê axiftî bawer nekir dê hay jê hebin, got:
- Min xirabiya kesî ne kiriye.
Wesan got û kesê guh nedayê, her weku tiştek tênegehştin, lê nezivirîn. Wek nivisitiya li rê ya xwe berdewam bûn. Hingê çi didî ne bû bêje wan. Diviya di her tiştekî de li hêvî yê bigere, hêla her du destên wî bi teniştê ve bêne xwarê.
Li demê ji malên pêşiyê yên gundî nêzîk dibûn, ew li navbera her çar zelamên di tarî ya şevê de berze, diçû.
- Ezbenî kolonêl, ew zelam li vêderê ye.
Ew li ber derî rawestabûn, ewî kumê xwe di nav destên xwe de girtibû wek rêzigirtin, li hêviyê bû yekî bibîne ji dergehî derikeve, lê ji jor ve dengek hat û pirsî:
- Kîjan zelam?
- Ezbenî zelamê "Baludî Bînadu ", ewê em lê digeriyayin.
Careka dî dengek ji jor ve hat û ser ji nû pirsî:
- Jê bipirse heger demekî li "Elîma " jiya be.
Şawîşî pirsiyar dûbare kir:
- Tu demekî li "Elîma " jiyayî?
- Belê, bêje hêjayê kolonêl ez ji wêderê me û li wêderê jiyan kiriye heta demekî nêzîk.
- Jê bipirse ka hêja Giwadalubî Tîrîrwî nas dike.
- Dibêje tu hêja Giwadalubî Tîrîrwî nas dikî?
- Hêja Lubî? Belê bêjê ez nas dikim, yê mirî.
Hingî devoka dengê ji jor ve hatî, hate guherîn:
- Ez dizanim ew yê mirî.
Û li ser axiftina xwe berdewam bû, wek yekî di gel yeke dî, li rexê dî yê dîwarî biaxive:
"Kiwadalubî Tîrîrwî babê min bû, demê ez mezin bûyim û lêgeriyayim, gotine min yê mirî, nexweşe em mezin bibin û bizanin ew tiştê em lêdigerin yê mirî.
Eve ew e ya bi serê min hatî ".
"piştî hîngê min zanî ku kuştin û singekî darî di zikî ra çandîn. Bo min hate gotin, du rojan ma nediyar û demê di cukekê de dîtin, hêj di sekeratê de bû û diviya piştî wî mala wî xwedankin ".
"bawere di gel demî eve da hête jibîrkirin, min hewlda jibîrkim, lê nahête jibîrkirin, ewê wesan kirî saxe û dijî li ser hêviya jiyaneka temam bijî, ez neşêm li vî mirovî bibûrim, her çend e ez nasnakim, lê ez bizanim li kûye ew min pal dide lêgeriyanê li dûv û nemanê ji bo wî, ez neşêm bihêlim bijî, hema her nediviya ji dayik bibe dibiniyat re ".
Bi aşkera gul hemiyê hatiye gotin . Piştî hingî ferman derket: -
- Bibin û demekî baş girêdin, da bi êşe û piştî hingî li sêdarê bidin.
- Ezbenî, kolonêl ez niha bê bihame, ez gelek najîm, ez dê bixwe ji bîriyê mirim, min nekuje.
Deng ji jor ve hat:
- Bibin
- Min cezayê xwe daye ezbenî, min gelek caran daye ezbenî hemî tişt ji min standin, bi gelek rêya ez eşkencedayim, çil salan ez mam veşartî wek guriyekî. Ezbenî ez ne hejî vê hemiyê me, min bihêle da xwedê li min negire, min nekuje... Bêje wan bila min nekujin.
Li wêderê pê ji ber diçûn û kumê xwe ji bo aliyê erdî dihejand û dikir qêrî:
- Girêdin, tiştekî bidinê da ser xweş be, da bijana fîşekê hest neke.
Dûmahiyê avêt bû li qulaçekê li bin cihê serbirînê, kurê wî Xusitîno hatibû, çû û hat, çû û hat gelek caran û eve ye careka dî yê dihêt.
Havêt ser pişta kerî û baş li ser kurtanî girêda da nekeve, serê wî kire di kîskekî de, da kesî netirsîne, ker palda da bilez bigehe "Baludî Bînadu "da bi karê veşartinê rabe.
Digot:
Jina kurê te û neviyên te neşên te nas bikin, dê berê xwe bidin rûyê te û dê bawerkin tu ne tûy, dê bawerkin gurgekî tu yê xwarî, demê navçavên te yên pertî ji fîşekên li te hatin reşandin dibînin.

Xwan Rolfo:
*yek ji nivîserên Emirîka latînî yên bi nav û denge di warê kurteçîrokê û romanê de.
* li sala 1914 li Ercentînê ji dayik bûye û li Meksîk jiyaye
* ji nivîsînên wî:
- Deşta disoje. Çîrok
- Bêdiru baramu. Roman.
(ev kurteçîroke, ji komela çîrokên Emirîka latînî yên helbijartî li bin navê "kûb alhlîb "wergêrana "Teileat Şahîn " dar alkirmil lilneşir 1987 hatî ye wergêran.

 


Naverok